Diyarname
Hefteya borî li Diyarbekirê maça Diyarbekir betal bû, vê hefteyê li Stenbolê... Piştî vê kêliyê wê Diyarbekirspor bi ku ve here?
Hefteya borî li sehaya Diyarbekirsporê di maça Diyarbekirspor û Bursasporê* di deqîqeya 17'an de maç hatibû betalkirin. Vê hefteyê jî maça Diyarbekirsporê li Stenbolê hate betalkirin.
Di hefteya 25'an a Lîga Super de vê hefteyê li Stenbolê, li Stada Olîmpiyatê, tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İstanbul BŞB) û Diyarbekirspor hatin hemberî hev. Di deqîqeya 87'an de lîstikvanê İstanbul BŞB ê bi navê Turn golek avêt û İstanbul BŞB 1-0 derket pêş. piştî vê kêliyê alîgirên Diyarbekirsporê alav avêtin nav sehayê û komek jî ji wan bi qasî 50 kesî derket nav sehayê. Li ser vê yekê hakêmê maçê Huseyîn Gokçek maç betal kir.
Hêzên ewlehiyê pêşî li temaşevanan girt, lîstikvan jî bi lez ji sehayê derketin.
Serokê Klûba Diyarbekirsporê Çetin Sumer piştî ku ji sehayê derdiket nedixwest tiştek bibêje lê li ser israra rojnamegeran got: "Ev tiştek şaş e. Ev temaşan ne temaşevanên me ne." Li ser pirsa "Piştî vê yekê wê çi biryar bê dayîn" jî Sumer bersiva "Wê Federasyona Futbolê biryara vê bide" da.
Teknîk Dîrektorê Diyarbekirsporê Guvenç Kurkar jî got "Maç xelas, tişteke bê gotin nîn e" û çû siwarê otobusê bû.
Di rewşên wisa de, temaşevanên kîjan tîmî bûbin sedema betalkirina maçê ew tîm wekî tîma têkçûyî bi awayekî fermî tê îlankirin. Li ser vê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) wê biryara xwe bide. Ger TFF hem di maça Diyarbekir û Bursayê, hem jî di vê maçê de biryara bi awayekî fermî tekçûna Diyarbekirsporê bide rewşa Diyarbekirsporê ya di Lîga Super de wê pir xirab bibe. Li gor pûanên niha Diyarbekirspor di nav sê tîmên dawîn de ye.
Dîsa li gor xaleke din a rêziknameya fûtbolê ger di salekê de du caran maç betal bibe û bîryara bi awayekî hukmî ya tîmeke bê dayîn ew tîm cih de ji lîga tê de tê avêtin ji bo lîgeke jêrtir. Ger federasyon hem ji bo maça Diyarbekir û Bursa, hem jî ji bo maça Diyarbekir û İBB'yê biryara bi awayekî hukmî têkçûna Diyarbekirsporê bide Diyarbekirspor cih de dê bikeve lîga duyem.
Bi gotina dawî: Temaşevan û alîgirên Diyarbekirsporê ger wisa bikin Diyarbekirspor baş bilîze jî, xirab bilîze jî wê ji lîgê bikeve. Mirov rewşa temaşevanên Diyarbekirsporê ya di maça Bursayê de fêm dike, lê di vê maçê de na. Gelo hin bi Diyarbekirsporê dilîzîn?