Stenbol
Nivîskar û Redkarê Wijdanî Ali Fikrî Işik ku roja 27'ê mehê li Dadgeha Leşkerî ya Edirneyê derket pêşberî dadger lê dadgehê bi îdîaya ji leşkerî fîrar kiriye mehek û 10 roj ceza lê birî û ew tewqîf kir.
Işik li hemberî dadgehê berê reda xwe ya wijdanî eşkere kiribû û biryar dabû ku dê leşkerî neke. Li ser vê par hatibû darizandin û bi kurdî parastina xwe kiribû. Di vê dadgeha navborî de li bendê bû ku bê berdan lê dadgehê ew tewqîf kir.
Işik biryar daye ku li hemberî ev kirina dadgehê ya bêhiqûqî û kêfî protesto bike dê dest bi gireva birçîbûnê bike.
Hin nivîskarên kurd di qada çapemeniya civakî de banga piştgiriya ji bo Ali Fikri Işik li her kesî kir