Hamid Omerî
Edebiyata me li pey hebûn û avakirina xwe ye. Di edebiyata me de çav û awir hemû li rewşa me ya awarte ye. Giraniya xwe dide ser zilm û zora zordestiya desthilatî ya ne ji me. Mafdar e. Rewş ev e. Lê belê desthilatiyek ku bi zimanê çîroka me (hinek be jî) dizane jî heye. Lê ji xwe ev hêz mixabin hê jî bo edebiyata me ne xwedî guh û çav e. Nerîn û awirên edebiyata me jî ji bo vê erkê hê ne xwedî ziman e. Di vê çarçoveyê de bi çarlepka jî nikare here. Edebiyata me ji bo vê erkê ne qanîker e û ne xwedî hibr û kaxez û raman e. Yan jî ne xwedî wêrekiyek estetîk e. Lewma ji aliyekî ve edebiyata me di nav xwe de diqijile. Di vê tawe û beroşê de helbest, çiqas diçe ji ber teqla weşangeran ya ‘nayê firotin babam’ sist dibe û çîrok jî ji zimanşilkirina xweziya romanê roja xwe nabîne.
Roman ji ber ku îro mode ye piraniya nivîskarên kurd jî xwe li romanê qerase dikin. Gelek nav hene niha haziriya xwe dikin. Çend jê helbestkar in. Çend çîroknûsên me jî xwe avêtin vê golê. Bahola Çiya Mazî di nav vê keft û leftê de ji bo çîroknûsiyê û çîrokê wek “Çarşema Spî” ye. Gogol bi paltoyê xwe bi gera Akakî Akakiyevîçê xwe; bi xêra gera wî ya di serme û seqema St. Petersburgê de, nêrîn û cihoka çîrokê guherand. Çiya Mazî jî bi Bahola xwe bo çîroknûsiya kurdî derketiye geştê. Geşt û guzara Bahola Mazî, bi derd û kul e.
Çîroka me ji şevbihêrkan pişta xwe ‘rast’ kir û ber bi roja me ve meşiya. Bi ya min di çîroknûsiya kurdî de sitûnek kêm e. Konê vegirtî wê sitûna xwe nabîne. Ev derd û elemek mezin e. Nexweşiyek e. Çîroka kurdî ji hîkmeta xwe dûr e. Çawa be ew jî siyaseta xwe ya wextakî dişopîne. (Hesenê Metê çavên xwe bi vê jî dixe. Li dora wê sitûna mezin û zexm jî digere.) Dibe ku ev dûrbûn yan dûrmayîn ji zêdebûna valayî, kêmasî û çal û kortikan be. Hingî çal û kortik pirr in belkî jî wextê nivîskaran têr nake. Belkî bi temamî ne sûc û qebhetê nivîskaran be jî. Belkî heta bi temamî ev çal û kortik tije nebin û ev tiştên ku ne di rêça xwe de ne rast nebin çîroknûsiya me jî dibe ku wiha bidome.
Çîroka ku ji me re mîrat maye çîrokek neqilkirî ye. Di Baholê de Çiya Mazî jî êşa axa xwe neqil dike. Lê ku ez rabim bêjim bes neqilkirin e dibe ku ez heqsiziyek mezin lê bikim. Mazî, bi dûr ve naçe; li cem xwe, li ser axa xwe ye. Însanê Çiya Mazî nexweş in, birîndar in, dîn in, mirî ne, rêwî ne, tirsonek in. Bes trêna wî na însanê wî jî, girêdana wan jî reş e. Şirîkatiya însan û cîhên çîrokên Mazî ev e ku tev jî bi derd in.
Çiya Mazî, di vebêjeriya xwe ya di Baholê de di nav xwe de dikele lê ne xweperest e. Çîrokek xwedî tevger û daxwaz dinivîse. Çîroka wî li cihê xwe nasekine; gerok e, lê demsal naguhere. Di nav sînorê welate xwe yê federe û xweser de ye. Li trênê siwar bibe jî bê pasaport e û dîsa çûn û hatina wî li ser axa wî ye. Çîroknûsê welatê xwe ye. Mazî, xwe wek nivîskarekî berpirsiyar hîs dike û bes ew tiştên ku şahidê wan e dike mijara xwe. Neqilkarî ya wî berikê vê xisleta wî ye. Di çîrokên Mazî de tilî xwe pirr nêzîk bike jî nakeve çavan; di dewsa vê de vegotinek serkeftî heye.
“Law ma kes tune ye hahoo.” Ev deng dengê Ecdad e. Dengek nêzîk e. Ev deng îro ji/li Wanê jî tê. Ev deng di temsîla Ecdad de dengê kurda ye. Lê jixwe Wan, bi xwe jî kurd e. “Hingî cemidî ye jinik dixwaze ji wir derkeve.” Ev der ne Wan e, lê Wan e. Cemidî ye, sar e. Çimkî Ecdad di çaviyek dolaba morgê de bi baldarî li dengên ku nêzîkê wî dibin guhdar dike. “Ji ber derban guhê wî êdî nedibhîst.” Ecdad wek berpirsiyarê mangirtina 55 rojan ya hefsa Diyarbekirê, zilm û îşkenceyeke hovane dîtiye û di dewsa nexweşxaneyê de wî danîne ‘hêwana sînemayê’ ya hefsê. Piştî ku gotine ev mirî ye ew anîne û avêtine morgê. Çîrok bi pey bîranînên Ecdad dikeve. Ji xwe dipirse “Ji bo çi ez di hundirê vê qutiyê de me.” Rast e ka kîjan kurd dizane ku ji bo çi “di hundirê qutiyê” de ye? Mînaka Meletiyê; jin û dayik ma ka çawa nikarin termên zarokên xwe û mêrên xwe nas bikin?
Jina wî jî li “meytê mêrê xwe digere” li wî nagere li meytê wî digere. Di van rojan de dê û bav li ber deriyê morga Meletiyê sekinandî ne. Ez bawer im ku Mazî ev çîrok beriya Wanê û Meletiyê nivîsand. Lê ji xwe tu kîjan êş û kêferatê binivîsî jî dê li kurdan were. Ecdad ji xwe diçe û ji hevalên xwe re dibêje “ev dojeh e.” Hefsa Diyarbekirê wek dojehê dibîne û hevalên der û dora xwe jî wek ew kesên di rêza hesabdayînê de. ‘Karê pîs’ bi wî û kurê wî dane kirin lewma naxwaze ku tu kes bibihîze jî. Nizane di xew de ye yan mirî ye. Jina wî destê xwe diavêje qutiya ku deng jê tê. Gotina wî ya dawî ev e: “Erê vay ez diçim, bi qesem heke li wê dinya alî din tiştek hebe ez ê hesabê vê yekê bipirsim.”
Dadgeh, berdewama çîroka Di Morgê De Ye. Bi gotinên Ecdad yên beriya mirinê dest pê dike. Ecdad, li dinya din li ser pira siratê derdikeve pêşberî me. Minkir û Nekîr hey li pey in û pirsan jê dikin. Cebraîl tê balê û dibêje te gotibû ku ez dê li axretê doz vekim. “Xweda li ser minyaturê çiyayê herî mezin li ser kursiyê rûniştîye. Li kêleka wî Îsa, kêleka din Mihemed, Dawid, û Mûsa hebû. Li paş wan wek juriyê Zerdeşt, Manî, Mazdek û Heyam. Ahûra Mazda, Ehrîmen û Îblîs.” Li kêleka kursiyê Xwedê Cebraîl, Mikaîl, Îsrafîl û Ezraîl sekinandî ne. Kêlik û seat jî hazir in. Pirsa amade dikin û didin Xezeba Katib. Ecdad li wir jî napeyive. “Binêr way hêwan bûye wekî dadgehek li welatê te”. Xwedê bi riya Cebraîlî jê re dibêje heke em xwestekên wî bicîh bînin ew dê bipeyive? Devê Ecdad vedibe. “Miriyên zindana Amedê bi ziman bikin ezbenî” dibêje. Tu kes bar nade ser milê xwe. Xweda û hemû kesên li hêwanê dibêjin haya me ji van zilman tune ye û me fermanek wiha nedaye. Hemû zilmên li kurdan hatine kirin tên ziman. Di vir de Mazî, dadgeha ku li ser axa wî pêk nayê saz dike û lê mixabin li wir jî ecêbî ya burokratên ku kurd bi wan re muxatabên in li ser dikê ye.
Di warê zimanê vê çîrokê de Mazî belê dîsa bi zimanê me, lê li dinyaya aliyê din şêwazeke din bi kar aniye. Xweda û pêxember û melayiketên wî bi kafiye diaxivin. Her wekî şêwaza kitêbên pîroz. Ji vir jî tu riyek nabîne Ecdad. Zerdeşt jî aciz dibe û bi Ecdad re di ser ewran de difirin û ji wir dûr dikevin.
Her çîrokek di Baholê de tahmek din dide. Yek ji wan jî Şervanê Tirsonek e. Şervanê Tirsonek, hem bi mijara xwe û hem jî bi şêwaza xwe çîrokek gelek serkeftî ye. Tirosnekê me li ser çiyê ye lê ji her tiştî ditirse. Çek tenê di filîman de dîtine û îja ketiya nav tîma pêşeng. Tirs û nermiya ku di vê çîrokê de hatiye vegotin hêja ye.
Lê Ku Çarşem Neyê, çîroka Zewêd û Çarşema spî ya ku ji bo kurdan hîn nehatiye ava kirin e. Zewêd ji duşeman hez nake û dixwaze çarşemek spî bibîne. Mazî, bi vê çîroka xwe jî ji çandek, ji ananeyek patolojiya cîvakek di parzûn dike û di ser rêka psîkolojî û nexweşiya takekesek de kilamek navxweyî ava dike.
Bahol, çîroka vê axê ye. Bahol, welatê leheng bi xwe ye. Qeder û kedera wî ye. Navê wî jî bi risasî li ser wê nivîsandî ye. Elem jê re mîrat maye. Qutiyek ji bavê wî jê re maye. Her koç dike û diçe cîhek din ku bêhna wî derkeve. Ev car nizane ku bi kû ve here. Li trêna reş siwar dibe û dixwaze here Eynkarrafê, na na Cercefayê, na na Agirbadê, na na Sorqerpalê… navên balkêş. Bahola wî ne weka ya rêhevalên wî ye. Bahol, jiyana wî û welatê wî ye û jixwe naşibe ti welat û jiyaneke din. Çîrok di trênê de bi diyalog û nêrînên di navbera wî û şeftrên de derbas dibe. Ji paçikên sor direve lê di bahola wî de di nav qutiya ku ji bav jê re mîrat maye de paçikek sor heye. Di dawiya çîrokê de wê paçika sor ya di qutiyê de davêje nav behrê. Nivîskar bi hemû çîrokên xwe dixwaze vê bêje: Tu bi kû ve herî jî ev ax e axa te. Ev bahol e bahola te û ne di rengê baholên din de ye. Nivîskar zor daye sînorê çîroknûsiya xwe û name (Erebê) bûye çîrok. Niyet û siyaseta xwe çiqas nikaribe veşêre jî endam û encamên vekolandinên beriya hilbijartinan jî her wekî raportek ji xwe re kiriye mijar. Di vê berhema xwe de bi pey usûlan jî ketiye û tevnek akademîk jî bi kar aniye. Însizê Benderuh e ew çîrok. Di nav vegotina wî ya bi êş û elem de qerf û henekên wî jî bi tevnek hevkêş cihstendî ne, lê dîsa ne kenokî ne, bi kelegirî ne.
Bahola Çiya Mazî di rengê reş û sor de ye. Wek Çiya Mazî henûn û xemgîn e. Auraya Baholê êş e. Çîroknûs rewşê vedibêje. Lavayek û lawlawek e. Belkî ji vê xislet û xusûsiyeta çîroknûs be, di çîrokên Baholê de lîrîzmek jî heye. Kêmasiya Baholê ev e ku di nav xwe de hizirînek bişirînê jî nehundirandiye. Serkeftina wê ev e ku nêrîna Baholê bi mînak û diyalogên lehengê xwe, bi rengê xwe, xwe li paş xwe firehtir dike. Mazî, bi Ecdad (Di Morgê De, Dadgeh), Şervanê Tirsonek, Bahol, Însizê Benderuh, Ma Ez Çep im û bi Ev jî Nig in Qey di ser de qelaptiye.
Ji Kulturnameyê hatiye girtin


