• Rûpela Pêþî
  • Tîmên Beþdarî Kûpaya 2022'an bûn
  • Kûpaya Cîhanê 2018
  • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Kûpaya Cîhanê 2010
  • Rûpela Pêþî

Maça sêyemînî: Hirvatistan an Fas dê madalyayê bigire?

Dîrok : 17 12 2022 | Beþ :

Diyarname

Di Kûpaya Cîhanê 2022 Qatarê de dema her du maçên dawî hat. Îro Maça Sêyemînî dê bê lîstin û sibê jî Maça Fînalê.

Di Maça Sêyemînî de Hirvatistanê ku li hemberî Arjantînê, Fasê ku li hemberî Fransayê têk çûbû têne hemberî hev. Ji Hirvatistan û Fas kîjan bi ser bikeve dê wekî sêyemîn ji tûrnûvayê vegere mala xwe.

Maça Hirvatistan û Fasê li Stada International a Khalifa ya li bajarê Ar-Rayyan tê lîstin. Hakêmê maçê Abdulrahman Al Jassim e, Taleb Al Marri û Saoud Al Maqaleh wekî hakêmên cîgir kar dikin.

Hirvatistan di sala 1998’an de jî bi sêyemînî xatir ji kûpayê xwestibû û ger bi ser bikeve vê yekê dê dubare bike.

Forvetê hirvat Andrej Kramaric li ser maçê wisa gotiye, “Hûn di tûrnûvaya kûpaya cîhanê de madalyayê bi dest bixin hûn li welatê xwe dibin lehengê bê mirin. Emê jî bikin ku vê yekê pêk bînin.”

Fas li Afrîkayê yekemîn tîm e ku derketiye nîv fînalê. Ger bi ser bikeve û bibe sêyemîn jî ev yek dê gaveke nû be ji bo wan.

Teknîk Dîrektorê Fasê Walid Regragui gotiye ku ew dixwazin wekî sêyemîn tûrnûvayê temam bikin û ev yek lê zêde kiriye, “Ji bo me maçeke girîng e. Hedefa me serketin e. Wekê sêyemînê dinyayê em dixwazin rêzeya xwe ya li FIFA’yê bilind bikin. Dê tiÅŸteke mikemel be ku em wekî sêyemîn tûrnûvayê temam bikin. Dê tiÅŸtekî harîkulade be ku em bi madalyayê vegerin welatê xwe. Em dixwazin ji bo pêÅŸeroja fûtbola Fasê rê vekin.”

Her du tîm di maçên koman de li heman komê bûn û maça wan wekî 0-0 bi wekhevî bi dawî bûbû. Maça îro saet 18.00'an de tê lîstin.
Li Tirkiyeyê TRT 1 maçan yekser belav dike.

 

***
 

Nûçeyên Kûpaya Cîhanê:

- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet    

Hûn dikarin li van jî binêrin