logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

‘Bahol’, ‘Dengê Doyê’ û ‘Marksîzm û Pirsgirên Zimanzaniyê’

Weşanên Evrenselê du jê pirtûkên çîrokan, yek jê teorîk sê pirtûkên din bi kurdî pêşkêşî xwendevanên xwe kirin. Ji wan “

  • Dîrok: 06/11/2011
  • Beş: Berhem

Diyarname
Weşanên Evrenselê du jê pirtûkên çîrokan, yek jê teorîk sê pirtûkên din bi kurdî pêşkêşî xwendevanên xwe kirin. Ji wan “Bahol” ê Çiya Mazî, “Dengê Doyê” ê Ferit Edgu ku Cemil Oguz wergerandiye û “Marksîzm û Pirsgirêkên Zimanzaniyê” yê Stalîn ku Tonguç Ok wergerandiye kurdî derketin.

Çîrokên di ‘Bahol’ê de
Nivîskarê malpera me Çiya Mazî ku berê jî çend pirtûkên çîrokan weşandibû vê carê bi pirtûka xwe ya çîrokan, bi “BAHOL”ê derket pêşberî xwendevanên kurdî. Di Bahol’a Çiya Mazî de 14 çîrok hatine pêşkêşkirin. Lehengên çîrokên Baholê rahiştine bahol û tûrikên xwe ku rewşa welatê wan, rewşa erd û axa wan û derûniya mirovên li ser xaka wan têde ye û bi rê ketine. Ev lehengên ku jiyana wan bi raz û nepen in; li welatê xwe, li çi alîqîne, bi çi bêhnteng û kêfxweş bûne, bi çi giriyane û tehde û pêkûtî dîtine û bi rê de li çi rast hatine, giş bi zimanekî şayik û wetekûr, bi îroniyek qerfok û qurfok vedibêjin û destên xwe li ba dikin ber bi xwendevanan ve.
Çiya Mazî ku di sala 1960'î de li gundê Kufragê yê bi ser Şemrexa Mêrdînê ve hatiye dinyayê ji sala 1993'an û vir ve bi nivîskariya kurdî re têkildar e
Mazî ku di çend pêşbaziyan de bi çîrokên xwe xelat girtine heta niha bi navê “Mistek jiyan” (Çîrok, Weşanxaneya Sî,2003,Stenbol), “Ferhenga Gotinên Pêşiyan” (Weşanxaneya Elma,2005,Stenbol), “Ferhenga Gotinên Pêşiyan” (Bi tîpên erebî, weşanxaneya Spîrêz, Duhok,2006), “Palûte” (Helbest, Weşanxaneya Do, 2008, Stenbol), “Mijarên Mîqro” (Çîrok, Weşanxaneya Do,2009, Stenbol) pirtûkên wî hatine weşandin. Her wiha wî  bi navê “Ahûzîn” pirtûka helbestan a Muslum Yucel (Weşanxaneya Do, 2008, Stenbol) jî wergerandiney kurdî. Çiya Mazî ku hê jî di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike di “Bahol”ê de xwendevanan dîsa dibe nava jiyana kurdewar jî çîrokên cur bi cur pêşkêşî wan dike.

Dengek ji “DO’yê bide
“Dengê Doyê” pirtûka çîrokan a nivîskarê tirk Ferit Edgu ye. Ferid Edgu di nav çîroknivîskariya tirkan de bi çîrokên xwe yên mînîmal xwedî ciheke qedir bilind e. Edgu di heman demê de îsal wekî Mêvanê Rûmetê yê Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP’ê hatiye qebûlkirin. Edgu ku di destpêka karmendiya xwe de bi salan li nav kurdan maye, heta niha li ser kurdan gelek çîrok û her wiha romanek nivîsiye. “Hakkari’de Bir Mevsim” (Demsalek li Culemêrgê), “Dogu Oykuleri” (Çîrokên Rojhilat) pirtûkên Edgu ne ku li ser kurdan in û di nav pirtûkên wî de derketine pêş. Yek ji wan jî “Dengê Doyê” ye ku hin çîrokên di nav de dîsa li ser kurdan hatine nivîsandin. Her wiha mirov dikare bibêje hemû çîrokên di vê pirtûkên de balkêş in.
Pirtûk ji aliyê Cemil Oguz ve ji bo kurdî hatiye wergerandin ku di nav de hin bi kurmancî, hin bi kurmanckî hatine wergerandin.
Edgu di bin navê “Çîrokên Mirinê”, “Çîrokên Jiyanê”, “Çîrokên Eletewş” û “Hatin û Çûyîn” de çîrokên xwe pêşkêş kirine. Di “Dengê Doyê” de 2 jê dirêj bi giştî nêzî 60 çîrok hatine weşandin. Nivîskar bi çîrokên kurt, mînîmal, lê naverok xurt, ji hemû kîteyên ne hewce hatine sefandin, çîrokên li ser jiyanê hatine pêşkêşkirin radigihîne xwendevanan. Bi kurdî weşandina mînîmalên Ferit Edgu dê bandorê li  çîroka mînîmal a kurdî jî bike.

Ji Stalîn meseleya zimanzaniyê
Pirtûka din ku ji Evrenselê derketiye jî pirtûka J.V.Stalin a bi navê “Marksîzm Û Pirsgirêkên Zimanzaniyê” ye. Stalin ku yek ji rêberên Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst bû di nav jiyana xwe de li ser gelek pirsgirêkan pirtûkên teorîk nivîsandin. Yek ji wan jî ev pirtûka ku niha li ber destan e. Di pirtûka teorîk de fikrên Stalin, nêzîktêdayîna wî ya li ser Marksîzm û pirsgirêkên zimanzaniyê mirov dikare bibîne.
Wekî notek: Weşanên Evrenselê pirtûkên xwe bi buhayeke biçûk difroşe. “Bahol” û “Dengê Doyê” bi 4 TL, “Marksîzm Û Pirsgirêkên Zimanzaniyê” jî bi 3 TL’yan tê firotin.

Ji bo xwestinê:
Kamerhatun Mahallesi, Alhatun Sokak, No:25 Tarlabaşı - Beyoğlu -İstanbul
Tel: 0 212 255 25 46
 0 212 255 25 87
dagitim@evrenselbasim.com

Bahol / Çiya Mazî / Çîrok / 103 rûpel
Dengê Doyê / Ferit Edgu / Werger: Cemil Oguz / Çîrok / 92 rûpel
Marksîzm Û Pirsgirêkên Zimanzaniyê / J.V.Stalin / Werger: Tonguç Ok / Teorî / 54 rûpel

 

***

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 09 06 2026

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

NA'ya 13'yan derket

ad

Encamnameya KNK'ê: Bila xezîneya neteweyî saz bibe

ad

'Bi vexwarina avê rojî naşikê'

ad

Ger ya girîng yekîtî be…

ad

Ev hefte, hefteya anîmasyonan e

ad

Li Entab û Edeneyê 10 jê zarok 15 kes birîndar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname