Sala 2006’an di hêla weşangeriya kurdî de saleke serkeftî bû. Ligel hejmara zêde a pirtûkan, di hêla kalîteyê de jî gelek berhemên hêja derçûn. Di nava vê salê de dîsa wekî her tim herî zêde pirtûkên helbestê hatin çapkirin, lê vê carê bi ferqekê; ji ber ku vê carê gelek pirtûk ji hêla helbestvanên jin ve hatine nivîsîn. Tişteke din ku divê em balê bikişînin ser jî pirrengiya di cûreyên pirtûkan de ye.
Hejmara pirtûkên 2006’an ên ku me karî diyar bikin 84 ne. Di nav evên ku me diyar kirin de helbest bi hejmara 21’an di rêza yekemîn de ne û mirov dikare bibêje hin ji van bi rastî jî serketî ne. Dûre bi hejmara 10’an çîrokên nûjen û yên gelêrî tên. Di nav pirtûkên îsal de zêdebûna berhemên gelêrî jî xwe nîşan dide. Her wiha bi giştî 6 roman jê didu werger hatine çapkirin. Du jê werger 3 tekstên şanoyê jî ji bo bala şanogeran hatine pêşkêşkirin.
Îsal herî zêde Weşanên Pêrî pirtûkên bi kurdî çap kirine ku hejmara wan 12 ye û dûre Avesta tê bi 10 pirtûkan. Di nav pirtûkên Avestayê de di beşa “Şahmaran”ê de 5 pirtûkên helbestan ên jinên kurd cihêrengiyeke di nav weşanên îsal de. Di nav nivîskarên herî zêde pirtûkê wî/ê hatine çapkirin de jî Hîlmî Akyol tê. Yek ji Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 4 jî ji Weşanên Do 5 pirtûkên Akyol îsal xwe gihandine xwendevanan.
Enstîtuya Kurdî ya Amedê ku ev çend sal in kar û barê xwe yên li ser kurdî dike îsal bi çapkirina 6 pirtûkan hem bal kişand ser xwe, hem jî gaveke nû avête nav weşangeriya kurdî. Disa Weşanên Do ku vê payîzê hat avakirin jî bi 5 pirtûkên xwe hêviyeke din pêşkêş kir. Xwediyê weşanxaneyê li ser pirtûkên xwe got; “Ev çi ne, îsal me dereng dest pê kir loma pirtûkên me kêm in. Sala bê dê hejmareke mezin bê çapkirin.”
Ji nav pirtûkên cihêreng ên salê, pirtûka Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê “Grîba Çivîkan” wekî berhemeke li ser nexweşiya çivîkan hat weşandin, xwe nîşan dide. Berhemên li ser nexweşiyan ên bi kurdî bi giştî di nav kurdan de hejmara wan kêm e. Her wiha “Gotibûn ku…” ya Malmîsanij ku ji hevpeyvînên wî yên ku bi 10 salan berê kiribûn û hê jî xwedî balkêşiyekê ne, di nav pirtûkên cihêreng de ji xwe re cih dît.
“Ferhenga Bêrikê (Bi kurdî-kurdî)” a Umîd Demîrhan li Tirkiyeyê wekî yekem ferhenga kudî bi kurdî xwe nîşan da ku ji Weşanên Nûbiharê derket.
Di nav çîrokan de pirtûka Evdile Koçer “Mirin” û yê Selahattîn Bulut “Bihuşta lal” derketin pêş.
Di nav pirtûkên zazakî de ku hejmara wan a îsal 3 ye, pirtûka Denîz Gunduz “Kirmancca/Zazaca Dil Dersleri (Bi tirkî û zazakî)” ji bo kesên bixwazîn zazakî hîn bibin çavkaniyeke baş e
Lîsteya pirtûkên 2006’an
Weşanên Pêrî
- Bi Kovîtî, Rûmetî û Qaçaxtî Jîyana Min /Elî Pêrîşan / Otobiyografya
- Mexmûr Dişewite / Nîzamettîn Akkurt
- Nasandina Kevneşopên Êzdîyatîyê / Kemal Tolan /
- Şerrên Sasûnê / Osman Sebri
- Banga ji Heskîfê / bextiyar Qehreman..
- Nevîya Çîyayekî/ Abbas Abbas
- Welato / Nupelda
- Ya Ji Sêvan û Wêdetir / Hoşeng Broka
- Kanîya Dilan / Kalê Qurdîsî-
- Zarokên Me (Roman)- Mezher Bozan.
- Av Zelal Bû-III- Mezher Bozan
- Û Helbest Berdewam e /Mezher Bozan.....
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
- Şiroveya Dîwana Melayê Cizîrî / Celalettîn Yoyler
- Rastiyên Destana Memê Alan/ H. Mem / Lêkolîn-nirxandin/ Werger. Zana Farqînî
- Gundê me xwe ji 'Grîba Çivîkan' diparêze /Broşur
Weşanên Belkî
- Pandomîm / Berken Bereh / Helbest
- Hilbijartin ji hemû dîwanên wî / Abdulla Peşêw / Helbest
- Dîn in / Fewzî Bîlge / Çîrok
- Baran ji acizî dibariya / Ehmed Ronîar / Helbest
- Ken deyndarê me, em deyndarê girî ne / Welat Dilken / Helbest
- Klîpa warên birçî / Ferîd Xan / Helbest
- Di tiwaletê de / Rênas Jiyan / Şano
Weşanên Vate
- Gotibûn ku... / Malmîsanij / Hevpeyvîn
- Omid esto / Huseyîn Karakaş / Hikeye
- Xalê Ferîd / Paşa Uzun
- Kirmancca/Zazaca Dil Dersleri / Deniz Gunduz / Perwerdehî (Bi tirkî û zazakî)
- Ben öldüm ben isen anlat / Amadekar: Ortadoðu Tarih Akademisi (Bi kurdî-tirkî)
Weşanên Berçem
- Çavxezal / Qahir Bateyî / Ceribandin
- Teneke / Yaşar Kemal / Werger: Aydin Orak / Şano
Weşanên Aram
- Nexweşê Nexweşiyê / Moliere / Şano
- Mirin / Evdile Koçer / Çîrok
Weşanên Avesta
- Tirsa Bêdiran / Helîm Yusiv / Roman
- Keziyên Jinebî / Gulîzer / Helbest
- Qehweyek li gel wî / Kejal Ahmed / Helbest
- Bayê Bakur / Axîn Welat / Helbest
- Mirina Rojê / Jîla Huseynî / Helbest
- Gulên Qasid / Fatma Savci / Helbest
- Tofan / Hesenê Metê / Roman
- Bîreweriya Laş / Ehlam Misteganmî / Werger: Jana Seyda / Roman
- Bihuşta Lal / Selahattin Bulut / Çîrok
- Kurdname / Evdirehman Durre / Helbest
Weşanên Lîs
- Diyarbekir / Şeyhmus Dîken /Werger: Zeynep Yaş
- Bişenga Deşta Dûr / Kawa Nemir / Helbest
- Meyman / Cîhan Roj / Çîrok
- Azad / Mîran Janbar / Ji bo zarokan
- Bi Kurdî Hezkirinekê Bide Min / Cezmî Ersoz / Werger: Sîdar Jîr
- Bîstan Hatin Berdan / Şexmûs Sefer / Helbest
- Eroûtîka / Arjen Arî / Helbest
Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê
- Mîr Bedirxan / Werger: Dr. Fadil Bedirxanoglu / Dîrok
- Ferheng / Mustafa GAZÎ / (Ferhenga ji gotinên herêmî pêk hatî)
- Nav (Kurmanciya jorîn) / Deham EBDULFETTAH / Rêziman
- Cînav (Kurmanciya Jorîn)/ Deham EBDULFETTAH / Rêziman
- Dastana Gilgamêş / Amadekirin û Wergerandin: Deham EBDULFETTAH / Destan
- Çîrokên Mala Zelê / Berhevkar: Hilmî AKYOL / Çîrokên gelêrî
Weşanên Hîvda
- Wateya Jiyanê / Tolstoy / Werger : Murad Pola / Çîrok
- "Çar zindanên însan" / Elî Şerîetî
Weşanên Do
- Jiyan Helwest e / Sîrwan H. Berko / Gotar
- Diz û derewkar / Berhevkar: Hîlmî Akyol / Pêkenokên kurdî
- Awirên Rojê / Hîlmî Akyol / Helbest
- Keçemikê Serdar / Berhevkar: Hîlmî Akyol / Çîrokên kurdî
- Mişterî Hazir e / Berhevkar: Hîlmî Akyol / Pêkenokên kurdî
Weşanên Nûbiharê
- Ferhenga Bêrikê (Bi kurdî-kurdî) / Umîd Demîrhan
- Leylname / Ayhan Geverî / Ceribandin
- Evîna Pinhan / Sabrî Akbel / Roman
Weşanên Komal
- Halîn / Roşan Lezgîn / Hîkayey
- Bi xatirê çekan / Ernest Hemingway / Werger: Azad Avci / Roman
Weşanên Şaredariyan
- Belgeyên 3’yemîn Konferansa Zimanê Kurdî / Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
- Navên Kurdî / Amed Tîgrîs / Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
- Ji biçûkan re çîrok, ji mezinan re dîrok / Jîr Dilovan / Weşanên Şaredariya Sûrê ya Amedê.
Weşanên Apec (Li Swêdê)
- Sê Terîş / Serkan Birûsk / Roman
- Pirtûka Rindo / Rindo Ulf Löfgren/ Wergera ji swêdî: Mahmûd Lewendî
Weşanên Spîrêz (Li Dihokê)
- Çapa 3’yem a Mem û Zîn / Werger : Jan Dost (Çapa yekem 95’an de li Şanê, çaqa duyem 98’an de li Bêrûdê hatiye kirin)
- Diroka Hunerê Şêwekari li Kurdıstanê / Fehmi Balayi
Weşanên Tevn
- Qêrîna bêdeng / Aycan Yildirim (Helbest)
- Dilopek ji ezman / Rehhan Sarhan (Helbest)
- Rêvîtiya hebûnê / Sînan Çelîk (Helbest)
Weşanên Elma
- Kevoka Xeyalî / Sedat Yurtdaş / Çîrok
- Li çiyayê mezin gundê biçûk / Orhan Çelîk / Ji tirkî werger: Salihê Kevirbirî / Roman
Weşanên Deng
- Destana dîroka kurd û Kurdistanê / Riza Çolpan
Weşanên Doz
Dengê felsefeyê / Alî Yuzen
Weşanên Helwest
Çîrokên rengîn / Lokman Polat
Viyan / Lokman Polat
Weşanên Enstîtûya Kelepora Kurdî ya Silêmaniyê
- Dîsko Dîsko Danîno / Mustafa Gazî / Ji zargotina kurdî (Bi tîpên latînî hatin weşandin)
- Nifir û Duayeyên Kurdî / Mustafa Gazî Ji zargotina kurdî (Bi tîpên latînî hatin weşandin)
Amadekar: Cemil Oguz
Ev nivîs di 01.01.2007'an de hatiye weşandin