Goştê sentetîk hat çêkirin û hat qedexekirin!
Diyarname
Kurd ji goÅŸt hez dikin, bi taybetî jî goÅŸtê sor. Bifikirin ku li malek goÅŸtê sentetîk, yanê goÅŸtê ku li laboratûarê hatiye çêkirin yek bîne bide ber wan dê çi bikin? Belkî ev yek nehatiye serê kurdan lê îhtîmal e bê serê wan jî. Nehatibe serê kurdan jî hat serê îtalyanan û meclisê gav avêt: Qedexe...
Meclisa Nûnera a Îtalyayê goÅŸtê ku li laboratuarê hatiye çêkirin bi her awayî, yanê çêkirin, firotin û îthalkirina wê qedexe kir.
Ev zagon li Meclisa Nûneran a Îtalyayê de hat nîqaÅŸkirin û li hemberî 53 dengan bi 159 dengan zagon hat qebûlkirin û ev goÅŸt bi her awayî hat qedexekirin. Li gor biryarê kes an kesên vê zagonê binpê bikin dê bi 60 hezar Euroyî cezayê pereyan bêne cezakirin.
Bêyî sewalan serjêbikin ji hucreyên wan tiÅŸtin digirin û jê xurekê çêdikin. Zagonê li ser vê û ligel vê di xurekên hatine çêkirin de 'divê goÅŸt neyê nivîsandin' jî biryar da.
Wezîrê Çandinî yê Îtalyayê Francesco Lollobrigida (di heman demê de zavayê Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ye) wiha gotiye, "Xurek, ax û keda mirovan ku bi hezaran salan e ku em xwedî wê ne, em wê diparêzin, em xurekên xwe û pergala xwe ya xwetêrkirinê diparêzin."
Coldiretti li Îtalyayê rêxistina mezin a li ser çandiniyê ye. Serokê rêxistinê Ettore Prandini ev qerexe parast û yên ku dijî vê derdikevin jî wekî "sûcdar" bi nav kir.