Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê ji salvegera wefata helbestvanê navdar Cegerxwîn daxuyaniyeke weşand.
Komeleyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Di ser wefata helbestkarê neteweyî Cegerxwîn re 24 sal bihurîn" û wiha berdewam kir: "Me nevî û mîratxurên Baba Tahir, Xanî, Koyî û Nalbend… 24 sal berî niha di 22'yê heyva 10'ê de Seydayê xwe, Cegerxwînê kurd û Kurdistanê winda kir. Wî, bi 10 dîwan û dutaq berhemên li dû xwe hiştî, di dilê gelê kurd û di qada Wêjeya Kurdî de cihê nemirtiyê di nava qorê nemiran de veqetand.
Em qelamdarên li dû navên nemiran, peyrewên ziman û wêje û çanda bi qasî qewmê xwe qedîm; nivîskarên ku hêz û hemata xwe ji mîrateya xwe ya wêjeyî û zimanê xwe werdigirin û her roj berhemeke edebî peşkeşî wêjeya kurdî û ya gerdûnê dikin, bawer dikin ku bi afirîneriya xwe ya wejeyî-hunerî dê bergehên nû vekin di asoya wêjeya kurdî û pê re di ya gerdûnê de.
Bi vê bahweriyê; di 24'emîn salvegera wefata Cegerxwînê nemir de, em bi dilekî şa, bi eniyeke berz sersaxiyê didin malbata Cegerxwînê nemîr û her wiha gelê kurd, helbestkar û nivîskar û hunermendên Kurdistané û Wî bi rêz û siyanet yad dikin."
**
Nivîsên eleqedar:
-