Diyarname
Ajansa nûçeyan a Amerîkayî Associated Press (AP) bi anketeke nûçeya herî girîng a salê diyar kir.
AP'ê tevî edîtor û midûrên nûçeyan li ser nûçeyên salê anketek saz kir û di encamê de nûçeya kuştina Serokê El Kaide Usame Bin Ladin wekî nûçeya salê hilbijart.
Ji bo diyarkirina nûçeya salê bi 247 kesî re hat axivîn û bi dengên 128 kesî nûçeya kuştina Ladin bû yekemîn.
Nûçeya erdheja li Japonyayê û tsûnamiya ku rabû bi 60 dengî bûye nûçeya duyemîn. Nûçeyên li ser Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku pêla Bihara Ereban rakiriye jî bûye sêyemîn, nûçeyên qeyrana malî yên li YE'yê (Yekîtiay Ewropayê) jî bûye çaremîn.
Nûçeya li ser pêşketinên aborî yên Amerîkayê, skandala seksê ya li dibistanên navdar ên Zanîngeha Eyaleta Penn'ê, hesabên malî yên li Kongreya Amerîkayê, dahatûya bêast û prostetoyên li Wall Streetê, êrîşa li hemberî endamê Kongreya Amerîkayê Gabrielle Gifford di nav 10 nûçeyên girîng de cih girtine.
Mirina avakarê Apple Steve Jobs û felaketa bahoza li DYA'yê neketine nav 10 nûçeyên girîng.
Di anketa nûçeya herî girîng a salê ya AP'ê ya par de, nûçeya facîaya neftê ku Kendava Meksîkayê qirêj kiribû bûbû yekemîn.
***
Nûçeyên eleqedar ên li ser 2011'an:
- 2011: Fîlmê salê 'Bir Zamanlar Anadolu'da' ye
- 2011: Lîstika bi kurdî ket nav lîsteya şanoyên herî serketî yên salê
- 2011: Di youtube de vîdyoyên herî zêde hatine temaşekirin
- 2011: Herî zêde ev doz bûn nûçe
- 2011: Li Tirkiyeyê 10 fîlmên herî zêde hatine temaşekirin
- 2011: Li Qoserê pirtûkên bi kurdî ên herî zêde hatine firotin