Tifaqa Azadî û Demakrosiyê ya Kurd meyla xwe eşkere kir
Diyarname
Li Tirkiyeyê 28'ê mehê ji bo hilbijartina Serokomariyê dora duyemîn heye. Îtîfaq û partî yek bi yek meyla xwe ya ji bo dora diduyan eÅŸkere dikin. Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd jî meyla xwe eÅŸkere kir. Tifaqê got ku ji bo guherînê di hilbijartinê de ew piÅŸtgiriya Kemal Kiliçdaroglu dikin.
Di nav Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Komeleya Kurd a Demokrat ÅžoreÅŸger (DDKD) û Partiya Azadî hene. Wan daxuyaniya niviskî belav kir.
Ji daxuyaniyê va ne çend xalên sereke
- Li ser gelê me polîtîkaya înkar, asîmîlasyon û tundiyê bi giranî dewam dike. Ji ber fobiya kurd, polîtîkayên parastina statûkoya heyî tê nûkirin. PêÅŸniyareke desthilatdariyê ya ji bo çareseriya mayinde ya meseleya kurd û pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê nemaye.
- Bloka destphilatdar di hilbijartinê de hemû derfetên dewletê bo xwe bikar anî. Ligel hemû tiÅŸtî Tifaqa Cumhur piÅŸtgiriya gel winda kir. Niha dora diduyan e.
'EM SIYASETA NEFRETÊ ÅžERMEZAR DIKIN'
- Namzet û pêkhateyên Tifaqa Cûmhûr di tûra destpêkê ya hilbijartinê de dijminatiya li kurdan ji xwe re kirin kampanya esasî ya hilbijartinê û hewl da ku civakê û siyasetê parçe bike. Heman polîtîka di tûra duyemîn de jî dewam dike. Em vê siyaseta nefret û cihêkariyê ya li ser gelê me tê meÅŸandin ÅŸermezar dikin. Em careke din ji raya giÅŸtî re radigihînin ku vê rêbaza siyasetê qebûl nakin.
BIDAWÎKIRINA SÎSTEMA SOSRET
- Heta ku meseleya kurd neyê çareserkirin, rejîmeke demokratîk û jiyaneke civakî ya normal ne pêkane. Åžertê destpêkê yê demokratîkbûna Enqereyê, azadbûna Amedê ye. Ya ku vê pêk bîne jî siyaseta demokratîk û aÅŸtiyane ye. Lewma li gel zext û zordariyê jî em ê feraseta têkoÅŸîna demokratîk biparêzin, berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Mafê gelê me ye ku bi rengekî aÅŸtiyane, wekhev, azad û aram bijî. Em ji bo vê hewl didin. Yek ji gavên herî girîng ên pêkanîna vê yekê jî bidawîkirina sîstema sosret a hikûmeta serokkomariyê ye.
JI BO MAFÊN KURDAN
- Wekî Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd em ji hêza siyaseta demokratîk bawer dikin, di daxwaza xwe de ya ji bo jiyaneke azad û demokratîk israr dikin. Ji bo zemîneke siyasî ya bidestxistina mafên gelê kurd, ji bo afirandina atmosfereke nîqaÅŸê ya bi rengekî azad a li ser hemû pirsgirêkan, ji bo asayîbûna pêvajoya siyasî em radigihînin ku em ê piÅŸtgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglû.
- Hilbijartinên Serokkomarê ezmûneke dîrokî ye ku dikare bi rêya vê yekê dawî li rejîma ÅŸexsekî ya zordar bê anîn. Em bang li gelê xwe dikin ku di vê ezmûna dîrokî de dengê xwe bide demokrasî û guhertinê.”




