Komxebata Ziman a Þengalê: Hewldana fermînikirina kurdî û vekirina dibistanên kurdî
ÞENGAL
Di komxebata Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê de ji bo vekirina dibistanên zimanê zikmakî ya di sala nû de plansaziyeke nû derket. Di daxuyaniya ku hate dayîn de hat gotin ku Rêveberiya Xweser ji bo fermîkirina zimanê zikmakî li Iraqê di nava hewldanan de ye, lê ev ji aliyê îdareya Mûsilê ya dibin bandora PDK’ê de ye tê astengkirin.
Komxeba 24'ê mehê li dar ket. Komxebata zimanê zikmakî (kurmancî) ya ku ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê ve hat lidarxistin, piþtî semîner û nîqaþan, bi dawî hat.
HEWLDANA FERMÎKIRINA KURDÎ
Li gor nûçeya Rojnewsê ji derveyî saziya ziman rayedarên Rêveberiya Xweser jî amade bû. Di komxebatê de girîngiya zimanê zikmakî ya li Þengalê, fermîkirina wê û amadekariyên ji bo sala nû ya perwerdeyê hate destgirtin û planek ji bo wê hate derxistin.
MEHA PÊÞIYA ME DIBISTAN VEDIBIN
Di komxebatê de girîngiya zimanê kurdî, þêwazê dayîna wê, þandina zarokan bo dibistanên zimanê zikmakî û bandora wê li ser civaka Êzidî bi berfirehî hate nirxandin. Li gorî encama ku ji komxebatê derket, wê meha cotmehê (kewçêr) deriyên dibistanên zimanê zikmakî (kurmancî) li Þengalê vebin.
HELWESTA BEXDA-MÛSILÊ
Di komxebatê de mijareke din a berfirehî hate nirxandin, astengiyên fermîkirina dibistanên zimanê zikmakî li Þengalê hate nirxandin. Hate gotin, “Rêveberiya Xweser a Þengalê ji bo fermîkirina dibistanan bi Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê re di pêwendiyê de ye. Pirsgirêk li Bexdayê hatiye çareserkirin, lê pirsgirêk ji aliyê îdareya Mûsilê ve ji bo Þengalê tê derxistin û ew jî çavkaniya xwe ji PDK’ê digire. PDK destûr nade zarokên Êzidî bi zimanê zikmakî li Þengalê perwerde bibînin.”
Li gorî encama komxebatê wê li aliyekî xebatên vekirina dibistanan were destpêkirin û li aliyê din jî xebatên ji bo fermîkirina dibistanan xebat werin zêdekirin
Komxebat bi diruþma, ‘Civak bi zimanê xwe, digihîje armanca xwe’ berêvarkî bi dawî bû.