Li ser nîqaþên alfabeya Latînî û Erebî ya ji bo kurdî
Mihemed Jiyan
Mijara alfabeyê bi serê xwe meseleyeke zêde tevlihev û têra xwe biarîþe ye. Bêguman nîqaþên alfabeyê/alfabeyan di hemî zimanên bêdewlet û bêstatu de girîngtirîn û sereketirîn nîqaþ in. Lewra ew zimanên bêdewlet, ne xwedî dezgehekê ne ku li ser xalekê biryarê bide û ev biryar ji teref her kesî ve were qebûlkirin û bi vê qebûlê jî dawî li nîqaþên bi vî rengî bînin. Lê dema ku ew dezgeh tunebe alozî û pirsgirêkên li ser vê yekê aloztir dibin.Meseleya alfabeya/alfabeyên Kurdî jî ev nêzî sed salî ye ku tê nîqaþkirin. Bi qandî ku em dizanin û jê haydar in, ev nîqaþ hêj di kovara Rojî Kurd de hebûye. Yek ji wan ew e ku Abdullah Cevdet, elfabeya Erebî ji bo zimanê Kurdî têr û guncan nedidît. Herwiha em ji hewldanên Tewfîq Wehbî haydar in ku dixwest alfabeyeke nû ji bo zimanê Kurdî çêke.
Yanî ev mesele hê di zemanê Osmaniyan de ku bayê Rojavayê li alema Îslamê bi awayekî gur diweziya bi þeklekî ciddî dihate rojevê û rewþenbîran fikrên xwe yên li ser vê meselê dianîn ziman û dinivîsandin. Elfabeya Erebî ya ku Xelîl Xeyalî Motkî ji bo Kurdî çêkiriye jî, meriv dikare wekî encamekî vê rojevê û vê nîqaþê binirxîne.
Ji wan deman heta roja îro ev nîqaþ her berdewam e û dê her berdewam be. Lewra meseleya ziman tu demê ji siyaseta rojevê dûr û xweser nemaye/namîne. Her wextî girêdayî siyaseta demê û rewþa Kurdan, meseleya ziman jî bûye/dê bibe dabaþa nîqaþ û gengeþiyan.
Sedemê bingehîn yê daxwaza Abdullah Cevdet û kesên wekî wî yên ku dixwestin alfabeya Kurdî ne Erebî, lê Latînî be; bi temamî ne ilmî û zanistî bû. Belkî zêdetir siyasî û polîtîk bû. Lewra wan jiyan û modeleke Rojavayî diparast û dixwestin ku bi her awayî biþibihin Rojavayê. Herwiha dixwestin ku xwe ji paþeroja xwe biþon û rûpeleke nû li ber xwe vekin. Meseleya alfabeyê jî tenê yek ji van hêmanan bû.
Helbet Mistefa Kemal jî ne ji ber heyraniya Latînan (jixwe ev alfabe jî ya Fînîkeyiyan bû) an jî guncanbûna alfabeya Latînî ji bo zimanê Tirkî, þoreþa herfan/alfabeyê çêkir. Alfabe, yek ji çend nîþaneyên reddkirina mîrasa Osmanî bû. Ev þoreþ jî wekî encamekî vê polîtîkayê pêk hat.
Helbet ez naxwazim bêjim ku nîqaþên alfabeyê bi temamî siyasî û polîtîk in û qet kesên ku ji hêla ilmî û zanistî ve li serê kûr bûne tunin. Bêguman kesên ku ev mesele ji hêla ilmî, zanistî û zimanzanînê ve þîrove kirine û nirxandine jî pir in. Lê rastiya eþkere ew e ku mesele zêdetir siyasî ye.
Çawa ku guherîna herfên dewleta Tirkan ji Erebî bi bal Latînî ve di encamê siyasetekê de be, bicihbûna alfabeya Latînî piþtî ya Erebî di Kurdî de jî encamê þert û mercên siyasî ye/bû. Jixwe, reva ji vê rastiyê ne mumkin e û hewldanên li ser redda vê yekê jî beyhûde ne.
Xala ku ez dixwazim balê bikþînim serê ew e ku mijara alfabeyê ji siyaseta rojevê cudatir nayê nirxandin. Ji ber wê ye ku di roja îro de jî yek ji rojevên me yên herî muhîm alfabe ye. Herwiha nîqaþên li ser alfabeyê ne.
Rewþa ku em îro pê re rûbirû mane û munaqeþeyên li serê berdewam in jî girêdayî siyaseta soranîparêzan e. Lewra soranîparêz dixwazin seyreta xwe ya li ser Kurmancan binecih bikin û serdestiya xwe baþ bidin sepandin.
Wekî em dizanin seytera Soranan û zaravayê Kurmanciya Jêrîn li ser Kurmancan û Kurmanciya Jorîn, li Kurdistana Baþûr ji wextekî dirêj û ber bi vir ve berdewam e. Li ser vê meseleyê û ji bo çêbûna zimanekî hevpar di nava Kurmancî û Soranî de, heta niha gelek civîn hatine kirin û gelek komîsyon hatine avakirin. Lê tu civîn heta niha bi musbet encam nedaye û tu komisyonê karê xwe bi rêk û pêk nemeþandiye.
Rastiyeke din a girêdayî vê mijarê ew e ku seyreta Soranan a li ser Kurmancan, bi dilê her du dewletên cîran; Tirkiye û Sûriye bû. Lewra Kurdên di bin dagirkeriya wan de dijiyan, bi piranî Kurmanc bûn. Dewleta Tirkan bi awayekî eþkere diyar kiriye ku divê li Kurdistana Baþûr zaravayê fermî Soranî be û alfabeya Erebî di perwerdehiyê de were bikaranîn. Lewra divabû têkiliya Kurmancên Baþûr û Bakur bihata birrîn û neþiyaban têkiliyeke baþ bi hev re deynin. Dema ku li Baþûr herfên Erebî û li Bakur jî herfên Latînî werin hînkirin û ew di pratîkê de ew bêne bikaranîn, dê têkilî zeîf be. Herwiha dema seytera Soranan li ser Kurdistana Baþûr zêdetir be, dîsa wê pêwendiyên Baþûr û Bakuriyan qels bin.
Ev daxwaza dewletên cîran ên dagirker her demê bi dilê Soranîparêzên me jî bûye û wan jî ev wekî firsend û derfeteke nedîtî bi kar aniye. Hem di siyasetê de û hem jî di perwerdehiyê de Soranan tu demê bi çavên muxatebiyê li Kurmancan û li Kurmancî nenêriye. Ew her demê wekî zaravayekî biçûk ê girêdayî xwe dîtine. Xwestine ku her demê ew serdest bin û Kurmanc jî li pey wan bimeþin. Þexsiyetên xuyayî yên Soranan ji gotin û eþkerekirina vê yekê pêxav nekirine.
Ev daxuyaniya dawî ya li ser navê “Grûpa Inîsyatîv ji bo Parastina Zimanê Kurdî”[1] ku bi temamî ji þexsiyetên Soran pêk tê jî gaveke ber bi wê daxwaz û armanca Soranîparêzan e. Lewra zimanê daxuyaniyê û argumantên ku ji bo binecihkirina îddiayê têne parastin hemî jî, hukumraniya Soranî rewa dikin.
Ji ber ku ev mijar li baþûrê Kurdistanê tê nîqaþkirin û li wê derê jî dezgeheke Kurdan ya ku karibe qerarekê bide û wê qerarê pêk bîne heye, ehemmiyeta wê gelekî zêdetir e.
Di daxuyaniyê de ji argumantên ku têne parastin yek ew e ku tê gotin: “Hezar sal e bi vê elfabeyê tê nivîsandin û ji sedî %85 berhem jî bi vî zimanî hatine nivîsandin.” Herwiha tê îddiakirin ku, li piraniya Kurdistanê ev elfabe tê bikaranîn. Ji xeynî van xalan, xalên wekî kêmbûna fonemên alfabeya Latînî û Tirkîbûn-Kemalîstbûna wê hatine rêzkirin.
Vê grûba navborî, xwestiye ku bi argumantên wereng, heqiya xwe bide ispatkirin û xwe ji alfabeya Erebî piþtrast bike. Lê wer diyar e ku dijberî û dijminatiya li hemberî Kurmancan û Kurmanciyê, ew gelekî þaþ kirine. Lewra kesên hay ji xwe hebin û unwanê akademîsyenê bi xwe vekiribin; bi tiþtên wisa bêbingeh mijûl nabin û îddiayên ew çend sivik nayinin ser ziman.
Ji bo mijar zelaltir bibe û armanca vê daxuyaniyê baþtir were fêmkirin, dixwazim li ser îddiayên di daxuyaniyê de cih digirin bi kurtasî çend tiþtan bêjim.
Rast e, hezar sal e elfabeya Erebî tê bikaranîn û berhemên Kurdî yên klasîk bi piranî bi wê elfabeyê hatine nivîsandin. Lê em tev jî dizanin ku di wê heyamê de ji ber dînê Îslamê çanda Ereb/Erebî serdest bû. Loma jî piraniya Kurdan bi wê elfabeyê emel dikirin. Lê di roja îro de bikarhênerên alfabeya Latînî û qada vê alfabeyê ji ya Erebî pir pir zêdetir/firehtir e. Piraniya Kurdistanê ne elfabeya Erebî, ya Latînî bi kar tîne. Kurdên Binxet, Bakur, Ewrûpa û qismen ên Kurdistana Sor alfabeya Latînî bi kar tînin. Ev jî teqabulî sedî %60-70an dike. Ango ji sê paran du parên Kurd, alfabeya Latînî bi kar tînin. Cihê ku elfabeya Erebî lê serdest e Kurdistana Baþûr û ya Rojhilat e. Bi qandî ku em dizanin Latînî li Baþûr jî heye û her ku diçe li wir jî zêdetir dibe. Yanî, îddiayên ku di daxuyaniyê de li ser van mijaran têne kirin, pûç û bêbingeh in.
Wekî din Fonemên ku tê îddiakirin di alfabeya Latînî de tunin jî du-sê deng in. Ew jî ne dengên Kurdî ne, yan jî em bêjin dengên binîqaþ in. Eger komîsyonek li ser ziman bicive û li ser vê yekê biryarekê bide, çareserkirina vê gelekî asan e. Halê hazir di alfabeya Latînî de 31 tîp hene, lê di ya Erebî de ev derketiye 34-35 tîpan. Helbet ji bo çareserkirina gelemþe û tevliheviyên di elfabeya Erebî de gelek tiþt hatine kirin û hin formul hatine dîtin, belê di daxuyaniyê de hîç behs nekirine ka elfabeya Erebî di nusxeyên tarîxî de tevlihevî û aloziyeke çawa derxistiye! Mesela nabêjin ku bi tîpeke Erebî wekî ىyê du, carinan jî dengên Kurdî derdikevin: “î, ê, i”. Bo mînak meriv dikare vê peyvê “كى”, bi sê awayan bixwîne: “kê, kî, ki”. Bi herfa “و”ê sê dengên Erebî derdikevin: “u, û, o”. Bo mînak hûn dikarin vê peyvê “بو”, bi sê awayan jî bixwînin: “bo, bu, bû”. Herwiha du dengên Kurdî di elfabeya Erebî de her demê ne diyar in: “i, e.” Mesela dema ku ez peyva “bihar”ê bi kesre û fethe/zêr û ziber, ango bi hereke bi vî awayî بِهَارَه binivîsim, hûnê zanibin ku ev “bihar” e, lê dema ku ez vê bê hereke, bi vî awayî “بهار” binivîsim, hûn nizanin ka ew “behar” e, yan “bihar” e.
Erê, niha ev çareser kirine û ji bo her dengekî û fonêmekê sembol û îþaret peyda kirine. Lê eger îhtiyac were dîtin, ev di Latînî gelekî asantir û rehettir e.
Wekî gotina dawîn dixwazim vê bêjim: Yekîtiya Kurdan, ji bo me beriya her tiþtî ye û muhîmtirîn armanc e. Loma, divê em ji her cure hewldan û fikrên ku zerarê bidin yekîtiyê, dûr bisekinin. Em bihêlin bila her kes li gorî þert û mercên xwe û rastiya xwe tevbigere. Bila her kes bi cudatiya xwe û rengê xwe yê xweser di têkoþîna kurdayetiyê de cih bigire. Ne bila Soran bibe Kurmanc, ne jî bila Kurmanc bibe Soran. Divê em zemîn û atmosfereke wisa biafirînin ku Soran bi Sorantiya xwe û Kurmanc bi Kurmanctiya xwe bijî. Herwiha herfên Latînî di qada xwe de û yên Erebî jî jî di qada xwe de li kar bin. Bi hêviya xurtbûn û zeximbûna Yekîtiya Kurd….
[1] http://e-weje.com/hin-niviskaren-soraniaxev-sepandina-alfabeya-tirki-latini-listina-bi-agiri-ye/
***
Têbiniya Diyarnameyê: Ev nivîs di malpera Berojê de hatiye weþandin û bi e-maileke ji me re jî hatiye þandin. Ji ber girîngiya mijarê em nivîsê pêþkêþî xwendevanên xwe dikin. Her wiha me dest nedaye zimanê nivîskar. Tenê sernavê wî me li gor xwe sazkiriye.
**
Nivîsa eleqedar:
- Ji komek nivîskarên kurd li ser alfabeya kurdî daxuyanî