Wan
Endamê Meclisa Giştî ya Bajarê Wanê Yildirim Ayhan ku duh li Çelê bi bombeya gazê ya polîsan hatibû kuştin îro bi beşdariya dehezaran kesî cenazeyê wî hate definkirin.
Di merasima cenazeyê de digel Hevserokê BDP'ê Hamit Geylani, Hevseroka KCD'ê û mebûsa Wanê Aysel Tuğluk, mebûsên BDP'ê Pervin Buldan, Ozdal Uçer, Nazmi Gür, Adil Kurt, Halil Aksoy, Husamettin Zenderlioglu Serokê BDP'a Wanê Cuneyt Caniş, endamên Platforma Demoksariyê ya Wanê û bi deh hezaran kes amade bû.
Gel cezaneyê Ayhan ji mizgeftên girt û ber bi goristanê ve ket rê lê di rê de polîsan dîsa êrîş kir. Digel êrîş û pevçûnan jî gel ber xwe da û cenazeya Ayhan bir defin kir.
Piştî definkirinê dia hatin xwendin û Serokê BDP'a Wanê Caniş axivî. Caniş got ku li tu derê dinyayê êrîşê cenazeyê nayê kirin û wiha got: "Walî û Midûrê Emniyetê dûrî wijdan û mirovahiyê ne. Çawa kurd xwedî li şehîdên xwe derketine ji niha û pêde jî dê derên."
Hevserokê BDP'ê Hamit Geylanî jî got ku bêyî ku tiştem li holê hebe polîsên Wanê gule bi ser mirovan de barandin, agir bi goristanê xistin. Geylanî wisa got: "Gelê kurd gavek berê îxanet, wehşet û yewat dît. Ev tiştên ku derketin holê li hemberî miriyê bêhurmetî ye. Bi saetan e em li walî digerin lê bersiva telefona me nade, jib er ku ditirse. Ji ber ku ev tirsonek in."
Piştî axaftinan Hevserokê BDP'ê Hamit Geylani, mebûsên Wanê Aysel Tugluk, Ozdal Uçer, Nazmi Gur, mebûsê BDP'ê yê Agirî Halil Aksoy, ya Îdirê Pervin Buldan, yê Culemêrgê Adil Kurt û yê Bedlîsê Husamettin Zenderlioglu ji bo bi Waliyê Wanê Munir Karaoglu re hivdîtinê pêk bînin çûn walîtiyê lê polîsên li ben derî gotin ku walî ne li cihê xwe ye. Mebûs dema ketin odeya walî dîtin ku walî li wê derê ye. Di vê navberê de Walî rabû xwest destê mebûsan bigire û xêrhatinê li wan bike lê mebûsan bertek nîşan da. Mebûs nîv saetê li walîtî man û derketin çûn kona ku ji bo şînê danîne.
Sê roj şîn danîn
Di vê navberê de Hevserokê BDP'ê Hamit Geylanî ku çû kona şînê got ku wan li Wanê ji bo sê roj şîn daniye.
***
Nûçeya eleqedar:
- Yildirim Ayhan ê bi guleya leşkeran birîndar bû wefat kir