Notên li ser Kûpaya Cîhanê
Diyarname
Ev Kûpaya Cîhanê kengê dest pê dike û kengê xilas dibe? Li kîjan stadan tê lîstin? Maçên koman, çarîk fînal, nîv fînal, fînal kengê ye? Favorî kîjan tîm in? Golên dîrokî? Bilêtên tûrnûvayê bi çi ne? Kîjan kanal maçan diweÅŸînin? Em ketine li dû van pirsan û hinek pirsên din.
Va ne notên li ser Kûpaya Cîhanê 2022 Katarê:
- Tûrnûva roja 21.11.2022’yan dest pê dike. Roja 18.12.2022’yan bi dawî dibe. Katar yekemîn welatê ereb e ku ji bo tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê mazûvanî dike.
DÎROKÊN MAÇAN
- Maçên koman heta 2’yê mehê dê bêne lîstin û 16 tîm dê vegerin mala xwe, 16 jî derbasî Dora 16’an dibin.
- 3-6 Berfanbar: Maçên Dora 16’an têne lîstin.
- 9-10 Berfanbar: Maçên Çarîk Fînalê têne lîstin.
- 13 û 14 Berfanbar: Maçên Nîv Fînalê têne lîstin.
- 17 Berfanbar: Maça 3’yemînî tê lîstin
- 18 Berfanbar: Fînal…
FAVORÎ
- Di tûrnûvayê de Brezîlya yek ji favoriyan e. Heta niha herî zêde wê kûpa girtiye. 4 Fransa berê Fransayê kûpa biribû mala xwe, ew careke din di nav favoriyan de ye. Îngilistan, Spanya, Almanya, Belçîka, Hollanda hin ji van tîmên derdikevin pêÅŸ in. Lîstikvanê navdar Lionel Messi ji bilî Kûpaya Cîhanê hemû kûpa girtine. Ew ligel tîma xwe Arjantînê dê zorê li tîman bike, loma jî ew jî di nav favoriyan de tê nîÅŸandayîn.
GOLAVÊJ
- Lîstikvanên golavêj ku îhtîmal e derkevin pêÅŸ ji Arjantînê Messi, ji Brezîlyayê Neyman, ji Fransayê Antoine Griezmann, ji Îngilistanê Harry Kane, ji Polonyayê Ronaldo dixuyin.
GOLÊN DÎROKÎ
- Di Kûpaya Cîhanê de gola yekemîn ji aliyê Lucien Laurent ve hatiye avêtin. Sala 1930’yî de li paytexta Ûrûgûay Montevideoyê di navbera Fransa û Meksîkayê de maç hat lîstin. Lîstikvanê fransiz Lucien Laurent gol avêt û ev bû wekî gola yekemîn a di vê tûrnûvayê de.
Di sala 1938’an de lîstikvanê swîsreyî Ernst Lotscher gol avêt keleha xwe û bû yekem kesê golê diavêje keleha x1e. Maç di navbera Swîsre û Almanyayê de bû. Yekem gola ji penaltiyê (sala 1930) di maça Meksîka û Arjantînê de lîstikvanê meksîkî Manuel Rossa avêt.
Yekem ‘hat-trick’ aîdê Bert Patenaude ê amerîkî ye. Sala 1930, di maça DYA û Paraguay de Patenaude 3 gol avêtin û ket nava dîrokê.
Pele lîstikvanê herî ciwan bû gol avêt: 1958, ema 17 sal û 244 rojî bû gol avêt Gallerê. Roger Milla ê ji Kamerûnê di sala 1994’an de dema 42 salî û 39 rojî bû gol avêt Rusyayê û bi vê bû kesê herî extiyar ê ku gol avêtiye.
Golên werçerxê jî wisa çêbûn:
Gola 1’emîn: Lucien Laurent (Fransa), 1930
100’emîn: Angelo Schiavio (Îtalya), 1934
200’emîn: Harry Andersson (Swêd), 1938
300’emîn: Chico (Brezîlya), 1950
400’emîn: Max Morlock (Almanya), 1954
500’emîn: Bobby Collins (Skoçya), 1958
600’emîn: Drazan Jerkovic (Yugoslavya), 1962
700’emîn: Pak Seung-zin (Koreya Bakur), 1966
800’emîn: Gerd Müller (Almanya), 1970
900’emîn: Hector Yazalde (Arjantin), 1974
1000’emîn: Rob Rensenbrink (Hollanda), 1978
1100’emîn: Sergey Baltacha (Yekîtiya Sovyetê), 1982
1200’emîn: Jean-Pierre Papin (Fransa), 1986
1300’emîn: Gary Lineker (Îngilistan), 1986
1400’emîn: Johnny Ekström (Swêd), 1990
1500’emîn: Claudio Caniggia (Arjantîn), 1994
1600’emîn: Pierre Issa (avêt keleha xwe) (Afrîkaya BaÅŸûr), 1998
1700’emîn: Slobodan Komljenovic (Yugoslavya), 1998
1800’emîn: Beto (Portekîz), 2002
1900’emîn: Christian Vieri (îtalya), 2002
2000’emîn: Marcus Allback (Swêd), 2006
2100’emîn: Javier Hernandez (Meksîka), 2010
2200’emîn: Arjen Robben (Hollanda), 2010
2300’emîn: Jermaine Jones (DYA), 2014
2400’emîn: Luka Modric (Hirvatistan), 2018
2500’emîn: Fakhreddine Ben Youssef (Tûnûs), 2018
STADÊN TÛRNÛVAYÊ
- Maç li 8 stadên 5 bajaran têne lîstin. Ev in ew stad:
Stadê Lusail: 80.000 (Lusail)
Stadê Al Bayt: 60.000 (Al Khor)
Stadê 974: 40.000 (Doha)
Stadê Al Thumam: 40.000 (Doha)
Stadê Bajarê Perwerdehî: 45.350 (Al Rayyan)
Stadê Ahmad bin Ali: 44.740 (Al Rayyan)
Stadê Xelîfe: 40.000 (Al Wakrah)
Stadê Al Janoub: 40.000 (Al Wakrah)
BILÊTÊN MAÇAN
Bilêtên maçan ji 8 Euro heta 1227 Euroyî ne. Di kategorî yek, du, sê û çaran de bilêt têne firotin ku kategoriya çaran tenê ji bo katariyan têne firotin. Û yên herî erzan jî ev beÅŸ e. Bilêtên herî buha aîdê maça fînalê ne. Di fînalê de kategoriya yek bi 1227, kategoriya duyem bi 766, kagotiya sêyem bi 461 û kategoriya çarem bi 157 euroyî têne firotin.
GOGA FERMÎ
- Goga tûrnûvayê ji aliyê Adîdasê ve hate çêkirin. Ev bû 14 gog ku ji aliyê Adîdasê ve tê çêkirin. Adîdasê navê “Al Rihla” lê kiriye û dibêje, “Al Rihla” li hewayê bileztir tevdigere û dê bigihîje asta leza maksîmûm a maçê. Dîrektorê Karên Bazarê yê FIFA’yê Jean François wisa gotiye, “Ev mihteÅŸem e, goga dikare bê berdewamkirin û bi qelîte ye.”
MEY
- Katar welatekî misilman e û Katar jî di nav de li welatên misilman vexwarina mey qedexe ye. Katarê pêÅŸî ev biryar sist kir û vexwarin ji bo vê demê serbest berda. PaÅŸê biryar girt ku li dora stadê mey neyê firotin. Di dawî de FIFA’yê biryar da ku vexwarinên bi alkol li cihên bi lîsans tenê bêne firotin.
LI TIRKIYEYÊ TEMAÅžEKIRIN
Li dinyayê li her welatên kanalên cuda maçan yekser belav dikin. Li Tirkiyeyê TRT 1 û TRT Spor maçan belav dikin.
Rûpela kûpayê:




