Farqînî: Hûn bi pêlavên xwe nakevin hundir, bi zimanekî din jî nekevin hundir
Diyarname
Li Weqfa Îsmaîl BeÅŸîkçî di çarçoveya "Xebatên Kurdolojiyê" de roja 23'yê mehê panelek bi navê "Di xebatên kurdolojiyê de girîngiya bikaranîna zimanê kurdî" li dar ket. Panela ku Miraz Ronî moderatoriya wê kir de zimanzan Zana Farqînî axivî.
Zimanzan Farqînî pêÅŸî qala destpêka meyla wî ya li ser ziman sekinî û wekî pirtûka yekem ku xwendiye jî Mem û Zîna ku M. Emîn Bozarslan latînîze kiribû bibîr xist. Farqînî gotin anî ser salên 90'î, qala yek ji ferhengên wê demê zêde dihat bikaranîn ferhenga D. Îzolî kir û got, "Ji ber ferhengê têr nedikir, min dest bi xebatek wisa kir. Wê çaxê ez li rojnameyê bûm, bi ew zimanê ku jêre digotin 'nayê fêmkirin' me xebat dikir. Ji ber wî zimanî ceza dan min. Bi salan ez mehkûm man. Min jî wê demê dest da xebatê, min xebata xwe xurtir kir. Bersiva herî baÅŸ ev bû."
'ÇIMA ZIMANÊ REWÅžENBÎRÊN KURD NE BI KURDÎ YE?'
Farqînî pirsa "Çima zimanê rewÅŸenbîriya kurdan bi giranî ne bi kurdî ye?" kir û got, "Zimanê entelektuelên kurdan bi tirkî ye. Kurdiya bikar tînin 'Çawa yî, baÅŸ î' û dûre direqînin tirkî. Heta kengê wê wisa be? Mesela dewletek me hebe wê zimanê wê çi be?"
'TU LIGEL ZIMAN DÎROKEK JÎ DIKUJÎ'
Farqînî bibîr xist ku ziman çand e, te got çand helbest jî, roman jî, xwarin, kuÅŸtin, mêvandarî jî, her tiÅŸt dikeve nav çandê û wisa got, "Ji ber vê girîngiyê dewletên neteweperest ziman qedexe dikin. Niha nikarin bi biryaran raste rast qedexe bikin, lê vê carê bi qedexeya sipî pêÅŸî li ziman digirin. Bi vê ziman dikujin. Tu zimanek nakujî, tu pêre çandek jî, dîrokek jî dikujî."
Zimanzan Zana Farqînî qala fîlozofê alman Johan Gottfried Herder kir, gotina wî ya "Ewê mirovan dike mirov ziman e" bibîr xist û gotin bir ser Ehmedê Xanî; "Xanî li ber 3 zimanan serî hildaye. Ev helwestek e. Em gelek dereng pê hesiyan. Em hê jî wekî wî nakin."
'TU ÇI DÎKÎ BIKE BI KURDÎ BIKE'
Farqînî li ser tîpolojiya rewÅŸenbîriya kurdî ya tirkîziman jî sekinî û paÅŸê pesnê Bedirxaniyan da; "Bi Celadet Alî Bedirxan hîmê rewÅŸenbîriya kurdî ya kurdîziman destpêkiriye. Wê demê xebat kirine. Birê wî Kamûran jî kovar derxist. Em vê bêjin, çawa ku em bi solên xwe nakevin nava mala xwe, divê em ji xeynî zimanê xwe bi zimanekî din jî nekevin hundirê mala xwe. Ez vê bêjim, tu çi dikî bike; ziman,muzîk, siyaset, çi dikî bike bi zimanê xwe bike. Qet nebe bi giranî bi kurdî nekî bê fêde ye. Tu çi dixwazî bi zimanê xwe bixwaze. Tu dikarî bi serdestan re bi tirkî biaxivî ji bo te fêm bikin, lê bi gel re? Ger te zimanê xwe ji bîr kir, tu welatê xwe jî ji bîr dikî."
Farqînî got ku ne tenê xebatên kurdolojiyê, divê hemû xebatên xwe em bi kurdî bikin, bi vî awayî ziman geÅŸ bikin.