Pirtûka “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” derket
Diyarname
Di nav dengbêjên kurdan de yek ji dengbêjên tê nasîn jî Dengbêj Zahiro ye. Niha li ser wî pirtûkek hat amedekirin û derxistin. Pirtûka ku Hemîd Ûrmiye amade kiriye bi navê “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” ji Weþanxaneya Nûbiharê derket.
Dengbêj Zahiro ev nêzî 60 salan e bi deng û awaza xwe, bi klam û vegotina xwe li nav qada dengbêjiyê deng dide, rih dide klaman. “Biþarê Çeto”, “Keçika Zorova”, “Saliho”, “Eman Neman”, “Hawer Were” jî têde bi sedan klam û çîrokê trajedî, mêrxasî û evînî nivîsandine gihandine heta îro. Yek ji þahkarên dengbêj Zahiro: “Xwezila li dinyayê mirin hebiya lê kalbûn nebiya” ye
Dengbêj Zahiro di sala 1950’î li gundê Kinyada Farqînê yê li ser bajarê Amedê hatiye dinyayê. Zarokatiya wî li gundê Kinyadê derbas dibe. Di 15 saliya xwe de bi malbatî berê xwe didin bajarê Mûþê, gundê Pîranê yê li ser navçeya Kopê û jiyana xwe li wir berdewam dikin.
Dengbêj Zahiro jî wekî piraniya dengbêjên Serhedê ji dibistana Evdalê Zeynikê ye. Zahiro, hevçaxê dengbêjên wekî Reso, Þakiro û Huseynê Mûþê ye. Hemîd Ûrmiyê di pirtûka amade kiriye de li ser jiyana hunerî ya Qulingê Serhedê, dengbêj Zahiro sekiniye û kîteyên cur bi cur pêþkêþ kirine.
- Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê / Hemîd Ûrmiye / Nûbihar / 112 rûpel / 2023 / Lêkolîn-Folklor