Çîroka têkoþîna jinek '1976', û 'Duet' û 'Acid'
Diyarname
Vê 10 fîlm ketine vîzyonê. Ji van 5 jê ji derveyî Tirkiyeyê hatiye û 5 jî yên tirk in. Ji nav van, ji fîlmên derveyî Tirkiyeyê "1976" û "Acide" derdikevin pêþ. Ji yên tirk jî belgefîlmê bi navê "Duet" xwe nîþan dide.
"1976"
Li her derê dinyayê derbekaran zilm li mirovan kirine. Li Þîliyê jî. Sal 1976, li Þîlî serdema dîktatoriya Pinochet e. Di rewþeke wisa de jinek li dijî neyartiya jinan û dijî karên qirêj têkoþînê dide. Jina bi navê Carmen ku di naveroka fîlmî de ye teþavanan dibe wê serdemê. Loma jî navê fîlm "1976" lêkirine.
Fîlmê ku derhêneriya Manuela Martelli dike, Aline Kuppenheim, Nicolas Sepulveda, Hugo Medina, Alejandro Goic, Carmen Gloria Martínez, Antonia Zegers û Marcial Tagle têde dilîzin. Fîlm li Festîvala Fîlman a Cannesê jî derket pêþberî temaþevanan.
"Acid"
Fîlmê derhêner Just Philippot "Acid" bi navê "Buyuk Felaket: Asit Yagmuru" (Bobelata mezin: Baranên Asîtê) hatiye wergerandin û xistine vîzyonê. Di fîlm de Guillaume Canet, Laetitia Dosch, Patience Munchenbach û Marie Jung dilîzin. Fîlm li Cannesê jî hat nîþandayîn.
Di fîlm de çîroka malbatek ku ji bo jiyana xwe, ji bo li ser piyan bisekinin heye. Li dinyyayê bi germê re baranên asîtîn jî dibin sedema mirinan. Ji Amêrîkaya Latîn heta Fransayê li çar aliyên dinyayê ev baranên dibarin dibin sedema tirsê. Malbatek ku di nav bobeletake wisa de maye ji bo cihek bi ewle dê mecbûrî ber xwe bide.
"Duet"
Duet navê belgefîlmê derhêner Ýdil Akkuþ û Ekin Ýlkbað e. Defne Bakirci, Misra Gundeþ, Anna Yuzhakova û Nataliya Maschcuk têde beþdarî kirine.
Di belgefîlm de çîroka ajneberan heye. Ew di sporê ajneberî de hatine ba hev. Ji bo Olimpiyata 2020'an xwe amade dikin lê bûyer li dû hev tên. Pêþî antrenora wan Natalie ji kar tê girtin, paþê Covid 19 tê. Duet berê xwe dide wan. Fîlmî li Documentaristê û li Festîvala Fîlman a Stenbolê xelat girtibû.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- The Gemini Lounge / Derhêner David A. Abeckaser
- Acide / Derhêner Just Philippot
- 1976 / Derhêner Manuela Martelli
- The Dive / Derhêner Maximilian Erlenwein
- The Expendablez 4 / Derhêner Scott Waugh
- Kocami Kim Oldurdu / Derhêner Bilal Kalyoncu
- Yildiz Topu / Derhêner Ahmet Sonmez
- Huzurum Kalmadi / Derhêner Soner Demirci
- Ammar 4: Cin Kavmi / Derhêner Ugur Kaplan
- Duet / Derhêner Ýdil Akkuþ