Diyarname
Nivîskarê kurd Fawaz Husên ku pirtûka wî ya nû bi navê "Barê Şevê" derket niha ji bo îmzekirina pirtûkê û sohbetê diçe sê bajarên kurdan.
Husên dê li Batman, Mêrdîn û Amedê bi xwendevanên kurdî re bê ba hev, pirtûkên xwe îmze bike û her wiha bi wan re sohbetê bike.
Fawaz Husen ku ji Amûdê ye û niha li Parîsê dijî, piştî "Amîdabad" û "Parîsabad"ê, "Barê Şevê" hat û niha jî ew bi xwe tê Tirkiye û bajarên kurdan.
Di çarçoveya bernameya hatina Husên ku Weşanên Avesta organîze dike de ew dê pêşî li Komeleya Huner û Çandî ya Batmanê roja 23'yê gulanê (saet 19.00) li Batmanê, roja 25'ê gulanê li Leylan Cafe-Kîtap (Saet 15.30) li Mêrdînê û dûre dê were Amedê û beşdarî Fûara Pirtûkan a Amedê bibe. Bernameya Husên a li fûarê jî roja 26'ê gulanê, saet 15.30 de ye. Di van bernameyan de Husên dê hem pirtûkên xwe îmze bike û hem jî li ser pirtûkên xwe bi beşdaran re sohbet bike.
***
Nûçeyên eleqedar: