Fînal: Wê Arjantîn an Almanya bi ser bikeve? Û vane hin îstatîstîk
Diyarname
Maça dawî ya Kûpaya Cîhanê ya 2014'an îra li dar dikeve. Ji Almanya yan jî Arjantîn yek kûpayê bibe mala xwe.
Maç îro (li gor saeta Tirkiyeyê) saet 22.00'an de li dar dikeve. Heta niha Almanya û Arjantîn du caran di fînalê de derketine pêşberî hev.
- Almanya di dîroka xwe de 8 caran derketiye fînala Kûpaya Cîhanê û ji van 3 caran bi serketî derketiye.
- ALmanya di 4 Kûpayên Cîhanê yên dawî de tenê carekê kûpa bi dest xistiye (1990)
- Arjantîn di dîroka xwe de 5'emîn car fînala Kûpaya Cîhanê dilîze. Di 4 fînalan de 2 caran bi ser ketiye.
- Almanya nûnerê Ewropa, Arjantîn yê Amerîkaya Başûr e. Ev her du nûnerên du parzemînan 10'emîn car di Kûpaya Cîhanê de derketine pêşberî hev. Di van maçan de nûnerê Amerîkaya Başûr 7 caran bi ser ketiye û serdestî di destê wan de ye.
- Almanyayê di sala 2010'an de bi 4-0 Arjantîn têk biribû. Ev skor di 40 sal dîroka Kûpaya Cîhanê de têkçûna herî mezin bû ji bo Arjantînê. Yanê tîmek din nekariye 4 golan biavêje Arjantînê.
- Arjantînê di 20 maçên li hemberî Almanyayê de di 9'an de bi ser ketiye, di 6 maçan de Almanya bi ser ketiye û 5 maç jî bi wekhevî bi dawî bûne.
- Di van maçên li Brezîlyayê li dar dikevin de Arjantînê di 4 maçan de qet gol nexawriye, Almanyayê di 3 maçan de.
- Almanya di 17 maçên dawî yên fermî de qet têk neçûye. Ji van 17'an di 12'yan de bi ser ketiye û di 5'an de wekhev maye.
Kunyeya maça îro:
Stad: Maracana
Hakem: Nicola Rizzoli
11'ên îhtîmal:
ALMANYA: Neuer, Lahm, Boateng, Hummels, Howedes, Schweinsteiger, Khedira, Muller, Kroos, Mesut, Klose
ARJANTÎN: Romero, Zabaleta, Garay, Demichelis, Rojo, Mascherano, Biglia, Perez, Messi, Higuain, Lavezzi
**
Hollanda bû 3'yemîn
Di maça 3'yemînî ya Kûpaya Cîhanê de duh êvarê Brezîlya û Almanya derketin pêşberî hev. Hollandayê Brezîlya bi 3-0 têk bir û bû 3'yemînê Kûpaya Cîhanê.