QAMIŞLO
Cenazeyê Endamê Komîteya Dîplomasî ya Desteya Bilind a Kurd û Endamê Dîwana Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê û TEV-DEM’ê Îsa Huso ku di encama êrîşek bombeyî de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran kesî ve ji Mizgefta Qasimo hate girtin û ber bi goristanê ve derxistin rê.
Girseyeke mezin li ber mizgeftê wêneyên Huso hildan û sloganên “Şehîd namirin”, “Îsa Huso namirin”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kirin.
Piştî muameleyên olî, cenazeyê Îsa saet derdora 17.15’an de li wesayîtê hate siwarkirin û bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Taxa Meyselunê ve hate oxirkirin.
Li goristanê jî bi hezaran kes ji bo beşdarbûna merasîma cenaze kom bû.
***
Nûçeya eleqedar:
- KCD'ê û BDP'ê ji bo Huso peyam weşand
- Endamê DBK'ê Îsa Huso di êrîşa bombeyî hat kuştin