• Rûpela Pêþî
  • Tîmên Beþdarî Kûpaya 2022'an bûn
  • Kûpaya Cîhanê 2018
  • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Kûpaya Cîhanê 2010
  • Rûpela Pêþî

Fransayê rê neda bindest bibe serdest

Dîrok : 14 12 2022 | Beþ :

Cemil Oguz

Çîrokê wisa dest pê kir: Di nav dîrokê de demek dirêj Fas di bin destê Fransayê de bû. Di sala 1912’yan de “Peymana Fes” tê çêkirin û bi vî awayî “Protektoraya Fransiz a Fasê” tê avakirin. Di 2”yê adara 1956’an de Fas serxwebûna xwe radigihîne. Heta wê demê Fas di bin destê Fransayê de bû. 

Ji wê demê ve bandora Fransayê û fransî li Fasê heye. Niha li Fasê zimanê fermî berberî û erebî ye, lê gelek zimanên din jî têne axaftin wekî hesanî, erebî, berberî û fransî. Ev Fasê ku niha mijara me ye bi fûtbola ku di vê tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar de lîst derket ser sehneya dinyayê.

Fasê di sala 1970'yan de mafê raste rast beÅŸdariya Kûpaya Cîhanê bi dest xist ku ev bûbû tîma yekem a ku ji Afrîkayê beÅŸdarî vê tûrnûvayê dibe. Di sala 1986’an de wekî yekem tîma Afrîkayê ku kariye ji Maçên Koman derkeve. Serketina wê ya mezin di sala 2012’yan de çêbû, ku di Kûpaya Neteweyên Afrîkayê de bi ser ket û kûpa girt. Ev Fasa ku di Kûpaya Dinyayê de zêde bandora wê nîn bû îsal gelek bi bandor bû. PêÅŸî ji koman derket, dûre di Dora 16’an de tîma ewropî Spanya, di çarîk fînalê de jî tîma din a ewropî Portekîz ÅŸand mal û derket nîv fînalê. Fas bû yekemîn tîma Afrîkayê ku di Kûpaya Cîhanê de derketiye nîv fînalê. Ev yek serketineke mezin bû ji bo wê. Vê carê tîmeke din a ewropî li pêÅŸ wan bû lê vê carê ev ne tîmeke ji rêzê bû.

Ji aliyekê ve serdestên wan ê berê bû. Ji aliyek ve bindest dê biba serdest yan na, ji aliyê din ve Fasê dê dîrokeke din binivîsanda û derketa fînalê yan na?… Meraq û heyecan bi vî awayî bû.

Li aliyê din Fransaya bi xwe bawer, Fransaya ku heta niha du caran, di sala 1998 û 2018’an de ev kûpa biribû mal, û dixwest cara 3’yan jî bibe mal. 

TECRUBE SERDEST BÛ

Fransa wekî dîroka welat jî, wekî fûtbol jî, û niha wekî kadro jî xwedî astek bilind bû. Ji Mbappe heta Dembele, Griezmann, Hernandez, Giroud, xwedî wisa lîstikvanan bû ku nayên jimartin. Bi ser de jî efsaneyê fransayê D. Deschamps teknîk dîrektor bû…

Erê Fas berxwedêr bû, lê Fransa jî lez bû, taktîk bû, xwedî tecrube bû.

Fas yekem car bû derketibû nîv fînalê, yê Fransayê cara 7’an bû. 

Bi vî awayî maçê dest pê kir. Maç li Stada Al Bayt bû, 68 hezar û 294 temaÅŸevan lê bûn û hakêm jî ji Meksîkayê Cesar Arturo Ramos Palazuelos bû.

GOLA HERNANDEZ DERÎ VEKIR

Hê di deqîqeya 5’an bû Fransayê bi Theo Hernandez deng da. Lîstikvanê fransî Griezmann ji aliyê rastê ve ket nava sehaya Fasê, pas da Mbappe, wî lê da lê gog ji defansê vegeriya û li aliyê çeperastê sehayê Theo Hernandez xweÅŸik lê da û gol: 1-0.

Golek gelek bi lez bû, atakên Fransayê didomand. Di deqîqeya 16’an de ji xetaya defansê gog ket ber Giraud, wî hinek ajot û lêda, gog ji dîrekê derket derve. Erê Fransayê ataq dikir lê lê Fasê jî dest bi maçê ber nedida. 

Bi Ziyech, En Nesyri, Ambarat dixwest biçe encamê, lê nedibû, defansa Fransayê xeta nedikir. Heta ku di deqîqeya 79’an de gotina dawî Kolo Muani yê ku nû ketibû maçê got. Li nav sehaya Fasê, li ber kelehê Mbappe û Thuramê ku ew jî nû ketibû maçê bi gogê lîstin, herî dawî Mbappe gog digindirand û ji bo Muani tenê lêdan mabû û encam diyar bû. Bi vê encamê Fransayê hemû hêviyên Fasê, hemû xeyalên wê ÅŸikandin û derket fînalê.

MAÇA FÎNALÊ

Duh Arjantînê Hirvatistan têk biribû û derketibû fînalê, îro Fransa bû reqîbê Arjantînê. Niha qulpek kûpayê di destê Arjantînê, qulpek di destê Fransayê de ye û 18’ê mehê dê yek ji dest bide. Maç dê li Stada Lusailê bê lîstin. Û her ku Fas e, ligel Hirvatistanê ji bo maça sêyemînî dê bilîze.

ÇEPIK BO FASÊ

PiÅŸtî bidawîbûna maçê temaÅŸevanan li ser lingan tîma Fasê pîroz kir, li çepikan da. Lîstikvanên fransiz jî çûn cem lîstikvanên Fasê û teknîk dîrektorê wan Walid Regragui û xemgîniya wî parve kirin.

 

ÇEND NOT BO LÎSTIKVANAN

Di vê maçê de hin rekor jî hatin ÅŸikandin. Qeleparêzê Fransayê Hugo LIoris bi vê maçê re bû 19 caran bi formaya tîma neteweyî derdikeve maça Kûpaya Cîhanê û bi vê bû ÅŸirîkê rekora di destê qeleparêz Manuel Neuer de. LIois di maça fînalê de jî bilîze dê bibe 20 car û rekor bi dest bixe. Di vî warî de qeleparêzê brezîlî Taffarel û qeleparêzê alman Sepp Mayer bi 18 caran di rêzê de ne.

Lîstikvanê fransiz Griezmann di vê maçê de gelek serketî bû. Wî heta niha 24 asîst kirine ku di vî warî de î lîstikvanên navdar ên fransiz Zinedine Zidan û Thierry Daniel Henry li dû xwe hiÅŸtin û bû yekemîn. Griezmann ligel bilindkirina asta maçê, îro gelek alîkariya defansa xwe jî kir û bi ya min dikare bibe lîstikvanê maçê. 

MACRON RABÛ SER LINGAN

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî li stadê bû û ligel Serokê FIFA’yê Gianni Infantino li maçê temaÅŸe dikir. Di golan de Macron gelek kêf kir lê bi taybetî ya diduyan de rabû ser lingan û li çepikan da. 

 

 

Nûçeyên Kûpaya Cîhanê:

- Kûpaya Cîhanê 2022 Qatar, Rûpela Taybet   

Hûn dikarin li van jî binêrin