Diyarname
Rojên 14-15-16'ê Gulanê rojên Cejna Zimanê Kurdî ne. Ji bo cejnê KNK'ê peyameke pîrozbahiyê weşand.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di peyama bal kişand ser zilma dewletên Îran, Tirkiye û Sûriye ya li ser kurdan û ji bo Tirkiyeyê wisa got: "Li Tirkiyeyê ev demeke ku ji bo amadekirina makqanûneke nû hewildan hene. Di vê prosesa nû ya hazirkirina makqanûnê de girîng e ku kurd li ser pirsa perwerdeya kurdî rawestin û gelek aktuel bigirin. Ji ber ku, perwerdeya zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî daxwazeke man û nemanê ye bo kurdan. Lewma her bi çi rengî be divêt rê li ber perwerdeya bi giştî ya kurdî bê vekirin û ji bo vê yêkê jî pêkve xelkê kurd û berpirsiyar û pêşengên bizava neteweyî ya kurd û Kurdistanê bi hemû şiyan û îmkanên xwe ve divê ji bo bi dest xistin û realîzekirina vê daxwaza heq û rewa têkoşîna xwe bilindtir bikin."