YNK'ê kongreya xwe saz kir û rêveberiya xwe nû kir
Diyarname
Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajara Silêmaniyê bi beþdariya 600 delegeyan kongreya xwe ya 5'emîn li dar xist.
Serokomarê IRaqê latîf Reþîd serokkomarê Êraq, Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêcîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û gelek mêvanên din di kongreyê de amade bûn.
Serokê YNK'ê Bafil Talabanî axaftina destpêkê kir. Talabanî silav li mêvanan kir û got: “Em îro li vir in ku bi giyanê Mam Celal YNK’ê pêþ bixin, YNK’ê ji bo rihê þehîdan û gelê xwe bi dest bixin, partiya xwe bikin yek û destê biratî û aþtiyê dirêjî hemû aliyan bikin."
Di kongreyê de Kosret Resûl Elî û Hêro Îbrahîm Ehmed wekî sembolên bilind ên YNKê hatin binavkirin. Piþtî axaftinan Bafil Talabanî bi piraniya dengan wekî Serokê YNK'ê hat hilbijartin.
Bafil Celal Talabanî kî ye?
Bi navê xwe yê dirêj Bafil Celal Hisameddîn Talebanî di sala 1973'yan de li Bexdayê hatiye dinê. Ew kurê ê Celal Talebanî ye. Talabanî zarokatî û xortaniya xwe li mala bapîrê xwe Îbraîm Ehmedî li Brîtanyayê derbas kiriye û piraniya xortaniya xwe bi xwendin û werziþê derbas kiriye.
Bafil Talabanî di sala 1996'an de beþdarî perwerdeya Korpusa Fransî, di sala 1998'an de beþdarî perwerdeya leþkerî ya Brîtanyayê û di sala 2000'î de jî beþdarî perwerdeya hêzên taybet ên Amerîkayê bû.
Talebanî stratejiya siyasî li Amerîka û Brîtanya xwendiye û piþtre dezgeha dije-terorê ava kiriye û berpirsê karûbarên dije-terorê li Kurdistanê bûye.
Di kongreya 4'emîn a YNK'ê ku roja 18'ê reþemiya 2020'î li dar ket de ligel Lahûr Þêx Cengî wekî hevserokê YNK'ê hat hilbijartin. Par di navbera Talabanî û Þêx Cengî de pirsgirêk derketin. Bafil Talabanî bi awayekî Þêx Cengî ji postê dûr xist. Û roja 28.8.2022'yan encûmena serkirdatiyê Bafil Celal Talebanî wekî Serokê YNK'ê perwirdar kir.
Îro ew di kongreya YNK'ê de ji bo carek din wekî Serokê YNK'ê hat hilbijartin.