Rojeva Îngilistanê dara ku hatiye birîn e
Diyarname
Darek dikare bibe rojeva welatekî? Erê dikare. Li Îngilistanê niha rojev ew dar e.
Navê darê "Sycamore Gap" e. Li herêma Northumberland, li ber Dîwarê Hadrian e. Di sala 1991'ê de beþek fîlmê Robin Hood ku Kevin Costner têde lîstibû li ber darê hatibû kiþandin. Bi vê yekê ev dara ku temenê wê dor 200 salî ye navdar bûbû. Darê ji bo Hollywoodê mazûvanî kiribû û êdî bûbû sembol. Û niha ew dar hat birîn.
Li gor tê gotin zarokek 16 salî dar biriye. Zarok hat girtin û paþê bi cezayê pereyan hat berdan. Lê tê gotin ku kesek dor 40 salî ku alîkariya wî kiriye ji ber vê niha di bin çavan de ye.
Di sala 2016'an de ev dar wekî "Dara Salê ya Îngilîstanê" hat hilbijartin.
Nîqaþek din jî pispor di nav xwe de nîqaþ dikin ka dikarin çawa darê ji nû ve zindî bikin.