Diyarname
2'yemîn Kongreya Awarte ya BDP'ê rastî eleqeyeke mezin tê. Li gelek parçeyan nûnerên kurdan, bi sedan rojnameger di kongreyê de dibin mêvan.
Ev salekê ye bi hezaran BDP'yî hatin girtin ku di nav van de gelek endamên esil û yêdek ên Meclisa Partiyê ya BDP'ê hebûn. Ji ber vê yekê BDP mecbûr ma Kongreya Awarte ya Navenda Giştî saz bike. Kongreya BDP'ê ku 15'ê mehê li Enqereyê bi diruşma "Bi berxwedanê em ber bi azadiyê ve diçin" li dar dikeve. Li gor agahiyên dawî 200 rojnamegerî serî li beşa çapemenyê ya BDP'ê daye ku kongreyê bişopînin û di nav van de 44 jê ji çapemeniya neteweyî û navneteweyî ne. Her wiha gelek kanalên televîzyonan jî dê di kongreyê de amade bin.
Li gor agahiya ku navenda giştî ya BDP'ê daye me dê nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî amade bin. Di nav mêvanan de bi taybetî hejmareke zêde ku dê ji başûr û rojavaya Kurdistanê bên balê dikişînin.
Serokê Parlemena Herêma Kurdistanê yê berê Kemal Kerkûkî jî têde dê gelek nûnerên PDK û YNK'ê, nûnerên Goran, Hevserokê Partiya Çareseriye Demokratîk Kurdistan (PÇDK) Diyar Xerîb, jî têde çend kes ji PÇDK'ê, nûnerên Komaleyên Îslamiya Kurdistanê, Partiya Zahmetkêşan . KDP-Î. Yekgirtuy Îslamî ya Kurdistanê. Partiya Komunistan a Kurdistan, Yekîtiya Niştimanî Demokrati Kurdistan (YNDK) jî amade bin.
Her wiha ji rojavaya Kurdistanê Nûnerê Desteya Bilind a Kurdan a Rojavaya Kurdistanê Xerîb Huso, Îsa Huso jî têde dê gelek kes amade bin.
Ji Ewropayê jî gelek nûnerên partiyên siyasî dê li kongreyê bibin mêvan.
Wekî nota dawî: Li bendê ne ku hevserokên BDP'ê yên niha Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak careke din ji bo hevserokatî bibin mêvan.