Festîvala Porteqala Zêrîn hat betalkirin
Diyarname
Þaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhittin Bocek ragihand ku wan 60'emîn Festîvala Fîlman Porteqala Zêrîn a Antalyayê betal kiriye.
Festîvala Fîlman Porteqala Zêrîn ji aliyê Þaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ve tê organîzekerin.Loma jî biryara betalkirina wê ji þaredar hat.
Bocek bi ser hesabê xwe yê tora civakî re daxuyaniyek belav kir û got ku Festîvala Fîlman Porteqala Zêrîn ne tenê li Antalyayê di qada navneteweyî de yek ji markeyên girîng a li Tirkiyeyê. Bocek got, "Di rewþa heyî de festîvala me ya ku bi salan e li dar ketiye ezê nehêlim di destê hin kesan de bibe malzeme, keda kedkarên sînemayê bê xxwarin. Ji ber ku mijar hemû Antalyay^,e hemû sînemageran û kerkarên sînemayê eleqedar dike, þaredariya me ku mazûvanî dike divê biryarek bida. Festîval ji bo da warê hunerî de xurtir bibe û li ser navê sînemayê bibe mînak derhênerê festîvalê û koma hunerê biryardar e. Di serî de derhênerê festîvalê hemû koma hunerê ev pêvajo þaþ bi rê ve bir, nekarîn qeyranê çareser bikin."
Þaredar Bocek gotiye ew vê yekê qebûl nake û gotiye, "Bila kes þik nebe ser ku festîvala me ji bo armancan siyasî ya hinan nebe malzeme. Dîsa sûcê bi ser fîlm re davêjin ser me û þaredariya me ^Gji rastiyê dûr in û ez van îdîaya bi paþ ve didim wan."
Þaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhittin Bocek gotiye ku ew bang li hemû hunermend, kedkarên sînemayê û sînemahezan dike ku xwedî li festîvalê derên. Bocek gotiye, wî dawî li peywira derhênerê festîvalê û koma hunerê ya festîvalê aniye û wisa gotiye, "Ji ber sedemên derveyî me çêbûne ez bi xemgînî radigihînim ku festîvala me ya ku dê di navbera 7-14'ê kewçêrê de li dar biketa betal dikim."
Çi qewimî bû?
Derhênerê FesTîvalê Ahmet Boyacioglu belgefîlmê "Kanun Hukmu" (derhêner Nejla Demîr) ji beþa pêþbaziyê derxistibû. Jurî dijî vê derketibû. Derhêner û sazkaran gotibû em jî fîlmên xwe ji pêþbaziyê vedikiþînin. Li ser vê Boyacioglu belgefîlm dîsa girtibû festivalê. Vê carê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê gotibû em piþtgiriya festîvalê nakin, em piþtgiriya xwe bi paþ ve dikiþînin. Boyacioglu carek din belgefîlm ji festîvalê derxistibû. Û niha ev biryara betalkirinê hat.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li ser Porteqala Zêrîn du agahiyên nû
- Derhêner jî ji festîvalê vekiþiyan
- Belgefîlmê 'Kanûn Hukmu' ji festîvalê derxistin (Va ne sedem û reaksiyon)
- Fîlmên ketin dû Porteqala Zêrîn diyar bûn
-Ew ê serketiyên Porteqala Zêrîn hilbijêre