Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hilbijartina 30'ê adarê nirxand
Stenbol
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser encamên hilbijartina 30'ê adarê de civînek li dar xist û ji civînê ev encam derket*:
"Hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 30'ê adara 2014 qediyan û encamek derket holê. Encameke ku mirov pê ÅŸaÅŸ û metel bibe nîn e. Li Kurdistanê serkeftinek heye, li metropolan rewÅŸ zêde neguheriye. HDP’ê tu deng li dengên kurdan zêde nekirin. Ev yek ji bo gelek mirovan hêvîkuj bû. PiÅŸtî hilbijartinê me wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi endamên xwe civînek li dar xist, di wê civînê de hinek nirxandin li ser encamên hilbijartinê jî hatin kirin.Em ê li vir çend xalan ji wan li vir pêÅŸkêÅŸ bikin.
Em di van hilbijartinan de zêde ne serkeftî ne. Me HDP zêde di nav xwe de nedît, dîsa kurd hebûn. BeÅŸdarbûna bi navê HDP’ê hê zû bû. Polîtîkaya beresaziyê (kamplaÅŸma) ya di navbera AKP û CHP/ Cemeatê de bandor li girseya HDP’ê jî kir.
Li Stenbolê li ser sandoqan tu çavdêr û peywirdarên me tune bûn, ew ê hebûn jî bê xwedî, tî û birçî hatin hiÅŸtin.
Li Kurdistanê serkeftin qismî bû. Gel ji berendaman ne razî bû. Hinek kes li ser gel hatin ferzkirin, li hin cihan gel li hemberî vê yekê helwesta xwe nîÅŸan da; hinek neçûn ser sandoqan, hinekan jî dengê xwe da AKP’ê.
Me nekarî rastiya pêvajoya çareseriyê bi gel bidin fehmkirin. AKP’ê xwe wekî temînata pêvajoya çareseriyê nîÅŸan da û vê yekê kir ku li hin cihan dengê wê zêde bibin.
Der barê HDP’ê de bi tenê hinceteke me hebû; “Ev projeya serokatiyê ye” lê ev proje ji gel re nehat ravekirin. HDP dê HDK'ê bi goÅŸt û hestî bibe, heke HDK bi ser pêÅŸ nekeve, HDP bi pêÅŸ nakeve.
Di diyarkirina namzedan de taybetiyên civakî, çandî yên herêmî li ber çavan nehatine girtin. Bo nimûne, li hinek herêman ji ber nakokiyên eÅŸîrî, hin eÅŸîran dengê xwe neda me.
Çavdêr û peywirdarê me jî, hilbijêrên me jî baÅŸ nehatibûn perwerdekirin. Lewma jî gelek dengên me ÅŸewitîn û gelek jî ji hinekên din re çûn.
Li gelek cihan berendamên baÅŸ derneketin, ew jî bû sedem ku yên berê werin nîÅŸandan, lê gel ji wan ne razî bû, lewma jî me li wan deran hilbijartin ji dest da.
Li gelek cihên ku ÅŸaredarî ev çend serdem in di destê me de ye, xebateke serkeftî nehatiye kirin. Lewma jî dengên me kêm bûne.
Di warê kadroyan de qelsî heye, têkiliya kadroyan bi gel re zêde hiyerarÅŸîk e û hin tiÅŸtan li ser mirovan ferz dikin. Ji bo vê yekê jî divê akademiyên siyasetê bi rê û rêbazeke nûjen û piralî kadroyan perwerde bikin.
Xebata BDP’ê bi tenê li ser siyasetê ye, aliyê çandî, aborî û civakî kêm e. Her wiha vê hilbijartinê xebat jî kêm bû.
Belê, di civîna me de ev nirxandin û raman derketin holê.. Li gorî baweriya me divê nirxandinên berfireh werin kirin, divê bi tenê rewÅŸenbîrên tirk me rewÅŸa me nenirxînin, divê em bi xwe jî karibin rewÅŸa xwe binirxînin û li gorî wê reng û rûçikên xebata xwe biguhêrin."
Ji malpera Enstîtu hatiye girtin





