Navenda Nûçeyan
Li Êlih, Riha, Mêrdîn, Çewlîk, Enqere, Agirî, Mûş, Culemêrg, Qers, Erzerom, Bedlîs, Îzmîr, Antalya, Aydin û Mersîn û li gelek navçeyan bêdengiya AKP'ê bi meş û daxuyaniyan hate şermezarkirin.
Çalakiya birçîbûnê ha ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ve 12'ê rezberê ve hatiye destpêkirin îro kete roja 61'ê. Ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin li gelek bajar û navçeyan her roj çalakî tên lidarxistin.
Li Êlih, Riha, Mêrdîn, Çewlîk, Enqere, Agirî, Mûş, Colemêrg, Qers, Erzirom, Bedlîs, Îzmîr, Antalya, Aydin û Mersîn û gelek navçeyan jî bi heman armancê meş û daxuyanî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de sloganên "Ocalan", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qêrîn û gelek pankartên têkildarî mijdarê jî hatin hilgirtin.
Li Êlihê meşa Rêxistina BDP'ê ya ber bi Girtîgeha Tîpa M ya Êlih ve hatiba lidarxistin ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê çalakiya rûniştê pêk hat û daxuyanî hate dayîn. Li navçeya Pirsusê ya Rihayê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heke li girtîgehan kesek jiyana xwe ji dest bide berpirsyarê vê yekê hikumet û Erdogan e.
Li Amedê êrîş
Li Amedê bi sedan kesên di nav de endamên BDP, TUHAD-DER, MEYA-DER û Dayîkên Aştiyê hene hatin cem hev û ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve dest bi meşê kirin.
Polîsan bi gelek wesayîtên zirxî û TOMA'yan avahiya BDP'ê dorpêç kir û destûra neda meşê. Li ser vê yekê bi sedan welatiyan li ber avahiya BDP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Bombeyên gazê avêtin avahiya KCD'ê
Her wiha polîsan bi bombeyên gazê êrîşê avahiya KCD'ê ya ku Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, wekîlên BDP'ê û endamên Meclîsa Daîmî yên KCD'ê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin, kir. Bombeyên gazê cam şkandin û ketin avahiyê, hate ragihandin ku kesên di çalakiya birçîbûnê de birîndarbûne û jê bandor bûne.
Gel bersiv da êrîşa polîsan. Di êrîşê de kesek hat binçavkirin û parlementerên di greva birçîbûnê de bûn li ber avahiya KCD’ê li gel girseyê dest bi çalakiya rûniştinê jî kirin.
Kişanak: Em bangî wijdana dikin
Di vê navberê de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ku ew jî di greva birçîbûnê de ye, piştî bûyeran daxuyanî da çapemeniyê û got: "Grev di roja 61'ê de ne. Jin û zarokên ku ji bo piştgiriya vê hatin, hatin lînckirin. Navê vê yekê wehşet e. Her roj li kuçeyan polîs êrîşê gel dikin. Em bang li wijdana wan dikin. Di vî warî de çi nexweşî derkevin berpirsê wan hikumet e. Berpirs Serokwezîr bi xwe ye."
***
Nûçeyên eleqedar (Hûn bixwazin kîjan nûçeyê bixwînin, sernavê wê bitikînin):
- Şaredarên kurd bang li hikumet û raya giştî kir
- Serok û mebûsên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- 8 mebûsên BDP'ê yên din dikevin grevê
- 'Em ji ser hişê xwe biçin jî mudexeleyê me nekin'
- Mebûsên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- 10 hezar kes di greva birçîbûnê de ne
- PDK, YNK û Goranê piştgirî da grevên birçîbûnê
- Stenbol bû qada şer
- Baydemir wisa hêrs bû (Vîdyo)
- 'Ev der ne deriyê bavê walî ye'
- Rojnameger naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin
- Wezîrê Edelatê bi BDP'yiyan re hat ba hev
- Rewşenbîr: Em naxwazin bi vê şermê bijîn
- Turkalî: Serokwezîr tu dê bêjî wijdana min nîn e?
- JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE
- Pirsa rojê: Kî derenwan dike?
- Demîrtaş: Em dixwazin Ocalan bê Amedê
- Çalakiyên îro li her derê didomin
- Karîkaturîstê brezîlyayî çalakiya birçîbûnê xêz kir
- Polîsên rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir
- Mebûsên jin ên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- Mîtînga Batmanê bi beşdariya 10 hezaran dest pê kir
- Komeleya Nivîskaran: Bila her kes pêşî li mirinan bigire
- Baydemir diçe cem TUSÎAD û Yaşar Kemal
- Şivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin
- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- Nivîskar û rewşenbîran piştgirî da grevan
- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne