Dizgûnê Dewrêş (Deniz)
Îro, roja derketina Hawar a rûmeta gelê kurd e. Kurd ji aliyê parastina zimanê kurdî de bêşik û guman deyndarên di sêrî de Celadet Elî BEDIRXAN û hemû karkirên yan jî kedkarên kovara Hawarê ne.
Ev kovara han, ne tênê bi nivîsandinê wekî guleke çolê ye; her wiha ji aliyê jiyana madî ve jî rewşa van rewşenbîrên giranbuha rewşa çolê ye. Di nava tuneyî û feqîrî de ev kovar tomar kirine. Loma jî em îro wekî nifşên li pêy wan ji bîr nekin ku heqê wan hîna jî li ser me wekî barekî giran sekiniye.
Kengê doz û xebata zimanê kurdî ji bin tirs û zora dagirkeran bi tevahî hate azad kirin em dikanin bibêjin barê me hatiye xarê.
Hawar, 78 sal berê di van rojan da kete çapê û ev pelgên pîroz rûyê herfên ji risasê alastin û berê xwe dan dest û tiliyên nemir ê hînkarê mezin Celadet Elî Bedirxanî.
Çîroka vê bendava çand û dîroka kurd bêşik gelekî dûr dirêj û kûr e. Li bi kurtiya çîrokê em vê carê razî bin. Û çêtir e ku em wê ji hîmdarê wê birêz Celadet Elî Bedirxan guhdarî bikin:
¬“Ji xwe derketina Hawarê ji bo vê yekê dereng maye. Hawar di meha gulanê de derket. Min rixseta Hawarê di bîst û şeşê çirya berê 1931’ê de girt û karên derxistina wê di pêşiya goçokê de (Şibat)pêk anîbû.
Çar mehan ez li hêviyê mam, da ko bi destbirayê xwe (Tewfiq Wehbî beg - DD) ve dest bi dest elfabêyeke welê derînim ko pêşdetirî li dû pityê vemekit. Lê her wekî min ji jor ve got li min nehat vegerandin. Jê bêtir jî min nikarîbo ez li hêviyê bimînim. Ji lewra me dest bi derxistina Hawarê kir û elfabêya xwe ji kurd û biyaniyan re da zanîn.
Îro di meydanê de tiştekî çêkirî heye. Kovarek û elfabêyek. Nik dilê min ji bona îro ya çêtir û rastir ev e ko em hêla xwe bidin û vê elfabêyê heta higê ko mihiceta edlanendê bikevêt pêşiyê û rê li me bigirêt,pêşve bibin.” *
Niha em bi biryara Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bûn xwediyê cejneke giranbuha. Ev biryara hêja di sala 2006’an de xiste pratîkê û çaremîn car e bi dilxweşî tê pîrozkirin. Bi baweriya min pîrozkirina eslî nivîsandin û axaftina zimanê me ye.
Di vê de rêbazên sereke de em qebûl bikin ku em bêkêr in. Di sêrî de êşa me ya li başûrê Kurdistanê ye ku bi awayekî sîstematîk hin hêzên biyanî û di sêrî de jî dewletên serdest ên Kurdistanê tirk, ereb û faris li ser siyaseta îngîlîzan li hev kirine û naxwazin yêkitiya zimanê kurdî çêbibe; berovajî da ku parçe bikin û gelê kurd ji hev dûrxin lîstikan dixin rojevê û di serî de rewşenbîrên soran û gelek siyasetmedar û rêvebirên Kurdistana Federal jî ji vê politikayê re dibin alîkar.
Eva birîneke gelek gelek kur û êşdar e.
Ya duyemîn: Cidiyeteke rewşenbîriya kurd li ser stratejiya zimanê xwe xuya nabe. Tê dîtin ku rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ji gel re têra ku lazim e li zimanê xwe venagerin û helwesteke xurt li gel wan tune. Ev jî li ser gel bandoreke gelek neyînî dike. Wan diajo ber bi zimanê dagirkeran ve. Hît û navdarên wan.
Kurdên kurdîzan hê jî di nava jiyanê de zimanasîn û zanîna xwe negihadine asteke bilind û bi esîl. Malperên ku xwe wekî alîgirê doza azadî û kurdperwerî nîşan didin nivîs û gotarên kurdî dikin rêza herî binî û bi vê jî diyar dibe ku armanc ne ev doza dîrokî ye. Armanc tam û çêşniya malpera xwe xurt bikine. Kurdî di wir de dewsa ava lêmûnê yan jî şûnde bexdanûsê de hatiye karanîn.
Hindek rewşanbîr û zanayên me jî – Xwedê rehma xwe li ser mejiyê wan bibarîne- tefsîlat û xezîneyên xwe bi tirkî, farisî û erebî dinivîsin û ji her kesî zêdetir jî qedr û siyanetê ji xwe re dixwazin. Yanê ji bo doza kurd û Kurdistanê ji her kesî bêhtir ked daye û xwe westandiye! Belê kesên wisa bi rastî jî hene -ku xwediyê sedemên maqûl in- ji wan re rêz jî divê; lê bizanibin ku eger li zimanê xwe venegerin ev tolerans wê rojekî biqede.
Sêyemîn: Beşek ji van jî qet xwe ji bo hînbûn yan jî pêşde birina zimanê xwe tu helwestek nîşan nadin û wekî mirî ne li hember zimanê xwe. Peyv û hevokên genî wekî zingilê miya sor bi salan dubare dikin û tu pêşketinê ji xwe re nakin armanc. Li bendê ne ku her kes ji wan re bêjin ‘Heyran me ji xwe xilas bikin dev ji vê kurdiya qels û şaş rizgar bike wer dev ji vî zimanî berde’ ne.
Çaremîn: Saziyên jinên kurd in ku di warê zimên de divê kar û xebatên xwe bi giranî li ser vê mijarê kom bikin û vê têxin navenda xebatên xwe. Hina jî xebatên dijminatî yên dewletên dagirker zêde tişt hilnedane. Li hemû parçeyên Kurdistanê sîstemên serdestan pêşî planê xwe li ser asîmîlekirina keç û jinên kurd kirine û dikin.
Pêncemîn: Di sazî û dezgehên me de pirsgirekên gelekî mezin hene ku li gorî navên mezin karê ku bi encam dikin gelekî pîçûk in. Ev dibe ku pir kesan biêşîne jî. Lê rastî, rastî ye. Çend mînak divî warî de mirov dikane bide jî.
Mînak nûçeyên me bi salane tên nîqaş kirin. Û ev nîqaş ji bo çi tên kirin mirov tênagihîje. Çi ajans, çi rojname, çi radiyo û çi jî televîzyonên me de tiştên ku tên kirin li gel netew û civakên din ku werin kirin dinya ji şûnda xwe dileqe.
Hevokên ji hevçûyî, pêşkeşvanên ziman hişk, tevliheviya peyv û hevokan dikin, moderasyoneke tisî û sist, ji kelecanê dûr; hevokên ku raste rast zimanên din hatine wergerandin lê tu muzîka zimanê kurdî pê re tune.
Ev jî nifşên nû diajoyî ser telefuzên şaş û kaş. Nivîsên ser ekranên me pir caran mehda mirov li hev dixîne. Xwedê giravî soraniya bi alfabeta latînî dinivîsin kesek ku mijarê nizane wê bêje ev yan televîzyoneke lehî (polonî), çekî yan jî macarî ye! Digel vê qet qala pozbilindiya wan jî nekin! Di xetayên xwe de rik, gûhfirehî, qûretî û gelek tiştên din.
Bi dehan radiyoyên kurd li ser înternetê û satellite (disambiguation) hene û mirov dibêje qey piraniya wan an ne li ser rûyê dinyayê ne û ne jî kurd û çanda kurdî nas dikin.
Minakek biçûk, gava bûyera reş ya gundê Zanqirta girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê di nûçeyên ajansa kurd de bi rojan tenê wekî “Bilgekoy” a tirkî derket! Mirov vê yekê ji bilî guhfirehtî çawa rave bike?
Saziyên hunerê yên kurd li ser teks û awazên hunermendan tu car nesekinîne –yên ku disekinin jî gelek kêm in- û ji qanûnên navxweyî bêpar in. Xuyaye ji xwe re nakin derd ku kurdiyeke resen ji wan re serbilindî û ji hunera wan re hîmê paşerojê ye!
Loma jî ji xwe re nakin armanc. Hinek xwedêgiravî navê hunermendî li xwe dikin lê tu rêza wan ji zimanê kurdî re tune û wekî ku ji kevanê filitîne bi teks û gotinên şaş CD û kasetan verdişin, der û dora pak genî dikin. Ne awaz awaz e û ne jî naverok naverok e. Tu sazî û dezgehekî jî nas nakin.
Zimanê wan ê dewlemend li erdê ye ewana jara kuştinê li zimanê xwe wer dikin dev ji stranên xwe diqerin û stranên dagirkeran dixin nava berhemên xwe û navê vê jî daxwaza biratî lê dikin!
Heyran ev tenê xapînoka we ye. Eger buhtane ev gotinên min herin Besra, Necef yan jî Tikrîtê berhemên we ji ber strana we ya erebî çiqas tê guhdarî kirin an jî firotin?
Kêfa we nehat herin Yezd, Êsfehan, Qom û Tehranê ka çend berhemên we ji ber stranên we yên farisî hatine hez kirin û frotin? Vê jî têrî we nekir biçin Trabzonê, Konyayê Burdur ê yan jî Balikesirê ka çend berhemên we ji ber stranên we yên “biratî” hatine hez kirin û guhdarî kirin?
Sifir!
Mantiqê dagirkerî ew jî ber bi pêsîra xwe ve hilkişandine. Lewra ew dihizirin ku gel -haşa- wekî pez e, emê dê çi bidin ewê wekî kês û ka bixwin!
Na heyrana we na, tiştekî wisa tune! Hûn xwe dixapînin! Werin gunehên nifşên pêy xwe nekin stûyê xwe û wan nexapînin.
Bi kurtasî geşbûna zêmên ne bi pîrozbahîyan e; ji bo ku ew pêş de here divê bi her awayî xwedî lê derketin hebe. Pîrozbahî dibe ku mîsyona çîk yan jî pêt ên agir bigire û bi cih bîne; lê germ û şewatê re yanê ji encameke baş re, stratejiyeke qewî û pêşketî, baweriyeke xurt û bi rik, dilsozî ji qualitê re ango neqail bûneke ji tiştên rêzê re, yan jî karê dubare kirî re divê.
Gotineke me heye dibêjin “Êş li ku derê ye, can jî di wir de ye”. Ma ji vê gotina xweş bêhtir em dikanin tiştekî din bibêjin.
Belê dilê kê ji rewşa zimanê xwe re diêşe û dişewite, canê kurdî di wan rih û bedenan de ye. Hejmara wan hezar mixabin ne zêde ye, lê beden bi kêm ezayan jî zêde li jiyanê namîne. Jê re şanseke din tune. Divê vê yekê bizane.
Ez cejna we pîroz dikim. Hêvîdarim hejmara dilêşên kurd zêdetir bibe.
14.05.2009
* Celadet Elî Bedirxan/HAWAR / hejmar 10 /1932 (ji gotara hêja Mamoste Konê Reş/ 01.07. 2007)
hister35@hotmail.com***
Nivîsên Dizgûnê Dewrêş ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Jin im ez, li vira têm kuştin!- Mereş
- Ozgur Gundem
- Ehmedê Xanî û xwedî