Brezîlya gol show
Diyarname
Ji bo Brezîlyayê nîv saet têrê kir. Deqeyên din? Hema ji bo dem temam bibe. Em qala maça Brezîlya û Koreya Baþûr dikin. Di maça Dora 16’an a Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar de Brezîlya bi 4-1 bi ser ket û derbasî çarîk fînalê bû.
Maç li Stadyûm 974 hat lîstin. Vinicium Junior di deqîqeya 7’an de perde vekir, di deqîqeya 13’yan Nemyar ji penaltiyê gola duyemîn avêt.
Di deqîqeya 29’an de Richarlison û deqîqeya 36’an de Lucas Paxueta skor bir 4-0’ê. Piþtî vê kêliyê Brezîlye ji bo demê temam bike lîst.
Tekane gola Koreya Baþûir di deqîqeya 77’an de Pail Seung-Ho avêt.
Bi vê encamê re Brezîlya derbasî çarîk fînalê bû û bû reqîbê Hirvatistanê ku Japonya bi penaltiyan têk biribû.
Di vê navberê de Neymar bi gola ku avêt bi formaya tîma neteweyî bû 76 golan diavêjin. Pele bi 77 golan di rêza yekemîn de ye.
KARNEYA BREZÎLYAYÊ
Brezîlya heta niha 5 caran di vê Kûpaya Cîhanê de bi ser ketiye. Karneya Brezîlyayê heta niha bi vî rengî ye:
1930 - Dora Yekem
1934 - Dora Yekem
1938 - Sêyemîn
1950 - Duyemîn
1954 - Çarîk Fînal
1958 - Þampiyon
1962 - Þampiyon
1966 - Dora Yekem
1970 - Þampiyon
1974 - Çaremîn
1978 - Sêyemîn
1982 - Dora Duyemîn
1986 - Çarîk fînal
1990 - Dora Duyemîn
1994 - Þampiyon
1998 - Duyemîn
2002 - Þampiyon
2006 - Çarîk fînal
2010 - Çarîk fînal
2014 - Çaremîn
2018 - Çarîk Fînal
ÇARÎK FÎNALÎSTÊN NIHA
Heta niha ev tîm derketine çarîk fînalê:
- Fransa - Îngilistan
- Hollanda - Arjantîn
- Hirvatistan - Brezîlya