Zarokan perwerdehiya xwe ya bi kurdî temam kirin
WAN
Li Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê ku li Wanê perwerdeya ziman û çanda kurdî dide, xwendekarên nû mezûn kirin. Piþtî perwerdeya kurdî ya 3 mehan, 16 xwendekarên din ên zarok mezûn bûn. Ji bo mezûniyeta zarokan, li quntarê Keleya Wanê çalakî hat lidarxistin. Li gel zarokên mezûn bûn, her wiha malbatên wan û mamosteyên Arsîsayê jî tev li merasimê bûn.
Ji mamosteyên Arsîsayê Nazmiye Bor got ku xwendekarên wan hînî kurdî bûn û bi kurdî diaxivin. Bor, wiha domand: “Ev yek ji bo me pir girîýng e. Bila her kes xwedî li zimanê xwe derkeve û zarokên xwe biþînin qursên kurdî.”
Di çalakiyê de tîþortên ku navên zarokan bi kurdî li ser hatibûn nivîsandin diyarî zarokan hatin kirin. Çalakî bi strîna stranên bi kurdî bi dawî bû.
MA