Diyarname
Îro li Bajaroka Silehê ya Culemêrgê dema dolmîşa ku rêwiyên sivîl tê de hebûn derbas dibû teqînek pêk hat.
Di teqînê de 9 kes mirin, birîndar rakirin nexweşxaneyê. Piştî çend saetan hejmara miriyan derket 10'an.
Bi ser bûyerê re çend saet derbas nebûn Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke da û got ku tu eleqeya wan bi çalakiyê re nîn e û ev çalakî çalakiyeke kontrawarî ye.
BDP'ê heyeteke ku ji 10 kesî pêk hat şandi Culemêrgê.
Hate gotin ku Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak wê herin Culemêrgê
Agahiyeke balkêş a li ser bûyerê Ajansa Nûçeyan a Dîhayê weşand. DÎHA'yê ragihand ku li cihê bûyerê çenteyên ku li ser 'Tugaya Komandoyan a Çiya a Culemêrgê' hate dîtin. Di du çenteyên ku nêzî bûyerê hatine dîtin de kamera, mayîn û qeseture hat dîtin.