• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

Li Agirî hilbijartin ji nû ve li dar dikeve

Dîrok : 06 04 2014 | Beþ :

AGIRΠ

Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Agirî îdîa kir ku pusulayên dengan ên hatine bikaranîn winda ne û Hilbijartina Åžaredariyê ya Bajêr ku BDP'ê qezenc kiribû betal kir. Hilbijartin wê roja 1'ê pûÅŸperê careke din li dar bikeve.

Li Agiriyê di hilbijartina 30'yê adarê de BDP bi ser ket. Wê êvarê berendamê Hevserokatiya Åžaredariya Agirî yê BDP'ê Sirri Sakik ragihand ku wan bi 1000 dengî ÅŸaredarî bi dest xistiye. AKP'ê îtîraz kir. Deng careke din hatin jimartin. Vê carê bi 500 dengî, dûre dîsa îtîraz, dîsa jimartin. Di dawiya çend îtîraz û jimartinan de hat ragihandin ku BDP'ê bi 10 dengan ÅŸaredarî bi dest xistiye. AKP'ê dîsa îtîraz kir. Serokê Lijneya Hilbijartinê yê navçeyê ev îtîraz red kir. Lê çawa çêbû, roja din ev kes derket betlaneya ÅŸeÅŸ rojan. Dûre AKP'ê li cem  Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr îtîraz kir û ev îtîraza wê hat qebûlkirin. 2 roj berê careke din dest bi jimartina dengan kirin. Di rojekê de tenê karîn çend sindoqan bijmêrin. Heta sindoqa 13'yan her di sindoqa ku vekirin de BDP li pêÅŸ bû. Duh sindoqa bi nimreya 1125'an vekirin. Torbeya wê qeliyayî bû. Berê di vê sindoqê de dengên BDP'ê 114 bûn û ev yek hatibû îmzekirin jî lê vê carê 110 derketin. Hat dîtin ku 4 deng li yên AKP'ê hatine zêdekirin. BDP'yiyan îtîraz kir ji ber ku torbe qetiyaye û jimartina berê û ya niha li hev nake.

PaÅŸê dest bi vekirina sindoqên din û jimartina dengên wan kirin. Lê nîvê ÅŸevê saet 02.30 de Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr biryara betalkirina hilbijartina Agirî da. Lijneyê îdîa kir ku de deng winda ne û biryareke wisa girtin. Hilbijartina nû dê 1'ê pûÅŸperê li dar bikeve. Lijneyê biryar da ku ji bilî hilbijartina moxtaran, hilbijartina ÅŸaredariyên din hemû careke din li Agiriyê li dar bikevin.

Berendamê BDP'ê yê Hevserokatiya Åžaredariya Agirî Sirri Sakik bi reya Twitterê qub li AKP'ê xwest û got: Di roja 1'ê pûÅŸperê de  emê ji AKP'ê bixwazin ku dakeve qadê.


Hûn dikarin li van jî binêrin