Hevpeyvîn: Elîxan Loran
Nivîs bixwe çalakiyek e, dibe ku tu wergir û nîşangeh û nêteke wê tune be. Dîsa jî dixwazim bipirsim tu ji bo çi û ji bo kê dinivîsî? Nêta te ya real û ya sûblîmînal ango nêta ku tenê binhiş jê fahm dike çi ye?
Helîm Yûsiv: Meseleya nivîsê li cem min dest pê kir beriya ku ez bifikirim “ez ji bo kê dinivîsim”. Tiştekî wisa bû ku eleqeya wê bi biryarê re tune ye. Di biçûkaniya xwe de dema ku nizanim çawa bi ser xwendina pirtûkan ve bûm. Di zaroktiya min de pir tişt li dora min hebûn ku min ji wan fêm nedikir. Her tişt bi awayekî berevajî hatibû çêkirin. Şaşitiyeke mezin di meseleyê de hebû ku zarokekî wekî min di nav wan sînoran de bi wî awayî dijî, şaşitî çi ye, li ku ye, kê kiriye, çawa bûye min nikaribû ji nav hev derxista. Gava ku min dest bi xwendinê kir bi taybetî jî dest bi xwendinên edebî kir min dît ku dinyayeke din heye, ji bilî vê dinyaya ku em tê de dijîn. Bi awayekî wê dinyayê ez bi xwe re dibirim. Ev yek destpêk bû ji bo ku ez bi ser meseleya edebiyatê ve bibim. Piştî wê carekê min dît ku dihêle mirov xwe ji bîr bike. Dibe ku êşa mirov jî zêdetir bibe. Ji hêla rûhî de ew krîza hanê xurtir dibin, pirs pirtir dibin. Ew tiştên ku di zaroktiyê de li dora min hebûn êşeke ji serê zarokekî, ji dilê zarokekî mezintir bû. Dema min dest bi nivîsê kir ji bo sivikirina vê êşê bû. Min keşf kir ku nivîsandin wê êşê, wan pirsan, wê rewşa zehmet ya ku di zaroktiyê de hebû dikare hinekî siviktir bike. Bi vî awayî nivîsandin li ba wî zarokê biçûk dihat kişfkirin û min ji xwe dest pê kir. Yanî biryareke wisa girêdayî hundirê min bû. Min ji bo xwe, ji bo sivikirina vê êşa xwe dest bi nivîsandinê kir. Vê dawiyê min fêm kir ku tişta herî nêzî rihê min pexşan e bêtir ji helbestê, çîrok e û vê dawiyê jî roman e. Bi vî rengî ye. A niha tu ji min bipirsî, bersiva pirsa te niha bidim -tiştên ku heta niha min gotin ji bo destpêkê bûn- ez dikarim bibêjim ez ji bo wan kesan dinivîsim ku li cem wan lêgerînek heye. Yanî ew kesên ku dişibin min, ew kesên ku di vî aliyî de mijûl in. Mesela dema ez tiştekî dinivîsim ne derdê min e ku her kes ji min fêm bike. Yan jî her kes bizanibe bê ez çi dinivîsim. Û ne jî ez li bendê me ku ew berhem bi hezaran an jî bi mîlyonan bên xwendin. Ne li benda tiştekî wiha me. Lê ji bo wan kesan dinivîsim ku bi wan mijarên ku me gotin re mijûl in; mijarên felsefîk, zanistî, mijarên jiyanê, mijarên rastiya me, mijarên siyasî, mijarên civakî ên vê rewşa ku em tê de dijîn. Hinekî bi wan meseleyan re mijûl in. Ez dixwazim bi riya nivîsê têkiliyê bi wan kesan re deynim.
Dema em dinihêrin Mêrê Avis, Jinên Qatên Bilind, Mirî Ranazin çîrok in û dûre te romana Sobarto çap kir. Çîrok ji bo te platformeke çawa ye? Û çi niqutî dilê te, te got ez ê îcar jî romanekê binivîsim?
Helîm Yûsiv: Çîrok ez bûm. Dema min dest bi nivîsandinê kir min xwe nivîsand. Bi wî awayê hanê çîrokên min jî berdewam kirin. Her ku dem derbas dibû tecrube û serboriya mirov bi pêş diket, nivîsandina çîrokan jî pir dibû. Yanî min xwe di vî celebê wêjeyî de dît. Hevnifşên min tevan bi helbestê dest pê kirin. Lê tiştek li ba min heye ku zelal e, ez bi riya çîrok/pexşanê ez bêtir dikarim bibêjim. Helbest tiştekî zêde têra êşa min nedikir bû. Di helbestê de wê mesaja mirov zêde ne zelal bûya. Ji ber vê meseleya çîrokê/pexşanê ji hêla rihî ve bala min kişand. Ji hêla zanistî ve jî hilbijartina aqil û mejî her duyan bû. Yanî ne hilbijartina aqil tenê bû. Çîrok ji bo min tiştekî wiha bû. Mala min bû, ez di hundirê wê malê de mezin bûm. Meseleya çûna ber bi romanê ve, di dema ku ez di hundirê wê malê de mezin bûm, ji aliyê hinek kesan ve dihat gotin ku “ev çîrok, ev karakterên çîrokê an jî tevna ku çîrok pê hatiye nivîsandin, tevî ku çîrok in jî tiştek ji romanê ne”. Mînak “min gelek caran qala karakterekî kir ku jidayîkbûna wî heta mirina wî wê çîroka hanê dixe bin ronahiyê”. Ji ber ku gelek caran hate gotin ku “tenê roman dikare tiştên wiha bike, ev bi riya çîrokê nayên gotin”. Gelek rexneyên bi vî awayî dihatin lê min tenê guhdarî dikir. Hêdî hêdî min dît ku wê mala ez tê de bûm –dibe ku têkiliya wê bi pêşketina emir re jî hebe, yanî mirov mezin/kamil dibe- hinek faktoran hişt ku ez bifikirim, ew xaniyê ku ez tê de me ji min re teng tê, bêhna min tê de teng dibe û tiştên li cem min gelekî pirtir in / mezintir in ji vî xaniyê ku ez tê de me. Wekî kesekî ku sê çar hezar kitêbên wî hebin û di xaniyekî biçûk de be û dûre ew kitêb bibin deh hezar û yazdeh hezar, ew xanî nema têra wan kitêban dike. Ji bo min jî ew êş û ramanên ku hebûn û min dixwest bibêjim di wî xaniyê biçûk de bi cih nedibûn. Min dixwest mala xwe firehtir bikim. Ji bo ku ez karibim ew tiştên li ba xwe baştir bibêjim. Çûna ber bi romanê ve hewldaneke bi vî awayî bû ji bo ku karibim hin deriyên ber rihê xwe vekirî bihêlim. Wan derdên xwe, wan ramanên xwe bi awayekî zelaltir bibêjim. Mala mezin hezkirina odeya biçûk a ku ez her tim tê de jiya bûm -mebesta min jê çîrok e- ji dilê min dernexist.
Te her du pirtûkên xwe yên pêşîn (Mêrê Avis û Jinên Qatên Bilind) bi erebî nivîsand û dû re jî kurdiya wan derket. Ji ber kîjan sedeman te telaqê erebî da destê erebî û dageriyayî ser kurdî?
Helîm Yûsiv: Bi baweriya min ew vegera li xwe bû. Yanî nivîsandina min a bi erebî ne tiştekî normal bû. Zarokekî kurd bûm di malbateke kurd de mezin bûbûm, dê û bavên min heta ku mirin jî ji bilî kurdî bi zimanekî din neaxivîn. Ne bi erebî û ne bi tirkî nizanibûn. Di malbateke wisa de ez mezin bûm ku zimanê rihê min, zimanê aqilê min, zimanê hestên min, zimanê jiyana min a rojane kurdî bû. Erebî tenê zimanê dibistanê bû. Piştî şeş heft saliya xwe ez erebî hîn bûm. Lê pirbûna jêderên erebî û xwendiya me ya dibistanê û dûre di zanîngehê de jî erebî bû. Ligel zêdebûna jêderên erebî zimanê kurdî qedexe bû. Ê min jî ji biçûkaniya min û heta niha kêfa min gelekî ji xwendinê re tê. Ji nivîskariyê zêdetir kêfa min ji xwendinê re tê. Min pir dixwend, di bin bandora vê xwendinê û zêdebûna jêderên erebî de hişt ku zimanê mejiyê mirov, derbirîna mirov bibe erebî. Ji ber ku heta te pirtûkek an romaneke bi kurdî bi dest bixista te dikaribû hezar pirtûkên erebî bi dest bixî. Vê rewşa nenormal hişt ku ez bi erebî dest bi nivîsê bikim. Hêdî hêdî bi derbasbûna demê û guherînên siyasî re derfeta ku mirov zimanê xwe yê kurdî jî bi pêş bixe derket holê. Dema ku gihîşt mirov di asta zimanê erebî de wekî zimanekî wêjeyî kurdî bikar bîne min dest bi nivîsandina bi kurdî kir. Çûna ber bi kurdî ve ne guherîn bû. Ew vegera li xwezahiya xwe bû. Ji ber ku tiştê herî normal ew bû ku kurdek bi kurdî binivîse. Tiştê ne normal di jiyana min de ew nivîsandina bi erebî bû. Dema derfet çêbû min ew nenormalî ji jiyana xwe derxist û bi zimanê xwe yê dê nivîsand. Ji ber vê bêyî ku ez biryarên mezin wergirim min telaqê erebiyê xist destên wê. Ji ber vê yekê jî ez kêfxweş im. Ne ku kêfa min ji zimanê erebî an jî ji zimanekî din re nayê. Helwesta min li hemberî tu zimanî tune. Lê tiştê ku li ba min bû vegera li xwezahiya min bû, vegera li rewşa normal. Jixwe rexne û nirxandinên ku der heqê wan berhemên min ên bi erebî de dihatin kirin de jî digotin “bi kurdî fikiriye, bi erebî nivîsiye.” Yanî di wan berhemên erebî de jî zîhniyeta avakirina hevokê jî bi kurdî bû. Jixwe çîrokên ku min dinivîsandin bi giştî li ser jiyana herêma me bûn, li ser bajarê min Amûdê bû. Ji ber wilo jî carinan diyalogên di navbera kesan de min pêşiyê werdigerand erebî û paşê dinivîsand. Ew kesên ku min qala wan dikirin zimanên wan ne bi erebî bû, kurdî bû. Dema ku min ew berhem wergerandin kurdî –bi baweriya min peyva wergerê lê nayê, jixwe bi kurdî bûn, erebiya wan werger bûn. Min ew rasteqîniya wan wergerandin. Jixwe tu gava tekstên bi erebî û kurdî bidî ber hev wê gelek cudahî hebin. Ne tenê di peyv û hevokan de, ji gelek aliyan ve cudahî hebûn. Gava min ev xebat kir min xwe zêde girêdayî tekstên erebî hîs nekir. Tenê rihê çîrokê, naveroka wê, tevna wê wergerand kurdî.
Dema em li çîrok û romanên te dinihêrin ne giş be jî di gelekan de leheng xwendevanên zanîngehê ne. Ne mamoste ne, ne bijîşk û ne endezyar in. Hê xwendevan in. Sedema ku tu profîl û demografiya xwendevanên zanîngehê bi kar tînî çi ye?
Helîm Yûsiv: Çîrokên min gelekî nêzîkî min in. Gelekî nêzîkî jiyana min a şexsî jî ne. Ez dikarim ji te re bibêjim ku heta niha min çîrokek nenivîsiye ku ji jiyana min tiştek tê de tune be. Ji ber ku nivîsandin tiştekî gelekî hundirîn e. Agirê ku min neşewitîne ez nikarim li ser wî agirî binivîsim. Ez nizanim dibe ku xaleke lawaz be jî di nivîskariyê de. Lê heta radeyeke mezin jî girêdayî jiyana min a taybet e. Çima ez van fîguran hildibijêrim? Tu bala xwe bidiyê piranî girêdayî jiyana zaroktiyê, xortaniyê an jî zanîngeh û xwendinê ne. Ji ber ku min ev her du qonax li paş xwe hiştine. Qonaxeke ku min li paş xwe nehiştibe ez ê nikarim baş li ser wê binivîsim. Wekî mînak; kesê çîrokê kalekî şêst an jî heftê salî be, baweriya min a heta niha ew e ku ez ê nikaribim hestên wî wekî ku tê xwestin bînim ziman. Lê dema qala zarokekî yan xwendekarekî zanîngehê bikim, ji ber ku min ev qonax li paş xwe hiştine ez ê karibim wan baş binivîsim. Ji ber ku wê tiştekî nû tê de hebe. Wê ji rihê min re veke ku ew çîrok bi awayekî rû bide.
Çîroka te ya “Komara Dînan/Şermola” ji aliyê Teatra Jiyana Nû ya NÇM’ê ve hatibû lîstin. Û em di “Memê Bê Zîn” de rastî kurteşanoyekê tên. Di vir de rewşek heye mirov ne dizane komedî ye an trajedî ye. Bo çi qedrê serî nizane lê jê re divê sola reş?
Helîm Yûsiv: Di vê şanoyê de ku min ew wekî ceribandinekê nivîsiye û kirasê kurteçîrokê lê kiriye. Min xwest ez balê bikişînim ser têkiliya civaka me ya bi pirtûkan re. Wekî sembol jî tiştê herî zêde pêdiviya mirovan pê heye, ji hêla sembolîk ve bê nirx e sol e. Mirov dixe lingên xwe û dimeşe. Dema mirov li rewşa civaka kurd binihêre, ew civak çawa têkiliyê bi pirtûkan re datîne, pirtûk pêdiviya rihê însanan e. Lê pêdiviya lingên însanan bi wê solê/alavê heye. Dema ku mirov her duyan bîne beramberî hev, mirov dikare rewşa civaka me ji gelek aliyan ve fêm bike an jî binirxîne. Mesela civakeke ku tu pêdiviyê bi hewcedariyên xwe yên rihî nabîne. Wê asta wê civakê çi be? Wê ew civak heta çi radeyê hatibe xerakirin? Dema ku sol ji bo her kesî pêdiviyeke sereke be û kesek li pirtûkê nepirse, ji hêla mirovayetî ve wê mantelîte û zihniyeta wê civakê çi be? Min xwest ji van her du aliyan ve civaka kurd bixim ber ronahiyê. Ji bo ku şaş neyê fêmkirin ez nabêjim civakeke wiha wiha ye. Ew nayê wê maneyê ku ew civak sûcdar e. Rewşa ku civaka kurd tê de ye sûcdar dikim. Sûcdar diyar in, biyanî ne. Wekî encama dagirkirinê, qedexekirina ziman, qedexekirina hebûn û taybetiyan, xerakirina rih ev hemû encamek ji encamên siyasetekê ne. Encamên dîrokekê ne. Beramberîhevkirina wekî komediyê nivîsandin wê derfetên wê ji çîrokê zêdetir bin. “Komara Dînan” bi awayekî din bû. Hem mijareke dîrokî bû, Komara Mehabadê hebû, hem jî hewldanên kurdan ên ji bo azadiya xwe nîşan didin. Min xwest ez rewşa niha û ya berê bi riya dînan bînim ber hev. Ji ber ku daxwazên kurdan ên xwezayî dema dihatin ziman her kesî serê xwe bera ber xwe dida. Digotin “ev dîn in, ji derveyî civakê ne, ji derveyî mantiqê ne”. Ji ber ku li gor wan mantiq ew e ku zimanê te qedexe be, tu bi zimanê serdestan biaxivî. Mantiq ew e ku tu bê welat bijî. Min xwest ez vî mantiqê berovajî tazî bikim bi wî awayê şanoyê.
Di “Tirsa Bê Diran” de mirov rastî tirsekê tê. Lê ne tirseke ku mirov jê biqutife. Wekî tirsa xezaleke ku her dem li ber çavên xwe şêrekî dibîne ango destê leheng her dem li ser dilê wî ye. Dilê wî nerehet e. Dilnerehetiya ku derbasî mêrga wî rihê bûye ji tirsa mirinê jî bêtir dike ku di hundirê xwe biqilqile. Gelo ji bo çi te xwest tu ewlehî û sîgortekirina dahatûyê wekî romanekê pêşkêş bikî?
Helîm Yûsiv: Mijara sereke ya ku min dixwest roman li ser ava bibe, tirs bû. Mijara tirsê jî li ba min hinekî girêdayî sînor e. Hinekî girêdayî rewşa heyî ye, hinekî girêdayî rewşa welat e. Di vê romanê de min xwest ez balê bikişînim ser navnîşana tirsê. Bê ew tirs li ku veşartî ye. Ji ber wilo jî dema ku mijara tirsê tê gotin ew quncikên di navbera çar welat û çar sînoran de tê bîra mirov. Di nav wan sînoran de jî bi taybetî aliyê rojava –aliyê Sûriyeyê-. Ew der hinekî ji parçeyên din cudatir e. Taybetiya wir çi ye? Heta Adara 2004’an jenosîdeke spî hebû. Bi her awayî ziman ji holê dihat rakirin. Li herêmên kurdan ereb dihatin bicihkirin. Qirkirina neteweyekê li dar bû. Lê bêyî ku dilopek xwîn birije an jî girtin pêk bê –girtin jî gelekî kêm bûn-. Bi tevahî berê xwe dabûn ruhê mirovan û dest bi xerakirinê kiribûn. Xerakirina ruhê mirov jî çi li pey xwe dihêle? Tirsê li pey xwe dihêle. Niha kesekî ku ji wê derê bê tu ji min bipirsî “ka wê sîstemê û dewletê çi kir ji serên we? Tu çend salan hatî girtin”? Wê ji te re bibêje “ Ez nehatim girtin”. Tu bibêjî “çend kes ji malbata te kuştin” dê bibêje “kes nekuştin”. Tu her qala tundiyê bikî dê bibêje “tune”. Tu yê bibêjî “wisa be ev rewşa heyî çi ye”? Ew dijwariya sergirtî ya ku kurdên me tê de dijîn, min xwest ez perdeyê ji ser hilînim û dema perdeyê ji ser hilînî beriya her tiştî tirs tê dîtin. Mirovekî tirsiyayî, mirovekî ji xwe ne bawer, mirovekî ruhê wî xerakirî, mirovekî ku ber bi windabûnê ve diçî. Ev hemû xisletên wî mirovî ne ku çil pêncî sal siyaset û perwerdehiya wê sîstemê li pey xwe dihêle. Di romana “Tirsa Bê Diran” de min xwest ev mirovê ku em qala wî dikin hinekî deynin ber ronahiyê û wekî kesê sereke yê romanê bi cih bikim. Ji ber wê jî min xwest di wê romanê de qala sê karakteran bikim. Yek jê kesekî ku li wir dimîne, yek jê berê xwe dide derve û yek ji wan jî dawiyê berê xwe dide derve. Ji yên diçin derve –ji derve mebesta min Ewropa ye- yek winda dibe yê din jî dibêje “ew winda bû” lê ew jî hêdî hêdî li pey şopa wî ye. Bêyî ku haya wî jê hebe. Bi vê romanê min xwest ez rastiya civaka me ya wê derê ragihînim. Min xwest ez bidim nîşandan ku ketiye rewşa mişkê Kafka, ew mişkê ku bi çar dîwaran hatibû dorpêçkirin, dîwarê pêncan ji bo wî devê pisîkê bû. Derketina Ewropayê jî ji bo wan kesan devê pisîkê bû. Ji ber wilo jî ne bi çar aliyan ve ji pênc aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Ku ew dîwar jî dîwarên tirsê ne.
Di romana te ya dawîn “Gava Masî Tî Dibin” de rewşa kesekî, di sê qonaxan de tê gotin. Berî şervaniyê, dema şervaniyê û piştî şervaniyê. Di romanê de te bala xwe daye rewşa kes û bandora şer a li ser wî. Gelo te lehengê xwe têra xwe tenê nehiştiye?
Helîm Yûsiv: Jixwe lehengê min bi tenê bû û roman jî qala kesekî bi tenê dike. Ku te bala xwe dabe “Masî” ji destpêkê ve yekî ku bi tenê dijî ye. Bi awayekî ji malbata xwe jî hatiye derxistin û ji serî ve kesê herî nêzî Masî, kûçikê wî “Bozo” ye. Dema yek endamekî civakekê be û endamekî/e wê civakê ji kûçikekî nêzîktirî xwe nebîne nexwe ew kes bi tenê dijî. Ev yek, ya diduyan di vê romanê de min nexwest ez qala şer û jiyana şervanekî bikim. Min xwest qala jiyana mirovekî bikim. Ew kes di civakekê de dijî ku parçebûyî ye. Ew ne ji ber bîr û baweriyên xwe yên siyasî –tevî ku ew di nav de ye jî- xwe di nav wî şerî ku li welatê wî tê jiyîn de dibîne. Li vê derê tiştê ku herî zêde ez li miqate bûm ji bo ku ez nekim ew bû ku ez balê bikişînim ser bandora wî şerî. Tu lê binihêrî jiyana Masî ya beriya şer beşeke berfireh a romanê ye. Jiyana wî ya piştî şer yanî piştî ku ji şer vedigere jî wisa ye. Dema ku min qala şer kiriye, dema ku beşdarî şer bûbû min bi riya wan tiştên însanî, tiştên ku min dixwest ez bibêjim min qala wê qonaxa jiyana wî kiriye. Ya din jî wek pirsekê di vê romanê de min xwest ji xwendevanan an jî kesên ku têkiliya wan bi vê mijarê re heye bipirsim. Gelo kesek aliyê din ê sînor dijî –dewletek din e, civakeke din e- çima beşdarî şerekî ku li vî aliyê sînor e dibe. Û ewqasî xwe di nava wî şerî de dibîne û bandora şer lê dibe. Çima? Gelo ev sînor çi ne? Heta çi radeyê bandora xwe li vê civakê kirine û ew ji hev dûr xistine. Ew hinek ji wan pirsan bû ku min bi riya Masî –ku ji Binxetê bû û beşdarî şerê li Serxetê dibû- dikir. Ji ber ku baweriya min jî ew bû ku sînor û dewletên ku ev welat parçe kirine nikaribûn bikin du civakên cihê. Tiştê ku dikaribûn bikin ew bû ku ruhekî xera bikin, civakekê xera bikin, têkiliyan xera bikin. Bi vî awayî lê nikaribûn bikin du civak. Û ew ê nebe jî. Yek ji mijûliyên min ên di vê romanê de ev in.
Şêweyê vegotina te ya “Gava Masî Tî Dibin” em dibînin ne wekî şêweya berhemên te yên din e. Di romanê de vebêj bireser in, ango obje ne. Wekî mînak derî, kum, pirtûk, nivişt, sol û hwd. Gelo ji bo balkişandina ser psîkolojiya leheng obje bêhtir dikarin biaxivin? Leheng çi bi devê xwe, çi bi devê seyêmîn biaxiviya dê di vegotinê de alîgirtinek hebûya gelo?
Helîm Yûsiv: Du alî hene ji bo vê meseleyê. Yek; min dît dema ku ew bi xwe qala xwe bike wê wekî vêbejiyeke di ser re be. Dema kesek qala xwe bike dê nikaribe awayekî objektîf qala xwe bike. Ji ber ku ew aliyekî meseleyê ye. Ji ber wê min nexwest ew qala xwe bike. Ya diduyan, min xwest ez balê bikişînim ser karakterê wî yê hundirîn. Yanî ev teknîka ku min bikar anî balê dikişîne ser jiyana Masî, têkiliya Masî ya bi tiştan re. Ew tişt dikarin baştir qala Masî bikin ji hevalekî wî yê mirov. Ev tişt nêzîkî karakterê Masî ye jî. Ji ber ku karakterekî bi tenê ye ji ber ku têkiliya wî ji mirovan bêtir bi tiştan re heye. Yanî hilbijartina vê teknîkê girêdayî karakterê Masî û hundirê wî û xwezahiya wî ye. Van her du sedeman hişt ku ez vê teknîkê bikar bînim û balê bikişînim ser wê yekê jî ew tiştên ku bi mirov re dijîn û haya mirov jê tune beşeke ji jiyana mirov in. Û rastiya mirov baştir dizanin û dişopînin û dikarin vebêjin jî.
Gava mirov qala çîroka kurdî bike yekser navê Helîm Yûsiv tê bîra mirov. Di gelek nivîsan de tê gotin ku çîroka kurdî xitimiye. Fikira te li ser vê yekê çi ye? Û bi awayekî îronîk mirov li meseleyê binihêre, ma xitimîn ne tiştekî baş e ku dê rojekê ev xitimîn vebe û bi wê re jî gelek tiştên ku sekinîbûn biherikin?
Helîm Yûsiv: Yanî hurmeta ji dîtin û nêrînên her kesî/ê re heye. Lê tu carî ez ne bi wê yekê re me ku çîroka kurdî xitimiye, an jî hatiye xitimandin. Bi min ev dîtineke ne cih de ye. Dîtina min berevajî vê yekê ye. Gava mirov dibêje çîroka kurdî gelek kes, faktor û rewş tên bîra mirov. Ez ê serbilind bim ku keda min di geşbûna çîroka kurdî de hebe. Lê wê bi navekî û du navan ve ne girêdayî be. Gava mirov dibêje çîroka kurdî, mirov qala rewşekê dike. Ji ber wê jî ê min fikirên min bêrevajî wê dîtinê ye. Bi dîtina min îro ro riya ku li ber çîroka kurdî û bi taybetî jî ya li ber a kurmancî li Bakur ji her rojê bêhtir vekirî ye. Ev kesên ku wiha dibêjin dibe ku xwe bispêrin nirxandinên reşbîn û wekî kesên ku her tim li aliyê vala yê qedehê dinihêrin. Bi baweriya min divê mirov bi tenê aliyê vala nebîne. Ez ji bo çîroka kurdî xweşbîn im.
Gava ku mirov li jiyana Helîm Yûsiv dinihêre toz, sînor, nasname, takekes, agirê sînemayê, mayîn, çûyîn, penaberî, nivîs li ber çavan dikevin. Te ji van tiştan û gelek tiştên girêdayî van tiştan kîjan daqurtandiye? Û dîsa ji van tiştan kîjan di hundirê te de ne û tu venerişyayî?
Helîm Yûsiv: Ev tiştên ku te rêz kirin hemû ez im û hin tiştên din jî hene. Baweriyek li cem hebû -dema ku ez wan sînoran derbas bikim, di mehên dawîn ên derketina min a derveyî welêt- ev mijarên ku te rêz kirin ez ê bikaribim li pey xwe bihêlim û ez ê ji vir herim. Piştî ku min ew sînor derbas kirin û ez çûm wê derê, min dît yek ji van tiştên ku te hejmartin jî min nikaribû ji hundirê xwe derxim. Lê her tişt jî hat guhertin. Nêrîna mirov a li wan tiştan, têkiliya rihî ya di mirov û di wan tiştan de, zelalbûn û nezelalbûna wan tiştan, rengê têkiliyê yê bi van mijaran re guherî. Lê hemû di hundirê min de zelaltir bûn. Baweriya min ew e ku heta ez bijîm ez ê ava nivîsandinê ji van çavkaniyan vexwim. Wê ev çavkanî di hundirê min de neçikin û xelas nebin. Heta niha jî toza Amûdê di bin çermê min de ye. Li Ewrûpa her roj ez serê xwe dişom lê ew toz di bin çerm de ye. Ne ava Ewropayê û ne jî ava dereke din nikare wê tozê ji bin çermê min derxe. Wisa jî mijara sînor û welatê mirov wekî birînekê di bin çengê mirov de ye. Herî ku ew birîn bi te re ye. Ji ber wiha derketina Ewropayê tenê hinek guhertin çêkirin. Bîr û bawerî û zanînên mirov de di hinek tiştan de zêdetir kirin. Tenê rengê van birînên rihî guherî lê kûrahiya wan wekî xwe man.
Çîrokeke te ji ber hevoka “dinya ji tuwaletekê biçûktir e” li Sûriyeyê hatibû sansûrkirin. Bi rastî dinya ji tuwaletekê tengtir e nemaze jî bo kurdan?
Helîm Yûsiv: Ew çîroka ku tu dibêjî çîrokek bû ji pazdeh çîrokên “Mêrê Avis” hat sansurkirin û ew çîrok ji pirtûka çapa erebî hat derxistin, paşê me li a kurdî zêde kir. Çîrokeke gelekî taybet e ez naxwazim li ser wê biaxivim lê bi awayekî ez dikarim vê bibêjim; dema ku min nivîsîbû “dinya ji tuwaletekê biçûktir e” ez di rewşeke wisa de bûm ku min dinya wiha didît. Piştî ku min cihê xwe guhert û min mezinahî û firehiya dinyayê dît, ez niha dinihêrim ku tuwalet tiştekî pir mezin e dema mirov bide hemberî dinyayê. Ji ber mantiqa ku dinyayê bi rê ve dibe, mantiqa hêzê û pasaportê, ez dibêjim dinya ne tenê ji tuwaletê, ji qulika tuwaletê jî biçûktir e.
Gotina dawîn ji ya pêşîn dijwartir e. Gotina te ya dawîn ji bo xwendevanên Kovara Wyê çi ye?
Helîm Yûsiv: Ji ber ku wê xwendevanên Kovara W’yê bi kurdî zanibin ez ê qala girîngiya ziman nekim. Lê her dem kêfa min ji wî xwendevanî re dihat ku, ne xwendevanekî basît bû, yanî gava ku nivîsekê bixwîne karibe têkiliyekê bi wê nivîsê re deyne. Ew têkilî ji hêla rih de be, ji hêla aqil de be, serbest e bi çi awayî be. Lê ji bo xwendevanên Kovara W’yê mirov dikare vê yekê hêvî bike ku xwendevanên kovarê jî ji wî cureyê xwendevanan be. Nivîsên ku bixwînin ne tenê wekî ziman divê wekî rih jî têkiliyê pê re deynin. Bila W’yê bişopînin û piştgiriya wê her tim bikin ji ber ku kovareke li dilê welatê me bi zimanê me derdikeve, gerek hinekî taybetiya wê hebe. Ji bo xwendin û belavkirina wê çi ji destê mirov bê divê mirov bike.
Em spas dikin
Helîm Yûsiv: Ez jî spas dikim.
***
Ev hevpeyvîn di hejmara 30 a kovara W’yê (Rêbendan – Reşemî 2010) de hatiye weşandin