Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin
Diyarname
Dadgeha Federal a Iraqê biryara hilweÅŸandina encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê da. Dadgehê dibêje encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê ev pênc sal in bê sebeb meaÅŸê digirin û divê vî meaÅŸî li xezîneya dewletê vegerînin. Çima, çawa bû? Va ne agahî:
- Li hemû parêzgehên Iraqê divê çar salan carek hilbijartinên encumenên parêzgehan li dar bikevin. Li Herêma Kurdistana Federe di 30'ê avrêla 2014'an de
hilbijartin li dar ket. Serok û endamên encumenan di 23'yê pûÅŸpera 2014'an de sond xwarin û dest û dest bi xebatê kirin.
- Li gor zagonê di sala 2018'an de divê hilbijartina parêzgehan çêbiba, lê hilbijartin çênekirin. Partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê li hev nekirin.
- Parlemana Herêma Kurdistana Federe ji dêvla rêya hilbijartinê bide ber partiyan, di sala 2019'an de zagona encumenên parêzgehê guhart. 3 xal hatin guhartin û bi vî awayî wan karê xwe domand.
- Û niha: Dadgeha Federal a Iraqê dibêje we hilbijartin çênekiriye, peywira we temam bûye, ev 4 sal in bê sebeb hûn meaÅŸê digirin û vî meaÅŸî bi paÅŸ ve biÅŸînin.
Niha dê çawa kes nizane lê dadgehê biryar ragihandiye wan.