Diyarname
Musa Anter ku di nav kurdên Bakur de her wekî Apê Mûsa tê nasîn û bibîranîn, di sala 1920’an de li gundê Zivingê ya Sitîlîla Nisêbîna Mêrdînê hat dinê.
Wî xwendina xwe ya seretayî li Mêrdînê, lîse jî li Edeneyê temam kir. Ew, paşê ji bo xwendina zanîngehê berê xwe dide Stenbolê. Di sala 1941’ê de li beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Wêjeyê de qeyda xwe dike. Ew li vir gelek xwendevanên kurd dibîne û nas dike. Yek ji wan jî Faîk Bûcak e. Ji ber ku Bûcak di Zankoya Dadgeriyê de ye, qeyda wî jî dibin wir.
Li gor gotina Apê Mûsa jiyana wî ya weşangeriyê di sala 1948’an de bi “Dîcle Kaynagi” destpê dike. Wî heta dawiya emrê xwe di gelek rojname û kovaran de nivîs nivîsand.
Ji bilî nivîskariya Apê Mûsa aliyê wî yê siyasî û rewşenbîrî jî her li ber çavan bû.
Apê Mûsa di weşanên wekî . Dicle Kaynagi, Şark Postasi, Îleri Yurt, Bariş Dunyası, Deng, Yeni Ulke, Welat, Rewşen û Tewlo de nivîs nivîsand.
Apê Mûsa di 20’ê rezbera 1992’yan, di 74 saliya xwe de li Seyrantepeya Amedê ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin.
Û ji berga pirtûka wî “Hatiralarim” gotineke wî: “Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo Ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm im, bersûc im û dozdarê Tirkiyê me.”
Hin berhemên wî:
- Hatıralarım (1-2)
- Vakayiname
- Birîna Reş
- Kimil
- Çinara Min
- Fırat Marmara’ya Akar
Di salvegera şehîdkirina Apê Mûsa de em wî bi hurmet bibîr tînin.
Wêne ji malpera Weşanên Avestayê hatiye girtin