Rojnameger Hifzi Topuz mir
Diyarname
Rojnameger Hifzi Topuz di 100 saliya xwe de îro li Stenbolê mir. Topuz li nav çapemeniya tirk xwedî cihek firan bû.
Hifzi Topuz di sala 1923'yan de li Stenbolê hatiye dinê. Lîseya Galatasaray xwendiye û paþê Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê temam kiriye. Di sala 1947'an de li rojnameya Akþamê dest bi nûçegîhanî kiriye û heta 58'an li wir xebitiye.
Ji roja dest bi rojnamegerî kiriye heta mirina xwe bi vî karî re maye. Li zanîngehên wekî Anadolu, Îstanbul û Galatasaray dersên rojnamegerî dane. Li ser rojnamegerî pirtûk nivîsî ne.
Wî, serokatiya TGC'ê (Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeypê) kiriye. Li aliyê din heta niha di warê rojnamegerî de hin xelat girtine. Topuz heta niha 51 pirtûk nivîsandibûn.
Di hevpeyvîna ku Zeynep Bilgehan (Hurriyet) îsal ligel wî kiribû de Topuz qala bîranînên xwe kiribû û wisa gotibû, "Li ser Kumbaraci Yokuþu qehwexaneyeke Kurdan hebû. Zaxo Axa ku di 150 saliya xwe de mir her roj li wir bû. Dema min ew didît ez bi heyecanê diketim."
Derhêner Musa Kaplan îsal li ser jiyana wî belgefîlmekî kiþandibû.