Li ser Porteqala Zêrîn du agahiyên nû
Diyarname
Her tiþt bi biryara derxistina belgefîlmê "Kanun Hukmu" (derhêner Nejla Demirci) ji Pêþbaziya Neteweyî ya Belgefîlman dest pê kir. Piþtî vê yekê jurî dijî vê biryarê derket. Paþê 27 derhêner û sazkarên filman got "Belgefîlmî negirin nava pêþbaziyê em ji pêþbaziyan vedikiþin."
Û îro: Serê sibê Dîrektorê Festîvalê Ahmet Boyacioglu bi ser twitterê re peyam belav kir û got, "Me dît ku der barê kesên di belgefîlmê Kanun Hukmu de ne doza wan berdewam nake. Loma me biryar da ku belgefîlmî bigirin nava pêþbaziyê." Boyacioglu biryara derxistina ji pêþbaziyê dabû, bi vê peyamê niha bi paþ ve gav avêt.
Û dîsa îro piþtî vê biryarê, Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê biryar da ku piþtgiriya festîvalê neke. Wezaretê bi îdîaya belgefîlm propagandaya rêxistina terorê FETO dike, biryar da ku dê piþtgirî nedin festîvalê..
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Derhêner jî ji festîvalê vekiþiyan
- Belgefîlmê 'Kanûn Hukmu' ji festîvalê derxistin (Va ne sedem û reaksiyon)