Diyarname
Li Tirkiyeyê yekem car li ser navê "Yeşîlçamê" xelat hatin belavkirin. Şener Şen xelata lîstikvanê herî serketî girt
"Yeşîlçam" demeke dirêj wekî navenda sînemaya Tirkiyeyê kar kir. Bi sedan fîlm li wir li ser axaftin hatin kirin, lîstikvan hatin dîtin, derhêneran zend badan û fîlm kişandin. Bi dehan salan Yeşîlçam ku li Beyogluya Stenbolê ye û ji sînemayê re navendî kiriye niha li ser navê wê xelat tê dayîn. Xelatên yekemîn ên li ser navê Yeşîlçamê duh êvarê li Salona Pêşangeh û Kongereyê ya li Lutfi Kirdar bi beşdariya Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê Ertugrul Gunay, Şaredarê Beyogluyê A. Misbah Demircan û gelek mêvanan hatin belavkirin.
Di şevê de di beşa Fîlmê Herî Serketî
fîlmê Abdullah Oğuz "Mutluluk"
xelat girt û di beşa DerHênerê Herî Serketî de jî Fatih Akin bi fîlmê xwe "Yaşamin Kiyisinda" xelat girt.
Xelatên ku hatin belavkirin:
- Fîlmê Herî Serketî: "Mutluluk" (Abdullah Oğuz)
- Derhênerê Herî Serketî: Fatih Akin (bi fîlmê "Yaşamin Kiyisinda")
- Lîstikvana Herî Serketî: Ozgu Namal (Bi rola di Yaşamın Kiyisinda)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Şener Şen (Bi rola di "Kabadayi" de)
- Lîstikvana Duyem a Herî Serketî: Nursel Kose
- Lîstikvanê Duyem ê Herî Serketî: Tuncel Kurtiz
- Senaryoya Herî Serketî: "Yaşamin Kıyısında" (Fatih Akin)
- Muzîka Herî Serketî: Zulfu Livaneli (Mutlulut)
- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Mirsad Heroviç ödül aldı.
Xelatên taybet:
- Xelata Turkcell a Fîlmê Yekem: "Beyaz Melek" (Derhêner Mahsun Kirmizigul)
- Xelata Ciwanê/a jîrek a Digiturkê: Saadet Işil Aksoy (bi rola di "Yumurta" de)