ENQERE
Kongreya Avakirina Hewldana Kongreyê ku yekem car dewlemendiyeke siyasî, civakî û etnîkî di nava xwe de dihewîne bi pankartên 13 zimanên cuda û rengîn li Enqereyê dest pê kir.
Kongreya Avakirina Hewldana Kongreyê ku ji aliyê Eniya Ked Demokrasî û Azadiyê ve hate damezirandin dest pê kir. Kongre li Navenda Kongreyê û Pêşandanê ya Anatoluyê tê lidarxistin.
Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan, Sezaî Sarioglu, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, hunermend Suavî, Ferhat Tunç, Onur Akin nûnerên partiyên siyasî, parlamenterên BDP'ê Hasip Kaplan, Sebahat Tuncel, Sirri Süreyya Onder, Leyla Zana, Ertugrul Kurkçu, Nursel Aydoğan, nûnerên bawerî û neteweyên cuda jî di nav de gelek kes beşdarî komcivînê bûn. Salona Komcivînê bi zimanên tirkî, kurdî, ermenî, yewnanî, suryanî û erebî jî di nav de bi 13 zimanên cuda yên ku "em tên ba hev" hate xemilandin.
PANKARTÊN RENGÎN
Li salona kongreyê pankartên wekî "Ji bo gelan û baweriyan wekhevî, ji bo azadiyê", "Ji bo kezenckirina demokrasiyê", "Li dijî desthilatdariya zilam, cudakariya zayendî û li dijî newekheviyê", "Ji bo pirsgirsgirêka kurd çareseriya aştiyane û demokratîk", "Li dijî werankirina xwezayî û têkçûyîna aborî", "Li dijî êrîşên emperyalîst û dagirkeriyan" "Li dijî homofobî û transfobiyê em têne ba hev" hatin daliqandin.
Sedî 50 JIN
Ji ber ku ji sedî 50 kotaya zayendê heye nîvê salonê jin in. Salona kongreyê de gelek delegeyên ciwan hene û yekem car cudatiyên siyasî, etnîkî û civakî hatine ba hev. Delegeyên ku derketin ser dikê bi lazkî, suryanî, mihelmî, ermenî û hwd. silav dan. Demeke dirêj diruşma "Bijî biratiya gelan" hate qîrîn.
Her wiha kongre li ser frekansa jêrîn bi awayeke zindî tê temaşekirin:
Peyk: Eutalsat
Frekans: 10984 horizontal (berwarî)
3125 symbol Rate
3/4 fec