• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

Li Agirî û Norşînê dengdana di bin zexta polîsan

Dîrok : 01 06 2014 | Beþ :

AGIRÎ/BEDLÎS 
Li Agirî û navçeya Bedlîs NorÅŸînê, hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê ku BDP'ê qezenç kiribû lê belê hatin betalkirin, îro ji nû ve tên kirin. Li her du herêmên ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin, zext li muÅŸahîdên BDP'ê û hilbijêran tên kirin. Ji bilî Agirî û NorÅŸînê îro li 8 navendên Tirkiyeyê jî hilbijartin tên kirin.

Li Agirî, dengdayîna ji bo hilbijartinên herêmî yên tên dûbarekirin, di bin dorpêçiya polîsan de, dest pê kir. 

Li serê her kolanê komek polîs bi wesayîtên xwe yên bi zirxî sekinîne, bi gelek wesayîtan jî li navend û li taxan digerin. Bi taybetî li hewÅŸa dibistanên ku deng tên bikaranîn bi dehan hêzên taybet û polîsên sivîl hene. Welatî ku serê sibê saat 07.00’an de ji bo dengê bikar bînin çûn ser sandoqan. Parêzerên baroyên heremê û parlementerên HDP’ê jî dibistanan digerin. 

POLÎSAN DU MUÅžAHÎDÊN BDP'Ê BIRÎNDAR KIRIN

Serê sibehê muÅŸahidên BDP’ê Alî û Mehmet Çarboga ku xwestin bikevin nava dibistana Seretayî ya Îsmet Omer a li taxa 100. Yilê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Her du muÅŸahîd ên pismamên hev in ku li hemberê astengkirina polîsan derketin, di nava wan de nîqaÅŸ derketin. Ji ber lêdana polîsan her du pismamên hev ji rûyê xwe birîndar bûn.

Alî Çarboga diyar kir ku ew muÅŸahidên BDP’ê ne û xwestin bikevin nava dibistanê lê ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin û got: "PêÅŸî em hatin astengkirin me nîqaÅŸ kir, piÅŸtre gotin hûn dikarin bikevin hundir. Lê ji ber parlementerên AKP’ê ku Cigirê Serokê Koma AKP’ê Suleyman Soylu jî li wir bû em hedef hatin niÅŸandan û polîsan em derb kirin û du derb gule bera hewayê dan.” 

Hate ragihandin ku di Dibistana Seretayî ya 15 Nîsanê de parlementerên AKP’ê muÅŸahidên BDP’ê ji salonê derxistine û bi serokê sindoqê û muÅŸahidên din re hevdîtin kirine. 

Di dibistana Seretayî ya Åžeref Yelkaya ya li Taxa Fatîhê jî parlementerên AKP’ê û polîsan zextê li welatiyan dikin.

Roja 31'ê Adarê Desteya Bilind a Hilbijartinê encamên dawî yên hilbijartinên heremî yên li Agirî aÅŸkera kir. Li gorî vê BDP'ê bi 20 hezar û 102 dengan ÅŸaredarî qezenç kir, AKP jî di 19 hezar û 940 dengî de ma.

PiÅŸtî zelalbûna serketina BDP'ê ya li Agirî, Alîkarê Serokê GiÅŸtî yê AKP'ê Huseyîn Çelîk daxuyaniyek da û got, "Li Agirî niha BDP'yî bi tenê bi 10 dengan li pêÅŸiya AKP'ê xuya dike. Duh êvarê BDP'yiyan li hemberî hevalên me dijwarî bikar anîne. Li Agirî encam dikare biguhere."

PiÅŸtî vê daxuyaniyê AKP'yiyan li dijî encamên hilbijartinê îtiraz kirin û deng 15 caran ji nû ve hatin jimartin. Tevî ku di her 15 caran de jî BDP serketî derket jî, AKP'yiyan dijderketina xwe dewam kirin û di vê navberê de jî hejmareke zêde polîs û leÅŸker ji derdorê li Agirî civandin.

Ji ber tengezariya zêde ya li bajêr û gumana di her jimartinê de kêmkirina dengê BDP'ê, rayedarên BDP'ê biryar dan ku ji bo pêÅŸî li bûyerên neyînî were girtin, hilbijartin ji nû ve bên kirin.

LI NORÅžÎNÊ HILBIJARTINA DI BIN ZEXTA POLÎSAN DE

Li navçeya Bedlîs NorÅŸînê jî welatî serê sibê çûn ser sindoqan û dest bikaranîna dengan kirin. Li navçeyê 11 hezar û 994 hilbijêr dê li 11 dibistanan di 44 sindoqan de dengan bikar bînin.

BDP'ê ji her sindoqê re muÅŸahîdek û parêzerek peywirdar kirin. ÎHD'ê jî 30 parêzer bi giÅŸtî 65 çavdêr peywirdar kirin û dê li ser sindoqan bigerin.

Li tevahiya navçeyê polîsan tedbîrên gelek dijwar girtin. Polîsan derdora Konaxa Hikûmetê bi bendan girt û TOMA lê bicih kirin. Ji bajarên derdorê gelek polîs anîn navçeyê û bi TOMA û wesayîtên zirxî li nuqteyên cuda hatin bicihkirin.

Parlementerên HDP'ê Adîl Zozanî, Ayla Akat Ata, Husamettîn Zenderlîoglu û hevÅŸaredarên herêmê ji bo tu nexweÅŸî çênebin li ser sindoqan digerin. Bikaranîna dengan dê seat di 16.00’an de bi dawî bibe.

Di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê de, li navçeya Bedlîs NorÅŸînê BDP'ê bi 32 hezar dengan Åžaredarî qezenç kir. Lê belê li vir jî AKP'yî li dij encamên hilbijartinê derketin û di jimartina duyemîn de vê carê dengên BDP'ê derket 33 hezaran.

AKP'yiyan qîma xwe bi vê jimartinê jî neanîn, vê carê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da û dengên li navçeyê ji bo cara sêyemîn hatin jimartin.

PiÅŸtî hejmartinê encam hat îptal kirin, biryara ku di 1’ê Hezîranê de cardin hilbijartin bê kirin hat dayîn.

Li gorî encamên hilbijartinê, BDP’ê bi girtina 4 hezar û 522 dengan ji sedî 48.72, AKP 4 hezar û 490 dengan ji sedî 48.33 de deng girtin.

LI 8 NAVENDÊN TIRKIYEYÊ HILBIJARTIN TÊN KIRIN

Li bajarên Rojava jî, dengdanê saet di 08:00 de destpê kir. Dengana li vir jî wê heta saet 17:00 dewam bike û piÅŸtî girtina sindoqan, jimartina dengan wê destpê bike.

Ev her 8 navendên Rojava yên hilbijêr lê dengê xwe tînin wiha ne:

Hilbijartinên ÅŸaredariyên bajarê Yalova, navçeya Åžabanozu ya Çankiri, navçeya ÛlaÅŸ a Sêwasê, navçeya YeÅŸîlyûrt a Tokatê, navçeya Aydintepe ya Baybûrtê, bajarokê AÅŸdagûl ê ser bi navçeya Ortakoy a Çorûmê, bajarokê Keçîkalesî ya ser bi navçeya Altûnhîsar a Nîgdeyê û hilbijartinên meclîsa giÅŸtî ya bajêr a navçeya HemÅŸîn a Rîzeyê.


Hûn dikarin li van jî binêrin