• Rûpela Pêþî
  • Tîmên Beþdarî Kûpaya 2022'an bûn
  • Kûpaya Cîhanê 2018
  • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Kûpaya Cîhanê 2010
  • Rûpela Pêþî

(Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...

Dîrok : 28 05 2023 | Beþ :


 ...Ev nûçe tê nûkirin...

 

ENCAMÊN 14 BAJARÊN KURDAN
Li gor ANKA'yê li 14 bajarên kurdan berendam Kemal Kiliçdaroglu li pêÅŸ e. ANKA'yê ev dane belav kirin:

- Agirî: %64.9

- Amed: %71.76

- Batman: %68.15

- Bedlîs: %50.58

- Culemêrg: %72.52

- Dêrsim: %82.82

- Erdexan: %57.68

- Îdir: %67.26

- Mêrdîn: %65.81

- MûÅŸ: %58.81

- Qers: %56.35

- Sêrt: %55.75

- Åžirnex: %76.37

- Wan: %61.47

 

20.00: ENCAMÊN NÛ

Li gor AA'yê

Erdogan sedî: 52,14

KK sedî: 47,86

Li gor ANKA'yê

Erdogan sedî: 51,84 

KK sedî: 48,16

 

 

 19.25

Serokê YSK'ê Ahmet Yener:

Li gor vê kêliyê 26.781, 551 hatine jimartin. Sedî 54.60 hatine jimartin. Dane li pergalê têne barkirin. Em van daneyan li partiyên siyasî parve  dikin.

Erdogan 54.47, Kiliçdaroglu 45.53 deng girtiye.


 

19.00: ENCAMÊN NÛ

- Li dor sedî 50 deng hatine jimartin. 

Li gor ANKA'yê

KK sedî: 50.01

Erdogan sedî: 49.99


Li gor AA'yê

Erdogan sedî: 53.41

KK sedî: 46.59


18.30: ENCAMÊN NÛ

Li dor sedî 50 deng hatine jimartin. 

Li gor ANKA'yê

KK sedî 51.04, Erdogan sedî 48.96

Li gor AA'yê

KK sedî 44.20, Erdogan sedî 55.80
Sedî 59 sindoq hatine vekirin.

Li gor agahiyên tên li bajarên mezin Stenbol, Îzmîr, EskîÅŸehîrê, Edene, Mêrsînê Kiliçdaroglu dengên xwe zêde kirine.

Li Amedê Kiliçdaroglu li pêÅŸ e. KK li Amedê li gor hilbijartina din hema hema wekî xwe ye.

18.15
Qedexe rabû: Kiliçdaroglu li pêÅŸ e

Li gor saet 18.15'an YSK'ê qedexe rakir. Li gor ANKA'yê Kiliçdaroglu sedî  50,92, Erdogan di edî 49,08 re ye.
AA radigihîne ku Erdogan bi sedî 57 li pêÅŸ e.
Li Amedê Kiliçdaroglu sedî 69.75 Kiliçdaroglu li pêÅŸ e.

Serokê YSK'ê Ahmet Yener eÅŸkere kir ku wan qedexe rakiriye, ajans dikarin agahiyan bilav bikin.


 

18.00

Li gor vê deqîqeyê sedî 15 sindoq hatine vekirin û jimartin temam bûye. Berendamekî sedî 1 li pêÅŸ dixuye. Gelek bi lez deng têne jimartin.

17.50

Saet li gor 17.50 sedî 11.6 sindoq hatine vekirin. Berendamek sedî 1 li pêÅŸ e. 

17.15

Serokê YSK'ê: Tu pirsgirêk derneketine 

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener piÅŸtî dawîlêhatina dengdanê derket pêÅŸ kamerayan û got, "Dengdan bi dawî bûye. Heta niha tu pirsgirêk derneketiye."

17.00

Dengdan temam bû, sindoq hatin girtin

Dengadan ku serê sibê saet 08'an de dest pê kiribû saet 17.00 temam bû. Niha peywirdarên sindoqan dê dengan bijmêrin.

Heta saet 21.00 eÅŸkerekirina agahiyan qedexe ye. YSK dikare vê ber bi jêr ve bikiÅŸîne. Di hilbijartinên din de saet dor 19'an biryara serbestî dabû, di hilbijartina 14'ê gulanê de saet 18.30 de qedexe rakiribû.
Li Tirkiyeyê li cem 191 hezarî zêdetir sindoqan dengdan çêbû.

16.50 

Kaftancioglu bang kir

Seroka CHP'ya Stenbolê Canan Kaftancioglu daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê û got, "Hemwelatiyên me yên ku dengê xwe nedane bila herin bidin, yên dane jî banga min ji bo wan ew e niha dem dema xwedîlêderketina dengan e."

16.40

ÊrîÅŸê heyeta ku Ferit ÅženyaÅŸar jî têde bû kirin

Li gundê Yenîkoy a Haliliye ya Rihayê naheÅŸtin muÅŸahidên YeÅŸîl Sol Partî deng bidin. Li ser vê yekê heyetek ji YeÅŸîl Sol Partî çû cihê bûyerê. Di nav heyetê de mebûsê  YeÅŸil Sol Parti Ferit ÅženyaÅŸar, Hevserokên HDP'ya Rihayê Ahmet AtiÅŸ û Garibe YeÅŸil, Hevserokê DBP'ê Vahit Akgun, ji Baroya Rihayê parêzer hebbûn. Hin kesan bi keviran êrîÅŸê heyetê kir.

Hin kesên ji cihê bûyerê dûr ketine dibêjin dengê çekan jî hat.
Di vê êrîÅŸê de kameraya nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê hat kiÅŸandin.

ÊrîÅŸê nûçegîhana Dokez8Haberê kirin

Li Kagithaneya Stenbolê li Dibistana Ahmet Cuhadaroglu rayedarê AKP'ê yê dibistanê erîÅŸê nûçegîhana Dokuz8 Haber FatoÅŸ Erdogan kir, porê wê kiÅŸand.

ERZEROM
Li Xorasana Erzeromê AKP'yiyan peywirdar tehdîd kirin

Mebusa YeÅŸîl Sol Partî Meral DaniÅŸ BeÅŸtaÅŸ bi ser hesabê xwe re eÅŸkere kir ku Åžaredarê Xoresane yê AKP'yî ligel partiyên xwe bi ser peywirdarên sindoqan de meÅŸiyane, bi gotin ew tehdîrdr kirine.

BeÅŸtaÅŸ got, "Gotine xwediyê Xoresanê hene. Hûn ne xwediyê Xoresanê, ne jî xwediyê Tirkiyeyê ne. Emê sindoqan ji bo we nehêlin."

16.30

Li Rihayê çi diqewime?

Mebûsê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu bi ser hesabê xwe yê twitterê "Tûtatanek" ku encama sindoqê têde heye belav kir û got, "Hê saet nebûye 17.00 li Rihayê deng hatine jimartin jî!!!" 

15.30

BATMAN

Li navenda Batmanê li Liseya Turk Telekom Anadolu 'tûtanak'ên vala ku hatine îmzekirin hatin dîtin. Li ser vê gelek bertek hatin. PiÅŸtî bertekan ew hatin ÅŸewitandin. Li heman dibistanê li sindoqa bi nimreay 1314'an kesek bê nasname deng da.

15.15

STENBOL

Rêxistina HDP ya Kadikoya Stenbolê bi ser twitterê re eÅŸkere kir ku li aliyê Sûadiyeya Bostanci li dibistanan komek ulkucu (nijadperest) hene û dixwazin provakasyonê çêbikin. HDP got ku ew dê xwedî li sindoqan derên.
Li Dibistana Mualla Selcanoglu ya Kadikoyê AKP û MHP'yî êrîÅŸê însanan dikin, dixwazin wan bitirsînin.

13.00

Serokên partiyan deng dan

Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar li Ayten Åžaban Diri İlkokulu

ya Çankayaya Enqereyê ligel jina xwe deng da û got, "Miheqeq herin cem sindoqê û deng bidin."

Serokê AKP'ê û Berendamê Îtîfaqa Komarê Recep Tayyip Erdogan li Uskudara Stenbolê ligel jina xwe Emine Erdogan deng da.

Serokê CHP'ê û Berendamê Îtîfaqa Milet Kemal Kilicdaroglu ligel jina xwe Selvi Kiliçdaroglu li Dibistana Arjantîn a Enqereyê dengê xwe da.
Seroka ÎYÎ Partî Meral AkÅŸener li Uskudara Stenbolê, li Haci Sabanci Anadolu Lisesi deng da.
Seroke Huda-Parê Zekeriya Yazicioglu piÅŸtî çû deng da û hat ber sindoqê, zerfê wî ji dest derket, hat dîtin ku wî deng daye Îtîfaqê Komarê Recep Tayyip Erdogan. Wê kêliyê kamera di qeydê de bûn.

MÊRDÎN

Li Mêrdinê hin cerdevanan xwest bi awayekî eÅŸkere deng bide. MuÅŸahidan mudexele kir. Li ser vê cerdevanan erîÅŸê muÅŸahidan kir.

CIZÎR
Li Cizîrê li bexçeyên dibistanan erebeyên bê plaka hatin dîtin. Li ser îtîraza muxahidên YeÅŸîl Sol Parti erebe ji bexçeyê hatin derxistin.

11.30

Li Balikesîrê Diyanetê deng anîn

Li gor hesabê tora civakî "Seçîm Îhlalî 2023" li Balikesira Tirkiyeyê li Åžehit Pilot UsteÄŸmen Erdem Mut Ortaokulu erebeya girêdayî Weqfa Diyanetê pisûla û zerf anîn dibistanê, peywirdarên sindoqan hiÅŸyar bû, ew asteng kirin. Hat ragihandin ku li hemberî tiÅŸtên wisa hiÅŸyar bin. 

11.20 

Li Sêrtê "zêdetir" hilbijêr derketin holê

Li Halide Kutlualp İlkogretim Okulu ya Sêrtê di sindoqa bi nimreya 1177'an 

65 hilbijêrên "derveyî qeydan" hatin dîtin. 

11.10

Li Rihayê êrîÅŸê mebûsê CHP'ê kirin

Li taxa Karaali ya Eyyubiye ya Rihayê mêran dixwest ji dêvla jinan dengan bide. CHP ku ev bi hev re dendan diyar kir mebûsê xwe Ali Åžeker ÅŸand wir. Li cihê Bûyerê Åžeker rastî êrîÅŸê hat. Åžekerê ku hiÅŸyarî da ku divê jin bi tena serê xwe herin cihê dengdanê, rastî êrîÅŸa 15-20 kesî hat. ÊrîÅŸkaran ji pozê Åžeker xwîn anîn.

Endama Komîsyona Hikûqê ya Rêxistina Rihayê ya CHP'ê parêzer Ronahi PaydaÅŸ ji ser hesabê xwe Yê tora civakî re bûyer belav kir û got, "Niha ewlehiya canê me tune ye. Ji bo em gilî bikin em diçin navçeyê." 

11.00 

Polîs li Mêrdînê dixebite

Li gor nûçeya MA'yê li Artuklu, RiÅŸmil, Nibêsîn û Qosera Mêrdînê polîs sindoq bi sindoq digere û dipirse ka muÅŸahidên AKP'ê hene yan na. Li sindoqên ku muÅŸahid nîn in, hat dîtin ku polîsan ji derve muÅŸahid anîn wê derê. Li gor nûçeyên erebeyên xirzî yên polîsan jî li bexçeyên dibistanan in.

08.00

Diyarname

Li Tirkiyeyê hilbijartina serokomarî ku di dora yekemîn de serketî diyar nebûbû û derbasî dora diduyan bû, vê sibê dest pê kir.

Ji bo dora diduyan serê sibê saet 08'an de li bajarên Tirkiyeyê û li bajarên Bakur dengdanê dest pê kir. Dengdên bi nasnamyên xwe yên fermî, bêyî kaxizê dengdanê hebe dikarin herin cihê dengdanê û dingê xwe bidin,, lê divê bizanibin dengê wan li kîjan sindoqê ye. Dengdan ber êvarkî saet 17.00'an de dê bi dawî bibe.

Li  dor 191 hezar sindoq têne danîn. Heta saet 21.00'an hemû propaganda,, belavkirina agahiyan qedexe ye. YSK (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) dikare berî vê saetê belavkirina agahiyan serbest bike.

DENGEN DERVEYÎ TIRKIYEYÊ

Ji derveyî Tirkiyeyê 3.5 mîlyon hilbijêr hene. Wan li 73 welatan deng dan. Lê ji bo yên derveyî Tirkiyeyê jî îro heta saet 17'an li deriyên gumrikan dengdan didome. Li gor YSK'ê heta niha dor 2 mîlyon kesî li derveyî Tirkiyeyê deng dane. Û ew deng anîne Enqereyê, li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Derveyî Welat ku li Navenda Kongre ya ATO'yê ya Enqreyê ye diparêzin. Bi bidawîbûna dengdanê re ew jî dê bêne jimartin.

BERENDA

Di dengdana yekemîn de berendamê Îtîaqa Komarê Recep Tayyip Erdogan bi sedî 49.52'yan (27.133.937 den) bûbû yekemîn. Berendamê Îtîfaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu bi sedî 44.88'an (24.594.932 den) bûbû duyemîn. Sinan Ogan bi sedî 5.17'an (2.831.208 deng) bûbû sêyemîn. Muharrem İnceyê ku berî hilbijartinê vekeÅŸiyabû, lê wê çaxê ji derveyî Tirkiyeyê deng hatibûn dayîn jî, 0,43 (236.097 deng) bo wî hatiye nivîsîn. Her du berendamên zêde deng girtine Erdogan û Kiliçdaroglu derbasî dora diduyan bûn. Îro ji wan yek dê bê hilbijartin.


Hûn dikarin li van jî binêrin