Amed
Midûrê Karên Nivîsaran ê rojnameya Azadiya Welat Engîn Pamuk girtana rojnamejê şermezar kir û got ku piştî hilbijartinan Serokwezîr Tayyîp Erdagon got ku wan li Tirkiyeyê rûpeleke nû vekirine lê di heman seatan de polîsan êrîşî kurdan kir û sibetirê jî rojnameya wan hate girtin. Pamuk, diyar kir ku ev pêkanîn jî nîşan didin ku ji bo kurdan tiştek neguheriye.
Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Engîn Pamuk bi daxuyaniyeke girtina rojnameyê şermezar kir. Pamuk daxuyand ku zîhniyete statukoparêz û hiyerarşîk her tim ragihandin û agahdarkirina civakê ya rasteqîn bi çavsoriyê astenk kiriye û wiha berdewam kir: "Nemaze jî li welatekî wekî Tirkiyeyê ku bi dehan rojnameger ji ber fikr û ramanên xwe di girtîgehan de ne. Desthilatdarî ji bo civak bi awayekî rasteqîn neyê agahdarkirin her tim hêrsa xwe bi ser rojnameger û rojnameyan de dirijînin. Rojname û rojnamegerên ku dema nabin amûrê propogandayê yê desthilatdariyê rastî cezayên giran tên."
Pamuk, daxuyand ku ji sala 2002'yan ve heta niha hikumeta AKP'ê li dijî çapemeniyê bi her awayî astengî derxistiye û wiha dom kir: "Di sala 2002'yan de AKP dema ku bi serê xwe bû îktîdar kirina wê ya yekemîn guhertina qanûna çapemeniyê bû. Hin derdoran ev guhertin wekî nîmeta demokrasiyê nîşan da. Wê demê me got ku ew ê bi vê guhertinê bend û bendav li ber çapemeniyê bê lêkirin. Çawa di sala 2002'yan de kirina AKP'ê guhertina qanûna çapemeniyê bû ku bûye bendeke antî-demokratîk li hemberî çapemeniya azad, di sala 2011'an de jî kirina yekem a AKP'ê girtina rojnameya me Azadiya Welat bû."
Pamuk ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Tekane rojnameya ku li Tirkiyeyê bi zimanê kurdî weşanê dike Azadiya Welat bes tenê bi girtinan rastî pêkutî û tundiyê nayê, her wiha heta niha bi dehan xebatkarên me hatine girtin, îşkencekirin û kuştin. Midûrên Karên Nivîsan ên berê rastî cezayên girtîginê ku li dinyayê tu mînaka wan nîn e û temen jî têrê nake hatin. Lê girtina rojnameya me ku li dû axaftina serokwezîr Erdogan a li ser 'Şaneşîn'ê pêk hat ku di nav axaftina xwe de digot; 'Êdî asîmîlasyon qediya ye, astengî li pêşiya kurdî nema ye' careke din rastiya hikumeta AKP'ê raxist ber çavan û careke din rûpoşa wê ya derewîn xist."
Pamuk, di dawiya axaftina xwe de girtina rojnameyê şermezar kir û li hemberî pêkutiyên li dijî rojnameyê banga bihîstiyaryê kir. Pamuk axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Azadiya Welat a ku wekî dibistana kurdî ye bi vê biryara dijhiqûqî ev bû cara 9'an tê girtin divê ku bê zanîn tu carî li hemberî zext û zordariyên desthilatdariyê dê serê xwe netewîne. Em girtina rojnameyê bi tundî şermezar dikin û em bangî kesên demokrat, xwedî wijdan û gelê xwe dikin ku li hemberî vê biryarê bêdeng nemînin û li rojnameya xwe Azadiya Welat xwedî derkevin."
DÎHA
***
Nûçeya eleqedar:
- 15 roj cezaya girtinê dan Azadiya Welat