Diyarname
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk ragihand ku mebûsa Amedê Leyla Zana li Meclisê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir.
Turk ligel mebûsên BDP'ê Altan Tan û Îbrahîm Bîlîcî li meclisê ber bi êvarkî civîna çapemeniyê li dar xist û got ku Leyla Zana li odeya xwe ya li meclisê ji bo piştgiriya girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiriye.
Hevserokê KCD'ê Turk wisa got: "Birêz Zana ne ji bo pêvajoyê bixitimîne dest bi grevê kiriye. Berevajî vê ji bo pêvajo hêsantir bibe, rê li ber diyalogê vebe biryara destpêkirina greva birçîbûnê kiriye. Birêz Zana ji bo peyamê bibe Meclisê, peyamê bide gel li odeya xwe dest bi grevê kiriye. Em jî hurmetê nîşanî biryara hevala xwe didin. Rewşa tenduristiya Leyla xanimê ne baş e. Ji ber rewşa tenduristiya wê ne baş e me xwest nekeve grevê. Lê wê got ku bi biryar e. Em jî hurmetê nîşanî biryara wê didin."
Grevên birçîbûnê yên bê dem û domveger ên girtiyên kurd îro kete roja xwe ya 64'an.
***
Nûçeyên eleqedar (Hûn bixwazin kîjan nûçeyê bixwînin, sernavê wê bitikînin):
- 45 jin ji bo piştgirî çûn Amedê, ji wir dê herin Enqereyê
- Serokên Baroyan ji bo Greva Birçîbûnê çûn Çankayayê
- Ji zêdetirê 320 rewşenbîran ji bo girtiyên kurd bang
- Li 15 bajaran bêdengiya AKP’ê hate şermezarkirin
- Şaredarên kurd bang li hikumet û raya giştî kir
- Serok û mebûsên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- 8 mebûsên BDP'ê yên din dikevin grevê
- 'Em ji ser hişê xwe biçin jî mudexeleyê me nekin'
- Mebûsên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- 10 hezar kes di greva birçîbûnê de ne
- PDK, YNK û Goranê piştgirî da grevên birçîbûnê
- Stenbol bû qada şer
- Baydemir wisa hêrs bû (Vîdyo)
- 'Ev der ne deriyê bavê walî ye'
- Rojnameger naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin
- Wezîrê Edelatê bi BDP'yiyan re hat ba hev
- Rewşenbîr: Em naxwazin bi vê şermê bijîn
- Turkalî: Serokwezîr tu dê bêjî wijdana min nîn e?
- JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE
- Pirsa rojê: Kî derenwan dike?
- Demîrtaş: Em dixwazin Ocalan bê Amedê
- Çalakiyên îro li her derê didomin
- Karîkaturîstê brezîlyayî çalakiya birçîbûnê xêz kir
- Polîsên rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir
- Mebûsên jin ên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- Mîtînga Batmanê bi beşdariya 10 hezaran dest pê kir
- Komeleya Nivîskaran: Bila her kes pêşî li mirinan bigire
- Baydemir diçe cem TUSÎAD û Yaşar Kemal
- Şivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin
- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- Nivîskar û rewşenbîran piştgirî da grevan
- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne