Hêzên ewlekariya Sûriyeyê gule li merasima cenazeyê siyasetmedarê kurd Meşal Temo û di encamê de 2 kes hatin kuştin.
Siyasetmedarê kurd Meşal Temo duh di encama sûîqestekê de li mala xwe ya li Qamîşloyê hatibû kuştin. Îro ji bo definkirina cenazeyê Temo merasim pêk hat. Li dor 50 hezar kesî di merasima cenazeyê de amade bû.
Hate diyarkirin ku hêzên ewlehiya Sûriyeyê êrîşê merasimê kiriye û di encama gulebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Wekî notek: Li gor hin agahiyên ku tên 2 mirî hene, li gor hinan kesek hatiye kuştin. Tê gotin ku kesê hatiye kuştin Cemal Huseyîn (58 salî) ye û hin kesên birîndar jî ev in: Ismaîl Hacî, Fehed Cuma, Muhemed Fewaz, Ehmed Xelîfa ve Muhemed Ebdî.
ANF
***
Nûçeya eleqedar:
- Piştî kuştina Temo ji Parîs û Washingtonê bertekên tund
Wêne ji Milliyetê hatiye girtin