SAMÎ TAN
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) “Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî” li dar xist. Komxebat, rojên 12-13’ê pûşperê li Amedê bi beşdariya gelek zimanzan, perwerdekar û aktivîstên ziman pêk hat. Ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê (Îran, Iraq, Sûriye, Ermenistan, Rûsya, Ewropayê) gelek kes û sazî beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de rewşa zimanê kurdî û zimanên din ên Mezopotamya yê bi berfirehî hat gotûbêjkirin. Her wiha rê û rêbazên parastin û pêşvebirina van zimanan hatin nîqaşkirin. Di komxebatê de li ber tîşka ronahiya ezmûn û modelên cîhanî, mafên zimanî û mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî hatin nîqaşkirin. Ez dixwazim ji wê komxebatê çend nîşeyên ku min girtine pêşkêşî we bikim.
Deham Evdilfetah: Divê gavên pratîk bên avêtin, me berê jî biryar girtin, lê divê gav bên avêtin.
Em ê çawa karibin asta zimanê xwe bilind bikin? Gelek pirsgirêkên vî zimanî hene. Divê serê pêşîn ev pirsgirêk çareser bibin.
M. Selîm Uzun: Yew siyasetê millî û muşterîk bivînî. Di bakur de problemê girs esto.
Fadil Omer: Dewlet li gorî xwe pergalek ava kiriye. Me kurdan siyasetek ji bo zimanê kurdî heye?
Bernameyeke siyasî ji bo zimanê kurdî pêwîst e. Pêdiviya me bi saziyeke navendî heye her wekî Korî Zanyarî Kurdî, Akademiya Zimanê Kurdî
Du bingehên zimên hene:
1- Hewcedarî (Mixabin pergala heyî hewcedarî bi kurdî nehiştiye.)
2- Mena (ziman û nasname, çand)
Dilawer Zeraq: Berî malê xiştexişt, dawiya malê qirêjî hişt. Siyaseta kurd divê ji aliye giyanî ve xwe nêzî kurdî bike. Lê heta niha tiştê ku hatiye kirin bêdengkirin e. Siyasetmedar her tim qîriyane, vê yekê ziman bêdeng hiştiye. Divê êdî zimanê kurdî biaxive.
Heyder Diljen: Asta hişmendî û têgihîştinê gelekî bilind bûye. Divê xeleka qedexebûnê bê şikandin. Ev yek jî bi siyasetê dibe.
Elîxanê Mamê: Bila komîsyoneke wergerê bê avakirin, ji bo tîpguhêziyê ji kirîlî û erebî bike. Di televîzyonê de giraniyê bidin hînkirina zimên
Seyîd Faysal Muştevî: Em şuxlên dubare nekin, her ustanek dikare malperekê veke da ku kurd der barê kurdî de gotûbêjê bikin.
Şerefxan Cizîrî: Li holê du dîtinên şaş hene; yek dibêje kurdî ne girîng e, yê din jî dibêje kurdî her tişt e.
Kurdî divê bibe pîvaneke siyasî û exlaqî ji bo kurdan. Heke wisa nebe em bi ser nakevin.
Rênas Jiyan: Em wekî cematekê hatine vir û dilê hev xweş dikin. Ziman tiştekî civakî ye. Divê ji çarçoveya cematê derkeve,
Karê kurdî ji hêla hinekan ve ji epîstemeyê (zanîn) nayê hesibandin. Dema ku ez bi kurdî dipeyivim, ji hêla hinekan ve wekî tiştekî bedew nayê pejirandin. Kurd jî bi vî çavî lê dinêrin, serdestên me jî. Li gorî wan ji bo ku em tiştekî bedew bikin divê ez bi zimanê serdestan bikim.
Rodî Zinar: Tu çiqasî bi kurdî biaxivî, tu ew qas kurd î. Ajalên mirov jî bi zimanê mirov dizanin. Dayikek çûye Îzmîrê ji mirîşkan re gotiye, “Tû! tû! tû” mirîşkan guh nedaye wê, kurê wê gotiye “Bîlî! bilî! bilî!” Mirîşk bi aliyê wî de çûne. Televîzyona zarokan, zanîngeha hunerê divê bên avakirin.
Ayşe Gokkan: Navend yekrengiyê li ser civakê ferz dike, lê herêm rengîn û pirçandî ne. Lê êdî hatiye dîtin ku hemû karên Tirkiyeyê ji navendê nameşe, êdî rayeya rêveberiyên herêmî zêdetir bibe. Xebatên şaredariyan zêdetir xizmeta zimanên li herêmê bike. Polîtîkayeke wisa dê zêdetir li gorî rastiya civakê be. Gel divê ji şaredariyan xizmeta zimanî bixwaze. Divê gel bixwaze ku perwerdehî bikeve destê şaredariyan.
Niha li Nisêbînê gelek xizmetên me bi kurdî ne. Zimanê nav şaredariyan tev bi kurdî ye, civîn bi kurdî ne, xebatên çand û hunerî hemû bi kurdî ne. Divê kurdî bibe zimanê fermî. Divê zimanê bazirganiyê li Kurdistanê bibe kurdî. Heke em îradeya gel esas bigirin, em ê karibin li herêman polîtîkayên pirzimaniyê pêk bînim.
Sabiha Otlu: Divê em zimanê xwe wekî çermê xwe bibînin û zimanên din jî wekî kincên xwe bibînin. Tiştekî din jî heye di civînê de diviya hejmara jinan zêdetir bûya.
Behrûz Şûcaî: Divê serê pêşî armanca vê komxebatê diyar bibe. Gelo armanc siyaseta ziman e yan plandanan e? Meseleya kurdan girêdayî epîstemî ye.
Asîmîlasyon, oto-asîmîlasyon, têkildarî rengê nasyonalîzma kurdî ye. Çanda çepgir bi tenê ziman wekî navgîna ragihandinê dîtiye. Hê nû xebat têne kirin ji bo siyaseteke ziman bê diyarkirin.
Gelek siyasetmedar kurdî wekî emrazekê bi kar tînin, lê nakin navgîna gotarbêjiya xwe. Heke ziman bibe beşek ji amraza netewesaziya kurdî em ê bibêjin ev çalakî xizmeta kurdî dikin. Divê em di dariştina siyaseta xwe de jî samîmî bin.
Prestîja zimên girîng e. Di nav komên bi zimanê xwe napeyivin de, rêjeya sûcdariyê zêdetir e.
Xecê Şen: Ziman, îdeolojî bi xwe ye. Îro li hemberî asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê TZPKurdî heye.
Di warê polîtîkayên kurdî de muxatab Kongreya Civaka Demokratîk e. Di malên gel de dayik hînî tirkî têne kirin û em bi serfirazî jî sertîfîka didin wan. Ev şermeke mezin e.
Divê siyasetmedarên me zarokên xwe neşînin pêşdibistanan.
Mazlûm Dogan: Kurdiya akademîk derket zimanê kurdî berteng bû. Di çapemeniya kurdî de karîgeriya tirkî ye. Bo nimûne peyva “bandor” di wateya karîgerî de tê bikaranîn ew şaş e. Wateya wê “nîr” e. Gelek peyvên wiha hene ku rasterast ji tirkî hatine wergerandin, yekî ku bi tirkî nizanibe tiştekî jê fêm nake. Her wekî “pirsgirêk”, “anîna ziman” , “rojev”, “pêvajo”, “hevdîtin”, “binpêkirin”… Dema ku em bala xwe bidin zimanê gelêrî, em dikarin kurmanciya wan peyda bikin. Her wekî em dibêjin, “bîleta çûn û hatinê” lê di nav gel de jê re bîleta “duserî “ tê gotin.
Arjen Arî: Çapkirina pirtûka bi her du alfabeyan damezirandina pirtûkxaneyeke neteweyî pêwîst in.
Di rewşa weşangeriyê de aliyên erênî û neyînî...
Azad Zal: Weşanger ziman mayînde dike. Bo nimûne televîzyonên peykî. Di ziman de yekgirtin û berbihevhatinê pêk tîne. Gencîneya parçekirî ya neteweyî yekgirtî dibe. Ev aliyên erênî ne.
Hinek aliyên neyînî jî hene, em wan jî dikarin wiha rêz bikin:
Bazar qels e, ew jî bandoreke neyînî dike. Ziman û rastnivîsa yekgirtî nîn e. Di weşanxaneyan de edîtoriyeke xurt nîn e.
Li Başûr weşangeriya ehlî (arizî) nîn e, weşanxaneyên heyî li gorî siyaseta hizban tevdigerin. Li Başûr kêşeya zaravayan wisa bi nakokî bûye ku gihîştiye asta pevçûnê.
Li Bakur jî kêşeya kurmancî û kirmanckî heye
Ji bo hevnasînê pêdivî bi yekgirtin û çalakiyên wêjeyî yên neteweyî hene. Yekitiya weşangerên kurd, yekîtiya rojnamegeran û hwd. divê werin avakirin. Ji bo pevguherîna berhemên parçeyên cuda peyman bêne girêdan.
Fahrî Karakoyûnlu: Divê hiqûqnasên kurd hiqûqa navneteweyî bişopînin û doza mafên zimanî bikin.
Dema ku yek nikare xwe bi tirkî biparêze bila mirov wergerên kurdî bixwazin û her wiha divê mirovên din bi kurdî parastina xwe bikin. Divê Baro vê yekê bişopîne.
Edîp Polat: Bi zimanê xwe bijîn! Bingeha pişaftinê perwerdehiya bi tirkî bi xwe ye. Em ji perwerdehiya tirkî re bibêjin, “Êdî bes e!” Divê kanaleke fermî bê vekirin.
Divê kurd qada zanîngehan vala nehêlin. Dersên kurdî bila li ser billboardan bidomin. Divê demekê dibistan bên boykotkirin.
Fehîm Işik: Di qada ziman de divê kurd yekitiyeke neteweyî pêk bînin. Kongreya Civaka Demoratîk dikare di warê xebatên hevpar de pêşengiyê bike. Kurd dikarin zanîngeheke taybet ava bikin.
Rêveberiyên herêmî divê xizmeta perwerdehiya kurdî bikin. Hinek pirsgirêkên zimanê kurdî hene, divê ew bên çareserkirin. Ev bîst sal in ez bi kurdî dinivîsim, lê hê jî ez nizanim ka ez ê guh bidim kê û li gorî kê binivîsim. Xetereyek li ser zaravayê kirmanckî heye, divê hemû nivîskarên kurmanc hînî kirmanckî bibin.
Sûltan Şaman: Koçberiya bi darê zorê , bajarîbûn terikandina zimanê kurdî bi xwe re anî. Li bajaran ji me re hate gotin ku kesên bi tirkî nizanibin cahil in.
Ji berê de ye jin tim parêzvaniya zimanê xwe kiriye, lê îro di nav jinên kurd de hişyariyeke ziman nîn e
Di saziyên me de rêveberiyeke baş nayê kirin. Divê êdî lêborîn xwestin neyê pejirandin, êdî gavên pratîk bêne avêtin. Bi siyasetmedarên me zimanê xwe hîn bibin. Heta ku kurdî nebe zimanê siyasetê bi pêş nakeve.
Nivîskarên kurd ji civakê dûr dijîn. Zimanê wan jî fermî xuya dike. Nivîskar divê di nava gel de bijîn.
Li şûna biratiyê gotineke din divê bê dîtin, ev gotineke zayendî ye.
Sebahattîn Gultekîn: Têkiliya ziman û desthilatiyê, ziman û aboriyê girîng in. Di siyasetê de cihê ziman çi ye bila KCD aşkera bike.
Di demeke diyarkirî de divê kurdî bibe zimanê fermî yê KCD’ê. Divê hemû kadro û xebatkar zimanê xwe bikin zimanê kurdî.
Bila kes nebêje gel, her bibêje “ez”. Bila KCD di warê zimên de pêşengiya çalakiyên bêîtiatiyê bike û heke daxwaz neyên cih, bila kes zarokên xwe neşîne dibistanê.
Mazhar Aktaş: Di girtina kar a xebatkaran de saziyên me dikarin pîvana zanîna kurdî daynin .
Lal Laleş: Astengiya herî mezin li ber zimanê kurdî kurd bi xwe ne. Divê em dev ji gilî û gazinan berdin.
Divê kurd di saziyên xwe de bi ziman kar bînin, di ser wan re hinek xebatên çand û hunerî bikin.
Li ser navê hemû şaredariyan kovareke domdar a navendî ji bo zarokan.
Ji niha ve Baro û Odeya Tabîban divê têkiliyê bi şagirtên hiqûq û tibê re daynin û ji bo hînbûna kurdî wan han bidin, berê wan bidin Kurd-Derê da ku li wir kurdî hîn bibin.
Divê rênîşa rastnivîsê (erebî- latînî), ferhengeke hemû zaravayan, şîrketeke belavkirinê werin avakirin û bila rojname divê pêveka weşangeriyê bide.
Abdurrahîm Ozmen: Ziman mifteya bikaranîna çandê ye. Bi astengkirina zimanan têkliya mirovan bi jiyanê re tê qutkirin.
Kurd divê bala xwe bidin ser polîtîkayên zimankujiyê yên ku li ser zimanê wan hatine meşandin. Pirzimanî û karîgeriya zimanan li ser hev wan xurt dike.
Di pêkanîna polîtîkayên zimanî de mirov nikare bi tenê li hejmar û desthilatiyê binêre. Lewre jî divê kurd bala xwe bidin rewşa zimanên gelên din û hinek lehçeyên zimanê xwe jî. Hînbûna zimanê kurdî ne bi darê zorê lê ji ber pêdiviyê ji hêla gelên din ve wan xurt dike. Divê em girîngiyê bidin zimanên din ên Mezopotamyayê jî.
Nesîm Dorû: Zimanê suryanî zimanekî aramî ye. Aramî zimanê bakurê Mezopotamyayê ye. Li jêr hebeşî û erebî hene. Li rojava ji behra spî ji rojhilat heta Hindistanê bûye zimanê serwer. Têkiliya xristiyaniyê û suryanî pir girîng e. Cihê medreseyên Kurdistanê di pêşketina kurdî de çi be, cihê dibistanê suryaniyan jî di pêşketina suryanî de ew e.
Aramî bûye zimanê nivîsê û zimanê dîplomasiyê. Di parastina ziman de rista saziyên olî û dêran heye. Klasîkên yewnanî li suryanî hatine wergerandin, her wiha ji erebî, farisî werger hatine kirin, tiştên bi suryanî jî li van zimanan hatine wergerandin.
Suryanî li rojhilat riya yewnanî biriye. Lê di bin bandora suryanî de jî maye. Alfabeya suryanî di gelek zimanan de hatiye bikaranîn.
Têkiliya kurdî û suryanî jî hêjayî lêkolînê ye. “Çîroka Lavij” çîrokek e ku bi tîpên suryanî hatiye nivîsandin.
Li herêma Tûr Abîdîn suryanî pir hebûn. Niha kêmtir e.
Suryanî heta sedsala 6’an di navbera gelek medeniyan de bûye pir. Klasîkên felsefî pêşî li suryanî piştre li erebî hatine wergerandin.
Wekî daxwaz jî em dikarin van tiştan bibêjin: Di zanîngehan de divê kursiya suryanî vebe, di navendên lêkolînên rojhilat de li ser zimanê suryanî xebat bên kirin. Dema ku mirov li ser zimanekî dipeyive, mirov pê re jî zimanên têkildar dipeyive. Ji ber ku ziman mirov bi xwe ye.
Seyîd Faysal Muştevî: Em fikra cîranên xwe dikin, em fikra lehçeyên xwe nakin.
Yuksel Genç: Diviya nûnerên gelên Mezopotamyayê li vir amade bûna. Ji bo zimanan divê xweserî hebe.
Fadil Emer: Dema ku em doza azadiya zimanê xwe dikin, em daxwaza zimanê din jî bikin, divê pergal li ser pêkvejiyanê be. Tu têkiliya suryanî û aşûrî bi hev re nîn e, aşûrî zimanê Mezopotamyaya jêrîn e. Zaravayekî akadî bû, îro nemaye.
Ronayî Onen: Di fîlmekî de dayikeke hemşînî ji kurê xwe yê ku bi tirkî diaxive re dibêje, “Kurê min ji guhê min re neaxive, ji dilê min re biaxive.” Divê em jî ji guhê hev re neaxivin, ji dilê hev re biaxivin. Divê em jî atmosfereke pirzimanî pêk bînin. Kurd li ser erdê xwe di rêveberiyên xwecihî de modeleke demokrasiyê pêk bînin. Ev yek ji Tirkiyeyê re jî dê bibe mînak.
Azad Zal: Kurd jî hin caran dişibin serdestan. Ji ber ku li Kurdistanê piranî ne û serdestiyeke wan heye.
Behrûz Şûcaî: Prosesa netewesaziyê bi xwe re zimanê fermî tîne. Zimanê fermî: Zimanê rewa ye. Zimanê fermî bi xwe re sizakirinê tîne ji bo zimanên din.
Emîralî Şîmşek: Pergala xweseriya demokratîk îradebûna gelan pêk tîne. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî yekgirtinê xurtir dike. Di perwerdehiyê de wekheviya sûdwergirtina ji derfetan girîng e.
Li gorî baweriya min divê perwerdehî ji hêla şaredariyê ve bê dayîn, dewlet bi tenê kontrol bike.
Galîp Ensaroglu: Ji bo ku zimanek bijî divê bibe zimanê perwerdehiyê, lê ew jî têrê nake, divê pê re jî bibe zimanê bazarê. Lewre jî divê kurdî bibe zimanê bazirganî û bazarê.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin
***
Nûçeya eleqedar:
- 'Ji bo zimanê xwe li benda serdestan nesekinin'