Kurteçîrokên Kin
Hogir Berbir
Her gotinên bi tîpên kurdî bi lêvkirin û nivîsandinên kurt, bi serê xwe çîrokek e. Çîrok ne awayê ku bi çeÅŸpandina bûyerekê di hûrbûnekê de bilêvkirin bi tenê ye, di heman demê de li berxistin, ÅŸiyarkirin, rexne û rexnedayînekê bi xwe re dihewîne.
Em bala xwe bidin dengbêj, stranbêj, navdar an jî mezinekî ji herêmê, dema bûyerekê an jî di qalikebî de ÅŸîroveya xwe bilêv dike, yekem car bi gotinek têrtijî dest pê dike û balê dikiÅŸîne ser xwe. PaÅŸê bûyera çîrokê vedihûne.
Çîroknûs jî ji bo çîroka xwe di serî de bi sernavekî kurt ku ji naveroka çîroka dinivisîne re peyda bike serê xwe diêÅŸîne, bi xwe re dide û distîne û hemnaveya sernavî di dawiya qedandina çîrokê de dihûne, derdixîne pêÅŸberî me.
Em gava bala xwe didin gotinên taybet, kurtçîrok an jî nivîseke wêjeyî, di serî de bi gotinên di qalibekî de xwe digihîne rastiya çanda heyî, pêÅŸeroj û rabirdûyê ligel hev dihûne, hewl dide ku çend gotinên têrtijî bê verêsandin û raxîne ber çavên me.
Gotinên pêÅŸiyan, an jî biwêj; bi hezaran kurteçîrokên vî gelî anîne ziman, hatine nivîsîn an nehatine nivîsîn, heryek bi serê xwe kurteçîrokek e...
Aqil û wezna gotinên xemilandî ye bi çîrokên wêjeya cîhanî, wekî mînak tim li pêÅŸberî me ye. Belasebeb nehatiye gotin ku “gihayê hewÅŸê tahl e.” Ji ber vê van mînakan di qalibekî de em dixwazin bikin malê xwe. Haya me ji me tune ku çermê li ser me çermê me ye û hûr pizûrê di nava çermî de em nikarin biguherin. Em çiqasî cil û bergan li ser çermî biguherin jî, dewsa çermê me nagire. Wê reÅŸ û ÅŸîn bibe, qalik bigire û cardin li xwe vegere. Bi vê nevê mînak û pesindayîn tiÅŸtekî cihê ye. û ji ber vê ez dibêjim bila mînak û pesindayîn jî çavkaniya me be.
Ev tiÅŸt wê gelek tiÅŸtan bîne hizûra me, li ber me raxîne û em ê bi dan û standina xwe re wê biwezinin. Pîvan yek e, amûr yek e lê ziman ne yek e. bi çi zimanî dibe bila bibe, tiÅŸtek nikare li dewsa zimanê te bigire ku çavkanî jî ji kaniya te be. Ava diherike ne ji çavkaniya te be, tîbûna te derbas nake. HiÅŸ jî bi vî awayî li gorî wî zimanî tevdigere...
Ji ber vê gerek em li xwe vegerin. Li çand, ziman, dab û nêrîtan û bi her awayê jiyana xwe ya kurdewarî...
Destpêk çiqasî muhîm be, dawîbûn jî ew qasî muhîm e. Dibe ku ji çar tîp an gotinan pêk bê, ya muhîm peyama di xwe de dihewîne ku kesê/a ku dixwîne çi ji wan tîpan digire, encam bidest dixîne, muhîm e. Ev gel bûye ÅŸahîdê çîrokên herî kurt ku bi hezaran mînak hene, yek jê di nava bedenên dîrokî de berxwedanek ji 100 rojan wêdetir ya hat dayîn, hewcadariya xwe bi kurteçîrokekê dibîne an na, ev ê ne ez û ne jî hûn dikarin diyar bikin. Lê hew guhdarkirin û temaÅŸekirin çi tîne serhiÅŸ û binhiÅŸê me, bi bandor dike, çi dirêj çi kin dibe bi amûra nivîsandina çîroka me re, ya girîng ev e. Her çiqas ev jî rastiya jiyanê bi xwe ye, ew qas xewn û xeyala ku em dixwazin bikin malê wêjeyî û barê di hîÅŸmendiya me de giraniya xwe hîs dike, dixwazin sivik bikin, em tevdigerin, têrî dike, na? Ji ber vê gerek em guh bidin tiÅŸta ku rast e rast hatiye jiyîn û bi me ve daye qebûl kirin; em qebûl bikin-nekin rastiya jiyanê ev bi xwe ye.
Ji ber vê em çiqas guh bidin liv û tevgera jiyanê, ew qasî jî guh bidin liv û tevgera ku ji çend kiteyan perda guhên me diteqîne û bi van hevokan bûye destpêka kurteçîroka me. Hewce ye bi çend tîpan ev kurteçîroka ku hatiye jiyî em bidin xuyakirin, çi dirêj çi kin, çi peyamê dide me ew girîng e û bi vî awayî ez dixwazim bi gotina Çiyager ku destpêk û dawîbûna berxwedana 100 rojan e, bi dawî bikin;
“Her çi dibe bila bibe wê dawî mûhteÅŸem be.”
rojisor@hotmail.com
***
NOT: Wekî Diyarname em dixwazin li ser kurteçîrokê hinek din jî gotin bêne gotin. Li ser kurteçîrokan nivîs bên emê belav bikin.
***
Li ser meseleya çîrokên kurd nivîsên eleqedar:
- Çîrokên fetisî, kurtbûn û dirêjbûna çîrokê
- Rifat Arya nivîsî: Çîrokên Mînîmal
- Ismaîl Badî nivîsî: Kurtirîn Çîrok
- Mizgîn Ronak nivîsî: Çîroka Kurt