Diyarname
Weşanxaneya Do du pirtûkên nivîskar Arşevê Oskan weşand. Ji wan yek jê roman, yek jî pirtûka helbestan e.
Pirtûka yekem a helbestên nûjen bi navê “Xewnistan” hatiye weşandin. Di pirtûkê de hest û xewnên nivîskar bi rêya helbestan hatine pêşkêş kirin. Hezkirina bi jiyana ax û mirovan ve hatiye strandin, li ser rûpelê ew xewn bûne rastiyên jiyana hişyariyê.
Pirtûka duyem jî romaneke bi nave “Keştiya Penaberan” e. Bûyerên vê romanê li der û dora koçberan diçin û tên. Di nava rûpelên wê de koçberiya mirovên kurd ku li keştiyekê kom bûne derdikevin pêşberî xwendevanan. Bi van re hest, xewn û serpêhatî têne dîtin. Nakokî û sînorên ku dijminan xistine nava mirovên kurd li koçberiyê serî hildidin û sînor ji nû ve têne xêzkirin.
Nivîskar Arşevê Oskan ji kurdên başûrê biçûk e û niha li Almanyayê dijî. Heta niha ev pirtûkên wî derketine:
Hêviyên Birîndar, 1995, helbest,
Kê Gul Çinî?, 1999 helbest,
Berbang Qedexe Ye, 2001, helbest.
Jib o xwestinê:
doyayinlari@hotmail.com