• Rûpela Pêþî
  • Tîmên Beþdarî Kûpaya 2022'an bûn
  • Kûpaya Cîhanê 2018
  • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Kûpaya Cîhanê 2010
  • Rûpela Pêþî

Îşev hin nîqaş bi dawî bûn

Dîrok : 18 12 2022 | Beþ :

Cemil Oguz

Erê, ez bi qasî rojnamegerên xelkê ne bi siûd im herim li welatê lê lidar dikeve maçên Kûpaya Cîhanê yekser temaÅŸe bikim. Ev ne sûcê min e, dibe sûcê pêÅŸiyên me, dibe sûcê dîroka me be, dibe sûcê baweriya/ên me be. Nizanim. Axir li ber televîzyonan ev 4’emîn tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ye ku piranî maçên têne lîstin temaÅŸe dikim.

Loma jî niha dixwazim hinek kûpa, hinek Messi, hinek jî notên din bi we re parve bikim.

RÛPELA TAYBET A DIYARNAMEYÊ

Wekî tûrnûvayên berî vê, di asta xwe de, li gor quweta xwe, me îsal jî di Diyarnameyê de Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê amade kir. Herhal li Bakur di nav kurdî de em tekane ne tiÅŸtek wisa dikin.

Me îsal nêzî 50 nûçe û nivîsên li ser Kûpaya Cîhanê 2022 Qatarê belav kirine. Ne ku muhîm e çend kesan nûçe xwendine, ya muhîm ew e ku em maf û daxwaza xwendevanên xwe yên ji fûtbolê hez dikin tînin cih. Bi kurdî sporê derdixin pêÅŸ. Bi ya min qîmeta vê bilind e. 

NIRXANDINA AST Û ÅžEXSIYETA LÎSTIKVANAN

Ez bi hezkirin li maçan temaÅŸe dikim. Ne tenê ji rêzê temaÅŸe dikim, di heman demê de asta ÅŸexsê lîstikvanan jî carinan ber xwe ve dinirxînim. Mînak lîstikvanekî çawa heta kêliya dawî hemû xwêdana xwe dide? Kesek çima bêyî pasê bide lê dide û ne ew bi ser dikeve, ne tîma wî? Çawa kesek bi estetîk dilîze, çawa rê li ber hevalên xwe, tîma xwe vedike? Ev û tiÅŸtên bi vî rengî, dîsa taktîka li nav sehayê, bi jiyanê re dikim yek û kêwa min tê lê temaÅŸe dikim, li ser sohbetê dikim. Di vê çarçoveyê de vê tûrnûvayê min hin nivîs nivîsîn ez dibêjim bi dilê min bûn.

MESSI DAWÎ LI NÎQAÅžAN ANÎ

Û niha Messi: Lîstikvanê Arjantînê Lionel Messi îro wisa maçek lîst û wisa serketineke bi dest xist ku li dinyayê nakeve destê kesî. Ew li nav sehayê carinan naxuye, lê ji niÅŸke ve mirov dibîne ku wekî birûskê dibiriqe, bi pasê diavêje, yan bi gola diavêje tîma xwe ji ber sêdarê dikiÅŸîne, can û rih dide wê.

Îro ji hemû maçan, ji her demê zêdetir ew hebû, dilxwaz bû, berxwedêr bû, bi coÅŸ bû, û ji her demê zêdetir li sehayê bû. Ji her demê zêdetir dibiriqî.

Bi maça îro re bi ya min nîqaÅŸa “serketiyê dinyayê Maradona ye yan Messi ye, Ronaldo ye yan Messi ye”, îÅŸev bi dawî bûye. Bi serketina îro re Messi Maradona jî, Ronaldo jî li dû xwe hiÅŸtine û derketiye lûtkeyê.

REKORÊN ÅžIKANDIN

- Messi bi vê maçê re bû 26 maçên Kûpaya Cîhanê dilîze û li nav tîma Arjantînê bû lîstikvanê herî zêde di Kûpaya Cîhanê de lîstiye. Berî vê Lothar Matthaus bi 25 caran lixwekirina formaya tîma neteweyî li Arjantînê yekemîn bû. Messi ev rekor ji destê wî derxist.

- Dîsa bi golên ku Messi îro avêtin bû 13 gol ku di Kûpaya Cîhanê de diavêje. Bi van golan ew lîstikvanê Arjantînê yê herî zêde bi formaya neteweyî gol avêtine ye. Berî vê Batistuta bi 10 golan xwedî rekorê bû.

- Li dinyayê lîstikvanê Îtalyayê Paolo Maldini 2217 deqe li tûrnûvayê forma li xwe kiribû û kesê herî zêde lîsti ye, Messi ev rekor ÅŸikand.

- Messi bû 19 car wekî kaptanê tîmê derdikeve sehayê. Bi vê rekor di destê wî de ye. ji Meksîkayê Rafa Marquez 17 caran, ji Arjantînê Diego Maradona bi 16 cara di rêzê de ne.

- Messi yê 35 salî tekane kes e ku di salên 10 salî, 20 salî û 30 saliya xwe de di tûrnûvalê golan diavêje. Pele bi 4 mehan heman rekor winda kiribû.

- Di warê, di tûrnûvayekê de avêtina herî zêde penaltiyan de Messi bû ÅŸirîkê rekoran. Eusebio (1966), Rob Rensenbrink (1978) û Messi (2022) her yekî 4 penaltî avêtine û kirin gol.

KÛPAYÊN WÎ

Heta niha Messi tenê Kûpaya Cîhanê negirtibû, ew jî girt û ji niha û pêde nelîze, here razê, winda bibe jî ne xem e. Messiyê hatiye 35 saliya xwe heta niha wî ev kûpa birine ma:

- 11 Åžampiyona li lîgê (10 La Liga, 1 Ligue 1)

- 4 Åžampiyonên Lîga Åžampiyonan

- 3 UEFA Super Kupa

- 3 Kûpaya Klûbên Dinyayê

- 7 Kûpayên Kral (Li Spanyayê)

- 8 Kûpaya Super a Spanyayê

- 1 Kûpaya Super a Fransayê

- 7 heb Ballon d'Or (Goga Zêrîn)

- 6 Li Ewropayê girtina Pêlavên Zêrîn

- 1 Åžampiyoniya Olimpiyatê 2008

- 1 Cupa Amerîka

- 1 Kûpaya Cîhanê

LÎSTIKVANÊN DIN

Ji bilî Messi, hin lîstikvanên din ku mirov ji lîstika wan zewq digirt jî hebûn. Mînak li Arjantînê Di Maria, li Hirvatistanê Modric, li Fransayê Mbappe. Ew kêf bûn, kêf didan temaÅŸevanan.

Ji her tiÅŸtî jî wêdetir fînala tûrnûvayê wisa fînalek bû, herhal hê dê gelek salan, di gelek tûrnûvayan de bal bê kiÅŸandin. Di kêliya ku ji pêÅŸkêÅŸvanan heta temaÅŸvanan got temam e, xilas, tîma din derket holê û carek din asta heyecanê bilindtir kir.

Axir, bi xêr û gunehên xwe tûrnûvayeke din jî bi dawî bû. Heta yeka din…

 


Nûçeyên Kûpaya Cîhanê:

- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet  

    

Hûn dikarin li van jî binêrin