Diyarname
14'ê mehê BDP û KCD dixwest li Amedê mîtîngek li dar bixe lê walîtî destûr neda. Dîsa jî BDP, KCD û bi hezaran gel daket kolanan. Bûyer derketin. Di van bûyeran de li gor agahiyên walîtiya Amedê 87 kes girtine bin çavan. Lê li gor agahiyên tên li dor 100 kesî di bin çavan de ne.
Di bûyerê de Mebûsa BDP'ê Pervin Buldan ji ber bombeya gazê ku polîsan avêt û li linga wê ket, linga wê şikiya. Buldan rakirin nexweşxaneyên û dûre ji win şandin Amedê.
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, mebûsên BDP'ê û şaredarên din ên BDP'ê hemû para xwe ji gava çavsotîner girtin.
Li welatên pêşketî polîs nikarin mudexeleyê mebûsan bikin, lê tiştek wisa bibe û mebûsek birîndar bibe, di cih de Wezîrê Karên Hundir îstîfa dike. Li Tirkiyeyê rewş berevajî welatên pêşketî ye. Di serdema borî ya meclisê de, dîsa yek ji mebûsên BDP'ê Sevahîr Bayindir jî di çalakiyekê de birîndar bûbû, lê ji ber vê yekê der barê berpirsan de doz nehatibû vekirin. Bayindir piştî 2 mehên dermankirina li mal bi zorê hatibû ser xwe.